Sure 72

Sûreya Cin

Mekke28 ayetCin

الجن
Der barê Sûreyê de

Sûreya Cin, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û bîst û heşt (28) ayet e. Di Qur’anê de sûreya heftê û duyemîn e. Ji ber ku bûyera Muslîmbûna komek ji cinan bi guhdarîya Qur’anê ya ku Rasûlullah (ass) xwendîye tê vegotin bi navê sûreya Cin hatîye navandin. Di sûreyê de hêza wehîyê ya bandorker û taybetîya wî yê hîkarîker bi eşkerehî derdikeve holê. Wehdanîyet û berzbûna Allah (ac) û dizî an eşkere her çi hebe Allah (ac) bi wan dizane û çewtî û mubalaxatîya agahî û bawerîyên der heqê cinan de û teqezîya jiyana axîretê tê vegotin.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

قُلْ اُو۫حِيَ اِلَيَّ اَنَّهُ اسْتَمَعَ نَفَرٌ مِنَ الْجِنِّ فَقَالُٓوا اِنَّا سَمِعْنَا قُرْاٰنًا عَجَبًاۙ

Bibêje: “Ji min re ev hate wehîykirin: Komek ji cinan guhdarî (ya Qur'anê) kirin û wiha gotin: ‘Bêguman me, Qur'aneke (bi belexat û hinareyên/peyamên xwe) hejmetkar guhdarî kir.’ ”

يَهْد۪ٓي اِلَى الرُّشْدِ فَاٰمَنَّا بِه۪ۜ وَلَنْ نُشْرِكَ بِرَبِّنَٓا اَحَدًاۙ

“Ew, bi ya herî rast ve hîdayet dike. Me jî îman pê anîye. Em ji Rabbê xwe re qet tu tiştî şirîk çênakin.”

وَاَنَّهُ تَعَالٰى جَدُّ رَبِّنَا مَا اتَّخَذَ صَاحِبَةً وَلَا وَلَدًاۙ

“Bêşik qudret û ezameta Rabbê me pir berz/bilind e. Wî ne hevjîn û ne jî zarok girtîye.”

وَاَنَّهُ كَانَ يَقُولُ سَف۪يهُنَا عَلَى اللّٰهِ شَطَطًاۙ

“Bêguman ew (Îblîs) ê sefîhê me, der heqê Allah de tiştên zilim û derew in gotîye.”

وَاَنَّا ظَنَنَّٓا اَنْ لَنْ تَقُولَ الْاِنْسُ وَالْجِنُّ عَلَى اللّٰهِ كَذِبًاۙ

“(Lê) bi rastî me qet hizir nedikir ku wê însan û cin der heqê Allah de derewan bikin. (Dema ku me guhdarîya Qur'anê kir me dît/me fêm kir ku hevjîn û zarokên Allah tunin û cinan û însanan derew kirine.)”

وَاَنَّهُ كَانَ رِجَالٌ مِنَ الْاِنْسِ يَعُوذُونَ بِرِجَالٍ مِنَ الْجِنِّ فَزَادُوهُمْ رَهَقًاۙ

“Qet guman tune ji însanan hin kes xwe disipartin hin kesên ji cinan, (sipartina însanan ya bi cinan) harîtîya/bitirtîya wan (cinan) zêdetir dikir.”

Jêrenot
(Ayet, bi du awayî tê manekirin. Maneya ewil ew e ku me di mealê de zikir kiriye. Ya duyem jî: “Ew cinên ku xwe dispêrin wan, bitenê harîtî û rêşaşîtîya însanan zêde kir.” Cureyek ji awayê şirîk çêkirina Allah (ac) yek jî; tazîma cinan û spartina wan û serjêkirina qurbanan ji wan re û ji bo waqifbûna ilmê xeybê pêkanîna têkilîya bi wan re û bi nivîsandina nîviştan û bi wesîleya wan çêkirina sêhrê ku li ser wan bi efsûnan navê cinan dinivîsin û hêvîdarîya sûdwergirtina ji wan û parastina ji zeraran. Wekî din ji bo tarîf û cureyên şirkê û aqubeta muşrîkan bnr. 4/Nîsa, 48)

وَاَنَّهُمْ ظَنُّوا كَمَا ظَنَنْتُمْ اَنْ لَنْ يَبْعَثَ اللّٰهُ اَحَدًاۙ

“Bêguman, wekî ku hûn jî guman dikin, wan zen dikir ku wê Allah nikaribe kesekî bivejîne.”

وَاَنَّا لَمَسْنَا السَّمَٓاءَ فَوَجَدْنَاهَا مُلِئَتْ حَرَسًا شَد۪يدًا وَشُهُبًاۙ

“Muheqeq me esman dapeland lê me dît ku bi parêzvanên pir hêzdar û bi gilokên bizotê tije bû.”

وَاَنَّا كُنَّا نَقْعُدُ مِنْهَا مَقَاعِدَ لِلسَّمْعِۜ فَمَنْ يَسْتَمِعِ الْاٰنَ يَجِدْ لَهُ شِهَابًا رَصَدًاۙ

“Bêguman, ji bo me (berîya niha, ji bo ku em agahîyên Mele-î A’lâ) guhdarî bikin cih (ên guncaw) hebûn, em rudiniştin. Lê belê niha ew kesê ji bo guhdarîyê (xwe tê bide), di heman demê de gilokekî bizotê çavnêr/peyrav di pey xwe de dibîne.”

Tefsîrên Sûreya Cin

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.