Sure 96

Sûreya Alaq

Mekke19 ayetGirêka Xwînê

العلق
Der barê Sûreyê de

Sûreya Alaq, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û nozdeh (19) ayet e. Di Qur’anê de sûreya not û şeşemîn e. Sûreya Alaq, navê xwe ji peyva Alaq sitendîye ku tê ser maneya embriyo/gilêya xwînê. Di Qur’anê de ayetên destpêka wehîyê ku ewil nazil bûne pênc (1-5) ayetên sûreya Alaq in. Sûre bi emrê “Îqra/Bixwîne” dest pê dike. Ev jî giringîya xwendina bi navê Rabbê xaliq rave û qewîn dike.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

اِقْرَأْ بِاسْمِ رَبِّكَ الَّذ۪ي خَلَقَۚ

Bi navê Rabbê xwe yê xuliqandîye, bixwîne!

خَلَقَ الْاِنْسَانَ مِنْ عَلَقٍۚ

Ew e, yê ku însan ji gilêya/gincîya xwînê xuliqand.

اِقْرَأْ وَرَبُّكَ الْاَكْرَمُۙ

Bixwîne! Rabbê te (yê ku herî comerd û îhsana wî pirzêde) Ekrem e.

اَلَّذ۪ي عَلَّمَ بِالْقَلَمِۙ

Ew e ku; (nivîsa) bi qelemê hîn kirîye.

عَلَّمَ الْاِنْسَانَ مَا لَمْ يَعْلَمْۜ

Ya ku pê nizanî bû (wî) hînî însan kiriye.

كَلَّٓا اِنَّ الْاِنْسَانَ لَيَطْغٰىۙ

Qet/Tu car! Qet guman tune, însan bitir dibe.

اَنْ رَاٰهُ اسْتَغْنٰىۜ

Dema ku xwe wek mustexnî (wekî ku ne hewcedarê tu kesî ye û têra xwe dike) dibîne.

اِنَّ اِلٰى رَبِّكَ الرُّجْعٰىۜ

Qet guman tune, veger bi bal Rabbê te ve ye.

اَرَاَيْتَ الَّذ۪ي يَنْهٰىۙ

Ma te wî yê astengker dît?

Tefsîrên Sûreya Alaq

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.