Sure 89

Sûreya Fecr

Mekke30 ayetBerbang

الفجر
Der barê Sûreyê de

Sûreya Fecr, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û sî (30) ayet e. Di Qur’anê de sûreya heştê û nehemîn e. Di ayeta yekemîn de qesem li ser peyva “Fecr” tê kirin û sûre bi vê navê hatîye navandin. Fecr, tê ser maneya ronahîya berê sibehê. Sûreya Fecr bi gelemperî hin qiseyên wekî qewmê Ad û Semûd û Îrem û Firewn û ligel vê beralîbûna însan bal bi xerabîyê ve û encamên vê rewşê û axîret hatîye vegotin.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

وَالْفَجْرِۙ

Sond be bi fecrê/bi şefeqê.

وَلَيَالٍ عَشْرٍۙ

Û bi deh şevan (li deh rojên pêşîn yên meha Zilhicceyê),

وَالشَّفْعِ وَالْوَتْرِۙ

Bi cot û bi ferê,

وَالَّيْلِ اِذَا يَسْرِۚ

Dema ku diherike û diçe bi şevê.

هَلْ ف۪ي ذٰلِكَ قَسَمٌ لِذ۪ي حِجْرٍۜ

Ji bo yê aqilmend re di van ên hejmartî de sond heye, ne wisa?

اَلَمْ تَرَ كَيْفَ فَعَلَ رَبُّكَ بِعَادٍۙۖ

Ma te nedît ku Rabbê te li (qewmê) Ad çawa kir?

اِرَمَ ذَاتِ الْعِمَادِۙۖ

Li bajarê Îrem a xwedî sitûn (ên bilind û zexm).

اَلَّت۪ي لَمْ يُخْلَقْ مِثْلُهَا فِي الْبِلَادِۙۖ

Yekî wekî wî li welatan nehatîye xuliqandin.

وَثَمُودَ الَّذ۪ينَ جَابُوا الصَّخْرَ بِالْوَادِۙۖ

Û bi Semûd, ew ên ku di newalan de bi qewartina zinaran (avahîyên bê mîsal lê dikirin),

Tefsîrên Sûreya Fecr

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.