Vegere Sûreya Ankebût

Ankebûtالعنكبوت

41. Ayet

41Sûreya Ankebût
Di Mushefê de Veke

مَثَلُ الَّذ۪ينَ اتَّخَذُوا مِنْ دُونِ اللّٰهِ اَوْلِيَٓاءَ كَمَثَلِ الْعَنْكَبُوتِۚ اِتَّخَذَتْ بَيْتًاۜ وَاِنَّ اَوْهَنَ الْبُيُوتِ لَبَيْتُ الْعَنْكَبُوتِۢ لَوْ كَانُوا يَعْلَمُونَ

Mîsala wan kesên ku ji xeynî Allah ji xwe re dost digirin, wekî rewşa pindepîrê ye ku ji xwe re hêlînê çêdike. Bêguman mala herî qels/pûç, mala pindepîrê ye. Xwezî bizanibûna.

Jêrenot
(Ew kesên ku ji xeynî Allah (ac) hin heyînan dost digirin û hêvîdarê şefeat û himmet û alîkarîya wan in, bi vê awayê pişta xwe didin tiştekî herî qels. Hal ev e ku dostê/welîyê heq Allah e (ac). Lewre ew, Baqî ye; her tiştên ji xeynî wî fanî ye. Ew, bi hêz ê û qadirê mutleq e; her tiştên ji xeynî wî bêçar in/şikestî ne. Ew, ne muhtacê qet tu tiştekî ye; her tiştên ji xeynî wî feqîr û hewcedar in. Ew, ji her tiştî berztir/bilindtir e. Her tiştên ji xeynî wî jê re sitûxwar in û teslîmbûyî ne. Dev jê berdana esmaên xweşik û sifetên berz û xwesipartin û pêgirtina heyînên bêçar û qels, enceq karê wan însanan e ku ew ji nîmetên aqil û tewhîdê bêpar in. Wekî din bnr. 6/En’am, 14)

Tefsîr

Tefhîmü'l-Kur'ân

41- Allah'ın dışında başka veliler edinenlerin örneği,kendine ev edinen örümcek örneğine benzer. Gerçek şu ki, evlerin en dayanıksız olanı örümcek evidir; bir bilselerdi.(73)