Sure 90

Sûreya Beled

Mekke20 ayetBajar

البلد
Der barê Sûreyê de

Sûreya Beled, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û bist (20) ayet e. Di Qur’anê de sûreya notemîn e. Sûre, navê xwe ji peyva Beled sitendîye ku di ayeta ewil de dibore. Peyva “Beled” tê ser maneya Şar/Bajar. Lê di vê sûreyê de ji Beled meqset şara Mekke ye. Di sûreyê de li dinyayê di şertên zor û dijwar de welidîna însan û ji bo bûyîna însanekî kâmil divêtîya bersing kirina tengezarîyan tê vegotin. Ji însanan re şîreta alîkarî û sebir û merhamet tê kirin.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

لَٓا اُقْسِمُ بِهٰذَا الْبَلَدِۙ

Sond/Qesem be bi vî bajarî,

وَاَنْتَ حِلٌّ بِهٰذَا الْبَلَدِۙ

Û tu jî di vî bajarî de dijî.

وَوَالِدٍ وَمَا وَلَدَۙ

Bi bav û bi (zarok) a di welide.

لَقَدْ خَلَقْنَا الْاِنْسَانَ ف۪ي كَبَدٍۜ

Qesem bibe ku me însan di nava zorahîyê de xuliqand. (Bi îmtîhanên zor tê ceribandin û li ber zorahîyan bisemax/qewîn e.)

اَيَحْسَبُ اَنْ لَنْ يَقْدِرَ عَلَيْهِ اَحَدٌۢ

(Hema wisa) ma însan zen dike ku wê tu kes qet nikaribe pê?

يَقُولُ اَهْلَكْتُ مَالًا لُبَدًاۜ

(Di rêya neyartîya Muhammed de) dibêje: “Min pirzêde mal xerc kir.” (Çi dibe, ku bi vê dipesine?)

اَيَحْسَبُ اَنْ لَمْ يَرَهُٓ اَحَدٌۜ

Ma qey ew zen dike ku tu kes wî nabîne?

اَلَمْ نَجْعَلْ لَهُ عَيْنَيْنِۙ

Ma qey me du çav nedanê? (Ew Allahê ku çav danê, helbet karûkirinên wî jî dibîne.)

وَلِسَانًا وَشَفَتَيْنِۙ

Zimanek û du lêv.

Tefsîrên Sûreya Beled

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.