Sure 85

Sûreya Bûrûc

Mekke22 ayetBurc

البروج
Der barê Sûreyê de

Sûreya Bûrûc, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û bîst û du (22) ayet e. Sûre, navê xwe ji peyva “Bûrûc” stendîye ku di ayeta yekemîn de dibore û tê ser maneya bircan. Sûreya Bûrûc, bi qesema li ser asîmana xwedî bircan dest pê dike. Mijarên qûdreta Allah (ac) û kesên ku di rêya Allah (ac) de tengezarî dikşînin dê bikevin cennetê û aqûbeta kesên ezîyetê didin muslîman jî cehennem e tê vegotin.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

وَالسَّمَٓاءِ ذَاتِ الْبُرُوجِۙ

Sond bi wê asîmana xwedî bircan e,

وَالْيَوْمِ الْمَوْعُودِۙ

Bi roja hatîye weadkirin,

وَشَاهِدٍ وَمَشْهُودٍۜ

Bi wî yê ku şahidî dike û şahidî lê tê kirin.

قُتِلَ اَصْحَابُ الْاُخْدُودِۙ

Qehr li xwedîyên xendeqan be (ku mûmînan avêtin nava bîrên agir)!

اَلنَّارِ ذَاتِ الْوَقُودِۙ

Agirê pêxistî de,

اِذْ هُمْ عَلَيْهَا قُعُودٌۙ

Bi bîr bîne dema ku li derdora agir (cihên xwe girtibûn),

وَهُمْ عَلٰى مَا يَفْعَلُونَ بِالْمُؤْمِن۪ينَ شُهُودٌۜ

Tiştên ku bi mûmînan dikirin temaşe dikirin.

وَمَا نَقَمُوا مِنْهُمْ اِلَّٓا اَنْ يُؤْمِنُوا بِاللّٰهِ الْعَز۪يزِ الْحَم۪يدِۙ

Wan ji ber yek sedema ku ewana bi Allah (ê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (yê ku herî zêde hemd û pesinandinê heq dike û ji alîyê heyînan ve tê pesinandin) Hamîd re îman anîne tol/heyf ji wan distînin.

اَلَّذ۪ي لَهُ مُلْكُ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِۜ وَاللّٰهُ عَلٰى كُلِّ شَيْءٍ شَه۪يدٌۜ

Ew (Allah) e ku hakimîyeta/serwerîya erd û esmanan bitenê aîdê wî ye. Allah, şahidê her tiştî ye.

Tefsîrên Sûreya Bûrûc

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.