Sure 95

Sûreya Tîn

Mekke8 ayetHêjîr

التين
Der barê Sûreyê de

Sûreya Tîn, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û heşt (8) ayet e. Di Qur’anê de sûreya not û pêncemîn e. Sûreya Tîn, navê xwe ji peyva “Tîn” ku di ayeta yekemîn de dibore sitendîye. Tîn, tê ser maneya hejîr. Di vê sûreyê de li ser hin heyînan qesem tê kirin ku însan di sûretekî herî xweşik de hatîye xuliqandin. Wekî din mijara mukâfata kesên mûmîn û salih û mijara ku Allah (ac) hakimê hakiman e/herî xweşiktirê hakiman e hatîye vegotin.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

وَالتّ۪ينِ وَالزَّيْتُونِۙ

Sond be bi hejîr û zeytûnê,

وَطُورِ س۪ين۪ينَۙ

Bi çiyayê Tûr a li Sînayê,

وَهٰذَا الْبَلَدِ الْاَم۪ينِۙ

Û bi vî bajarê ewledar.

لَقَدْ خَلَقْنَا الْاِنْسَانَ ف۪ٓي اَحْسَنِ تَقْو۪يمٍۘ

Qesem bibe ku, me însan di suretekî herî xweşik de xuliqand.

ثُمَّ رَدَدْنَاهُ اَسْفَلَ سَافِل۪ينَۙ

Paşê me ew qulibandîye esfele’s-safilînê (jêrtirînê jêran).

اِلَّا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ فَلَهُمْ اَجْرٌ غَيْرُ مَمْنُونٍۜ

Ew ên îman anîne û amelên salih kirine ne tê de. Ji bo wan xelateke bênavber heye.

فَمَا يُكَذِّبُكَ بَعْدُ بِالدّ۪ينِۜ

(Ya însan!) Ma çi tişte ku dîn/hisab bi te dide derewandin?

اَلَيْسَ اللّٰهُ بِاَحْكَمِ الْحَاكِم۪ينَ

Ma qey Allah, ne hakimê hakiman/herî xweşiktirê hakiman e?

Jêrenot
(Bnr. 12/Yûsuf, 40)

Tefsîrên Sûreya Tîn

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.