﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
Mekke3 ayetSerdem
Sûreya Asr, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û sê (3) ayet e. Di Qur’anê de sûreya sed û sêyemîn e. Asr, tê ser van maneyan: Sedsal, dema êvarê û dema dirêj. Sûre navê xwe ji vê peyvê sitendîye. Di sûreya Asr de behsa îmanê û amelên salih û şîreta heqîyê û tewsîya sebirê tê kirin û ligel vê hatîye vegotin ku ji bo însanan rizgarî/xelasî girêdayîyê van her çar xisûsan e.
﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
وَالْعَصْرِۙ
Sond be bi esrê/bi demê ku,
اِنَّ الْاِنْسَانَ لَف۪ي خُسْرٍۙ
Qet guman tune însan, di xusranê de ye.
اِلَّا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ وَتَوَاصَوْا بِالْحَقِّ وَتَوَاصَوْا بِالصَّبْرِ
Lê ew ên îman anîne û amelên salih dikin û ji hevdu re şîreta heqîyê û şîreta sebrê dikin ne tê de.