Sure 44

Sûreya Dûxân

Mekke59 ayetDûman

الدخان
Der barê Sûreyê de

Sûreya Dûxân, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û pêncî û neh (59) ayet e. Di Qur’anê de sûreya çil û çaremîn e. Dûxân, tê ser maneya dû/mij/dûman ku ev kelîme di ayeta 10. de dibore û ev sûre bi vê peyvê hatîye binav kirin. Sûre, bi sonda bi Kitêbê/bi Qur’anê dest pê dike. Ev jî giringîya Kitêbê û ehemmîyeta wehîyê ya di dîn de nişan dide. Mijarên sûreya Dûxân bi gelemperî ev in: Pêwistîya bawerîya bi kitêban û bi pêxemberan (asm), tengezarîya li heyata dinyayê û ezaba li axîretê ya ku kesên kafir bi wan rû bi rû dimînin û bextewarîya bêdawî ya ku mûmîn pê tên mizgînkirin.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

حٰمٓۜ

Hâ, Mîm.

وَالْكِتَابِ الْمُب۪ينِۙ

Sond bi vê Kitêba vikîvekirî/raveker be,

اِنَّٓا اَنْزَلْنَاهُ ف۪ي لَيْلَةٍ مُبَارَكَةٍ اِنَّا كُنَّا مُنْذِر۪ينَ

Bêguman me, ew di şeveke pîroz de daxistîye. Muheqeq em, hişyarker in.

ف۪يهَا يُفْرَقُ كُلُّ اَمْرٍ حَك۪يمٍۜ

Her karê bi hîkmet (di wê şevê de) tê veqetandin.

اَمْرًا مِنْ عِنْدِنَاۜ اِنَّا كُنَّا مُرْسِل۪ينَۚ

Bi emrekî ji cem me ve (karên ku wê bên kirin diyar dibin û wezîfe belav dibin). Bêşik em (pêxemberan ji însanan re) şandyar in/hinêryar in.

رَحْمَةً مِنْ رَبِّكَۜ اِنَّهُ هُوَ السَّم۪يعُ الْعَل۪يمُۙ

Rahmeteke ji Rabbê te… Bêguman ew, (yê ku hemû tiştan dibihîze) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm bixwe ye.

رَبِّ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِ وَمَا بَيْنَهُمَاۢ اِنْ كُنْتُمْ مُوقِن۪ينَ

Rabbê erd û esmanan û tiştên di navbera herduyan de ye. Eger hûn bi yeqînî pêbawer in (ev wisan e).

لَٓا اِلٰهَ اِلَّا هُوَ يُحْي۪ وَيُم۪يتُۜ رَبُّكُمْ وَرَبُّ اٰبَٓائِكُمُ الْاَوَّل۪ينَ

Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Divejîne û dimirîne. Rabbê we û Rabbê bavûkalên we yên berê ye.

بَلْ هُمْ ف۪ي شَكٍّ يَلْعَبُونَ

(Nexêr,) birastî ew di nava gumanê de xwe pêmijul dikin.

Tefsîrên Sûreya Dûxân

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.