﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
Mekke15 ayetRoj
Sûreya Şems, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û pazdeh (15) ayet e. Di Qur’anê de sûreya not û yekemîn e. Peyva “Şems” di destpêka ayeta ewil de derbas dibe û tê ser maneya Roj/Tav û sûre jî navê xwe ji vê peyvê sitendîye. Sûre, bi ayetên pey hev re bi qesema li ser tav û hîv û şev û roj erd û esman dest pê dike. Di sûreya Şems de qudreta Allah (ac) û rizgarîya qencîkaran û zîyandarîya xeraban û serpêhatîya qewmê Semûd ku pêxemberê xwe derewandibûn û di înkara xwe de asê bûn tê vegotin.
﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
وَالشَّمْسِ وَضُحٰيهَاۙۖ
Sond be bi rojê û ronahîya wê.
وَالْقَمَرِ اِذَا تَلٰيهَاۙۖ
Dema ku li pey rojê derdikeve bi hîvê,
وَالنَّهَارِ اِذَا جَلّٰيهَاۙۖ
Dema ku wê derdixe holê bi rojê,
وَالَّيْلِ اِذَا يَغْشٰيهَاۙۖ
Dema ku wê dinuximîne (û dipêçe) bi şevê,
وَالسَّمَٓاءِ وَمَا بَنٰيهَاۙۖ
Bi asîman û bi ya ku ew ava kiriye,
وَالْاَرْضِ وَمَا طَحٰيهَاۙۖ
Bi erdê û bi wî yê ku ew ji her alî ve raxistîye,
وَنَفْسٍ وَمَا سَوّٰيهَاۙۖ
Bi nefsê û bi yê ku ew sererast kiriye,
فَاَلْهَمَهَا فُجُورَهَا وَتَقْوٰيهَاۙۖ
Bi wî ya ku îlhama xerabîyê û teqwayê lê kiriye (sond bi van hemûyan be ku),
قَدْ اَفْلَحَ مَنْ زَكّٰيهَاۙۖ
Ew ê (nefsa) xwe paqij dike, teqez ew gihiştîye rizgarîyê.
وَقَدْ خَابَ مَنْ دَسّٰيهَاۜ
Ew ê (bi kufr û masîyetê) nuxamtîye jî teqez zerar kiriye.
كَذَّبَتْ ثَمُودُ بِطَغْوٰيهَاۙۖ
(Qewmê) Semûd, ji ber bitirtîya xwe derewandin.
اِذِ انْبَعَثَ اَشْقٰيهَاۙۖ
Dema ew ên herî bextbireş tevgerîyan,
فَقَالَ لَهُمْ رَسُولُ اللّٰهِ نَاقَةَ اللّٰهِ وَسُقْيٰيهَا۠
Allah û Rasûlê wî ji wan re gotin: “Hûn hay ji deveya Allah û dora ava wê hebin.”
فَكَذَّبُوهُ فَعَقَرُوهَاۙۖ فَدَمْدَمَ عَلَيْهِمْ رَبُّهُمْ بِذَنْبِهِمْ فَسَوّٰيهَاۙۖ
Ew derewandin û (deve) serjê kirin. Rabbê wan, ji ber gunehên wan, ezabekî ku koka wan diqelîne ew helak kirin û wê derê ripîrast/bi erdê re yeknesak kir.
وَلَا يَخَافُ عُقْبٰيهَا
Û (Allah), ji encama vê natirse.