208Sûreya Baqara
يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا ادْخُلُوا فِي السِّلْمِ كَٓافَّةًۖ وَلَا تَتَّبِعُوا خُطُوَاتِ الشَّيْطَانِۜ اِنَّهُ لَكُمْ عَدُوٌّ مُب۪ينٌ
Gelî ew ên îmân anîne! Hûn tev bi hev re bikevin silm ê/îslam ê. Nedin pey pêgavên şeytan. Bêguman ew ji we re dijminekî eşkere ye.
Jêrenot
(Hin kesên ji Ehlê Kitêb îmân anîbûn çend kevneşopên cihûtîyê didomandin û roja sebtê tazîm dikirin û goştê deveyan nedixwarin û xwe ji hin tiştên ku di cihutîyê de heram bûn jî mihafeza dikirin. Allah bi taybetî ji bo van û umûmen jî ji bo kesên ku bi îdîaya muslîmtîyê derdikevin re, weke ku di ayetê de dibore vê emrê kiriye: “Dev ji wan kevneşop û adet û dînê we yên berê berdîn û bi temametî bikevin îslamê.” (Taberî, 4016) Lewre îslam dînekî kâmil e. Hemû tiştên ku rûh û beden hewceye, tê de mewcûd e. Kesên ku bi îslamê têr neke û berê xwe bide dînê xwe yê berê an jî adet û kevneşopên pûç, weke vê îdîayê bide pêş ku dînê îslamê kêm maye û pêwiste ku bê temamkirin. Rewşeke wiha dibe ku bibe sebebê zerardîtina îmân û teslîmîyeta wan.)