101Sûreya Baqara
وَلَمَّا جَٓاءَهُمْ رَسُولٌ مِنْ عِنْدِ اللّٰهِ مُصَدِّقٌ لِمَا مَعَهُمْ نَبَذَ فَر۪يقٌ مِنَ الَّذ۪ينَ اُو۫تُوا الْكِتَابَۗ كِتَابَ اللّٰهِ وَرَٓاءَ ظُهُورِهِمْ كَاَنَّهُمْ لَا يَعْلَمُونَ
Dema ji cem Allah ji wan re pêxemberek ku Kitêba li cem wan tesdîq dike hatibe, komek ji Ehlê Kitêb, her wekî ku qet pê nizanin, Kitêba Allah diavêjin pişt guhên xwe.
Jêrenot
(Ew Cihûyên ku Kitêba Allah (ac) diavêtin pişt guhê xwe û li hemberî wê bêeleqe diman, di muqabilê vê tevgera xwe bi îttîbaa derewên şeytanan û bi sihrê ve hatin cezakirin. Her civaka ku li dij wehîya Allah (ac) bin û rû jê vegerîne û bêeleqê bimîne bi îttîbaa tiştên batil tên cezakirin û bi sedema tiştên batil li dinya û li axîretê jî dibin ehlê xusranê. Ayeta pişt vê re heqîqeta vê mijarê îzah dike.)