Sure 102

Sûreya Tekâsur

Mekke8 ayetPêşbaziya Zêdebûnê

التكاثر
Der barê Sûreyê de

Sûreya Tekâsur, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û heşt (8) ayet e. Di Qur’anê de sûreya sed û duyemîn e. Kelîmeya Tekâsur tê ser maneya pesinandina pirjimarîya mal û ewlad û eqrebeyan. Sûre radigihîne ku ev tiştên hanê ne wesîleya rûmet û şerefê ye û qet tu feyde jî nade însanan, lê belê serdestîya heqîqî roja qiyametê wê derkeve holê.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

اَلْهٰيكُمُ التَّكَاثُرُۙ

Zêdekirin/hêrsa zehfbûnê, hûn meşxûl kirin û (we ji îbadeta Allah ya bi heqî) paş ve xist.

حَتّٰى زُرْتُمُ الْمَقَابِرَۜ

(Ev,) hetanî serdana we ya qebristanan berdewam kir. (An jî; “We ev kar wisan pêş de bir ku heta we anî ser mijara mirîyên kî zêdetir in.”)

كَلَّا سَوْفَ تَعْلَمُونَۙ

Qet/Tu car! Hûn ê di nêz de bizanibin/fêm bikin.

ثُمَّ كَلَّا سَوْفَ تَعْلَمُونَۜ

Paşê bi hezar caran qet/tu car! Hûn ê di nêz de bizanibin/fêm bikin.

كَلَّا لَوْ تَعْلَمُونَ عِلْمَ الْيَق۪ينِۜ

Qet/Tu car! (Ji hêrsa zehfbûnê xwe biparêzin.) Eger hûn bi agahîyekî qethî bizanibin,

لَتَرَوُنَّ الْجَح۪يمَۙ

Helbet hûn ê wê cehennemê bibînin.

ثُمَّ لَتَرَوُنَّهَا عَيْنَ الْيَق۪ينِۙ

Paşê helbet, hûn ê wê bi teqezî bibînin.

ثُمَّ لَتُسْـَٔلُنَّ يَوْمَئِذٍ عَنِ النَّع۪يمِ

Piştre jî ew roj, ji wan nîmetan (ku ji we re hatîye dayîn) hûn ê bikişin hisabê.

Tefsîrên Sûreya Tekâsur

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.