Vegere Sûreya Baqara

Baqaraالبقرة

186. Ayet

186Sûreya Baqara
Di Mushefê de Veke

وَاِذَا سَاَلَكَ عِبَاد۪ي عَنّ۪ي فَاِنّ۪ي قَر۪يبٌۜ اُج۪يبُ دَعْوَةَ الدَّاعِ اِذَا دَعَانِۙ فَلْيَسْتَج۪يبُوا ل۪ي وَلْيُؤْمِنُوا ب۪ي لَعَلَّهُمْ يَرْشُدُونَ

Dema ku evdên min, pirsa min ji te bikin, bêguman ez nêzî wan im. Ez îcabetî dûaya kesê dûaxwaz dikim. (Herwiha) bila ew jî îcabetî daweta/vexwendina min bikin û îmân bi min bînin û bibin ji ehle rûşdê ku ( aqil û rastî û kemâlê ne).

Jêrenot
(Di Qur’ana Kerîm de pir ayetên ku bi “Eger ji te bipirsin...” dest pê dikin hene. Di temamê van ayetan de qisima cewabê wiha dest pê dike: “Bibêje!..” Di vê mijarê de yek îstisnayek heye, ew jî ev ayet e. Allah, dema ku xwe bi evdên xwe dinasîne ji vê tiştê razî nebûye ku vê peyva “Bibêje!” bixe navbera xwe û evdên xwe. Guneha şirkê ku efûkirin jê re tune, çeşîdekî wî jî ev e ku; ji Allah pê ve ji hin heyînên din re dûa bê kirin û ji Allah pê ve ji heyînên mirî an zindî an jî ji gumbet û zîyaretan hewarî bê xwestin. Sebebê vê şirkê ya herî xuyaye baweriyeke wiha ye; ew kes bi vê bawer in ku Allah pir dûr e û ji bo nêz bûna Allah ew muhtacê navberan in. Allah di vê ayetê de ev mentîq û Bawerîya pûç, rizandîye û diyar kiriye ku ew pir nêz e û îcabeta dûaya evdên xwe bê navbeynkar dike. Bnr: 4/Nîsa, 48; 5/Maîde, 35; 6/En’am, 136; 10/Yûnus, 18; 34/Sebe, 22-23)

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.