239Sûreya Baqara
فَاِنْ خِفْتُمْ فَرِجَالًا اَوْ رُكْبَانًاۚ فَاِذَٓا اَمِنْتُمْ فَاذْكُرُوا اللّٰهَ كَمَا عَلَّمَكُمْ مَا لَمْ تَكُونُوا تَعْلَمُونَ
Eger hûn bitirsin peya an jî siwar (nimêjên xwe bikin). Dema ku (rewşa tirsê bihûrî û) hûn gihîştin ewlehîyê her wekî berê ku we pê nizanîbû wî nîşanî we dabû, Allah zikir bikin.
Jêrenot
(Li vê derê ayetên der barê berdanê de sekinîye û temasa mijara nimêjê tê kirin û piştre mijar dîsa li ser ehkamên berdanê hatîye vegerandin. Ne mimkûn e ku ev teserrûfê hanê çawalêhatî be û be meqsed bibe. A herî qenc Allah dizane, digel vê em ê jî li ser hikmeta vê rewşê du nuqteyan bêjin:
a- Ji bo tetbîqkirina ehkamên Allah, divê di navbera evdek û Rabbê wî de baxeke/rabiteyeke manewî hebe. Bêguman ji van baxan/rabiteyan a herî xurt jî nimêj e.
b- Nimêj çawa îbadet e; weke vê sitûxwarîya emr û nehyên Allah û rûvegerandina ji qanûnên xeyrî îslamê û daxwazî û xebata heyata li gorî razîbûna Allah jî îbadet e.)