Sure 98

Sûreya Beyyîne

Medîne8 ayetDelîla Eşkere

البينة
Der barê Sûreyê de

Sûreya Beyyîne, Medenî ye (li Medîneyê nazil bûye) û heşt (8) ayet e. Di Qur’anê de sûreya not û heştemîn e. Peyva Beyyîne, tê ser maneya delîlê apaşkere ku ev peyv di dawîya ayeta ewil de dibore. Sûreya Beyyîne, mijarên kafirên ehlê kitêb û muşrîkan û wehîy û nubûwetê vedibêje. Di vê sûreyê de meqseda wehîy û nubûwetê ka çi ye û bi şandina Kitêb û pêxemberan Allah (ac) hikmetên çawa daxwaz kiriye hatîye ravekirin.

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

1
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

لَمْ يَكُنِ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا مِنْ اَهْلِ الْكِتَابِ وَالْمُشْرِك۪ينَ مُنْفَكّ۪ينَ حَتّٰى تَأْتِيَهُمُ الْبَيِّنَةُۙ

Kafirên ji Ehlê Kitêb û yên ji muşrîkan, hetanî ku delîlên eşkere ji wan re newin (ji kufr û şirkê) ne yên veqetînê bûn.

2
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

رَسُولٌ مِنَ اللّٰهِ يَتْلُوا صُحُفًا مُطَهَّرَةًۙ

Rasûlek ku ji hêla/ji alîyê Allah ve (hatîye şandin) … Suhûfên/rûpelên pirpaqij dixwîne.

3
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

ف۪يهَا كُتُبٌ قَيِّمَةٌۜ

Di nava wî de hukmên ripîrast hene.

4
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَمَا تَفَرَّقَ الَّذ۪ينَ اُو۫تُوا الْكِتَابَ اِلَّا مِنْ بَعْدِ مَا جَٓاءَتْهُمُ الْبَيِّنَةُۜ

Ew ên Kitêb ji wan re hatîye dayîn, bes piştî ku delîla eşkere ji wan re hat, ketin îxtilafê.

5
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَمَٓا اُمِرُٓوا اِلَّا لِيَعْبُدُوا اللّٰهَ مُخْلِص۪ينَ لَهُ الدّ۪ينَ حُنَفَٓاءَ وَيُق۪يمُوا الصَّلٰوةَ وَيُؤْتُوا الزَّكٰوةَ وَذٰلِكَ د۪ينُ الْقَيِّمَةِۜ

Hal ev e ku, ewana hatibûn fermankirin ku ew wek henîfan dîn bitenê jê re xalis bikin û îbadetê Allah bikin û nimêja xwe rasterast bikin û zekâta xwe bidin. Ha dînê rasterast ev bixwe ye.

6
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اِنَّ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا مِنْ اَهْلِ الْكِتَابِ وَالْمُشْرِك۪ينَ ف۪ي نَارِ جَهَنَّمَ خَالِد۪ينَ ف۪يهَاۜ اُو۬لٰٓئِكَ هُمْ شَرُّ الْبَرِيَّةِۜ

Qet guman tune kafirên ji Ehlê Kitêb û yên ji muşrîkan, di agirê cehennemê de ne ku wê tê de bêdawî bimînin. Ha evana, di nava mexluqan de yên herî xerab/şerîr in.

7
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اِنَّ الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِۙ اُو۬لٰٓئِكَ هُمْ خَيْرُ الْبَرِيَّةِۜ

Qet guman tune ew ên îman anîne û amelên salih dikin, evana di nava mexluqan de yên herî qenc/bixêr in.

8
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

جَزَٓاؤُ۬هُمْ عِنْدَ رَبِّهِمْ جَنَّاتُ عَدْنٍ تَجْر۪ي مِنْ تَحْتِهَا الْاَنْهَارُ خَالِد۪ينَ ف۪يهَٓا اَبَدًاۜ رَضِيَ اللّٰهُ عَنْهُمْ وَرَضُوا عَنْهُۜ ذٰلِكَ لِمَنْ خَشِيَ رَبَّهُ

Mikafata wan li cem Rabbê wan, cennetên Adn in ku di binê wan de çem diherikin û wê tê de bêdawî bimînin. Allah ji wan razî bûye û ew jî jê (ji Allah) razî bûne. Ev, ji bo wî kesî ye ku ji Rabbê xwe ditirse.