158Sûreya Baqara
اِنَّ الصَّفَا وَالْمَرْوَةَ مِنْ شَعَٓائِرِ اللّٰهِۚ فَمَنْ حَجَّ الْبَيْتَ اَوِ اعْتَمَرَ فَلَا جُنَاحَ عَلَيْهِ اَنْ يَطَّوَّفَ بِهِمَاۜ وَمَنْ تَطَوَّعَ خَيْرًاۙ فَاِنَّ اللّٰهَ شَاكِرٌ عَل۪يمٌ
Bêguman Safa û Merwe ji şîarên Allah in (ku Allah ji wan hez kiriye û wan berz kiriye û herûdaîm bi ewana bîranîna xwe daxwaz dike). Nexwe kî bi heccê an bi umrê Beytê (Kâ’beyê) tewaf bike, di çûn û hatina wî ya navbera herdu girikan de (bi kirina sa’yê) ji bo wî tu mehzûr tune. Kî (bi daxwaza xwe) bi zêdehayî xêrekî bike, bêguman Allah (ew ê spasîyê li evdên xwe dike û mikafata şikurdaran bi zêdehî dide) Şekûr û (zanayê her tiştî) Alîm e.