Sure 84

Sûreya Înşîqaq

Mekke25 ayetJi Hev Qetîn

الانشقاق
Der barê Sûreyê de

Sûreya Înşîqaq, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û bîst û pênc (25) ayet e. Di Qur’anê de sûreya heştê û çaremîn e. Sûreya Înşîqaq, navê xwe ji peyva “Înşîqaq” sitendîye ku tê ser maneya qelişîn/şeqitîn/terikîn. Di vê sûreyê de bûyerên qiyametê û kesên ji ber deftera amelên xwe ve bi dilşadî vedigerin cem malbata xwe û cezadayîna kesên ehlê xerabîyê ne tê vegotin.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

اِذَا السَّمَٓاءُ انْشَقَّتْۙ

Dema ku asîman dibe şeq,

وَاَذِنَتْ لِرَبِّهَا وَحُقَّتْۙ

Dema ku gûh dide Rabbê xwe û bi awayê lêhatî îtaeta wî dike,

وَاِذَا الْاَرْضُ مُدَّتْۙ

Dema ku erd têrbaş tê dirêjkirin,

وَاَلْقَتْ مَا ف۪يهَا وَتَخَلَّتْۙ

Dema ku tiştên di nava xwe de davêje û vala dibe,

وَاَذِنَتْ لِرَبِّهَا وَحُقَّتْۜ

Dema ku gûh dide Rabbê xwe û bi awayê lêhatî îtaeta wî dike.

يَٓا اَيُّهَا الْاِنْسَانُ اِنَّكَ كَادِحٌ اِلٰى رَبِّكَ كَدْحًا فَمُلَاق۪يهِۚ

Ya însan! Qet guman tune ku (ji bo razîbûna) Rabbê xwe tu yê herûdaîm li ber xwe bidî û axir tu yê leqayî wî bibî.

فَاَمَّا مَنْ اُو۫تِيَ كِتَابَهُ بِيَم۪ينِه۪ۙ

Kitêba kî jî ji milê rastê ve hatibe dayîn,

فَسَوْفَ يُحَاسَبُ حِسَابًا يَس۪يرًاۙ

Ew, bi pirsyarîyeke hêsan wê bikişe hisabê.

وَيَنْقَلِبُ اِلٰٓى اَهْلِه۪ مَسْرُورًاۜ

Û wê bi kêfxweşî vegere cem malbata xwe.

Tefsîrên Sûreya Înşîqaq

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.