Sure 104

Sûreya Hûmeze

Mekke9 ayetTinazker

الهمزة
Der barê Sûreyê de

Sûreya Hûmeze, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û neh (9) ayet e. Di Qur’anê de sûreya sed û çaremin e. Sûreya Hûmeze, navê xwe ji ayeta ewil sitendîye ku peyva “Hûmeze” tê de dibore û tê ser maneya kesê xeybker û zemker. Balrakêşîya qaîdeyekî giring ya di têkilîya navbera însanan de dike.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

وَيْلٌ لِكُلِّ هُمَزَةٍ لُمَزَةٍۙ

Weyl li wan kesên sebker û xeybker û bi îşaretên çav û birûyan tinazkar be!

اَلَّذ۪ي جَمَعَ مَالًا وَعَدَّدَهُۙ

Ew e, yê ku mal dicivîne û dubarekirî dijmêre.

يَحْسَبُ اَنَّ مَالَهُٓ اَخْلَدَهُۚ

Ew zen dike ku malê wî dê ew ebedî bihêle.

كَلَّا لَيُنْبَذَنَّ فِي الْحُطَمَةِۘ

Qet/Tu car! Qethîyên ew ê bi Hutameyê ve bê avêtin.

وَمَٓا اَدْرٰيكَ مَا الْحُطَمَةُۜ

Tu yê ji ku bizanibî ka ew Hutame (cehennem) çi ye?

نَارُ اللّٰهِ الْمُوقَدَةُۙ

(Ew,) agirê Allah yê pêxistî ye.

اَلَّت۪ي تَطَّلِعُ عَلَى الْاَفْـِٔدَةِۜ

Ew e ku; ser qelban digire.

اِنَّهَا عَلَيْهِمْ مُؤْصَدَةٌۙ

Bêguman ku derîyên wê, li ser wan qefilkirî ne. (Rev tune.)

ف۪ي عَمَدٍ مُمَدَّدَةٍ

Bi sitûnên dirêjkirî (wek girêdayî li wê derê ezab dibînin).

Tefsîrên Sûreya Hûmeze

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.