170Sûreya A’raf
وَالَّذ۪ينَ يُمَسِّكُونَ بِالْكِتَابِ وَاَقَامُوا الصَّلٰوةَۜ اِنَّا لَا نُض۪يعُ اَجْرَ الْمُصْلِح۪ينَ
Ew ên (bi her çar lepan) bi Kitêbê girtine û nimêjên xwe rasterast dikin hene! Bêguman em mikafata muslîhan/ehlê salahê winda nakin.
Jêrenot
(Di tevahîya Qur'anê de fêm dibe ku qewmê Cihû li hember Kitêbê bûne sê qisim:
1- Qisimek ji wan ummî ne ku ew ji Kitêbê qet tiştek nizanin û hin malumatên ji devan girtî wek Kitêb nas dikin. (2/Baqara, 78)
2- Ew ên ku Kitêbê bênavber dixwînin lê Kitêb texrîf dikin 5/Maîde, 13), ew ên ayetên Kitêbê vedişêrin (3/Âl-î Îmran, 187), ew ên ji bo menfaetekî dinyewî ayetên Kitêbê difroşin (2/Baqara, 79), ew ên ji bo razîkirina rayedaran û n sermîyanê hukmên Kitêbê xwaro maro dikin (7/A’raf, 175-176), ew ên ku çi wextê li îş û xweşa wan tê didin pey Kitêbê lê çi wextê li xweşa wan neyê ji Kitêbê rû dizivirînin (24/Nûr, 47-50).
3- Ew kesên salih ku (bi her çar lepan) bi Kitêbê girtine û hukmên wê pêk tînin (7/A’râf, 170).
Ev her sê qisim jî îdîa dikin ku îmân bi Kitêbê anîne. Allah (ac) îdîaya qismên yekem û duyem diderewîne û bi kufra wan hukim dide. (Bnr.2/Baqara, 79, 85, 101; 3/Âl-î Îmran, 7; 4/Nîsa, 105; 5/Maîde, 43, 44, 68...) Îdîaya qisima sêyemîn dipejirîne û bi mumîntîya wan hukim dike. (Bnr.2/Baqara, 121; 24/Nûr, 51))