Sure 73

Sûreya Muzzemmil

Mekke20 ayetYê Xwe Pêçayî

المزمل
Der barê Sûreyê de

Sûreya Muzzemmil, Mekkî ye (Mekkeyê nazil bûye) û bîst (20) ayet e. Di Qur’anê de sûreya heftê û sêyemîn e. Peyva Muzzemmil, di ayeta yekemîn de dibore û tê ser maneya nuxamtî. Wek sûreya Muzzemmil hatîye navandin. Di sûreyê de serata jiyana Rasûlullah (ass) îbadetê tê vegotin. Wekî din şêweya tevgerîna Rasûlullah (ass) û aqûbeta Firewn û pêdivîya tîlaweta Qur’anê û xelata kesên muhsîn ya li cem Allah ji mijarên vê sûreyê ne.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

يَٓا اَيُّهَا الْمُزَّمِّلُۙ

Ya ew (pêxember) ê nuxamtî/barê (nûbûwetê) hilgirtîye!

قُمِ الَّيْلَ اِلَّا قَل۪يلًاۙ

Ji xeynî hindikî pê ve (ku tu tê de îstirahet bikî) di şevê de rabe!

نِصْفَهُٓ اَوِ انْقُصْ مِنْهُ قَل۪يلًاۙ

Bi qasî nîvê wê an jî hinek kêm bike,

اَوْ زِدْ عَلَيْهِ وَرَتِّلِ الْقُرْاٰنَ تَرْت۪يلًاۜ

An jî hinek lê zêde bike. Qur'anê (ji bo qenc hewisînê û fikirîneke bi kûrahî) li ser tertîlê (lib û lib, giran giran) bixwîne.

اِنَّا سَنُلْق۪ي عَلَيْكَ قَوْلًا ثَق۪يلًاۜ

Bêguman, em ê peyveke (berpirsîyarîya wê) giran bi ser te de wehîy bikin.

اِنَّ نَاشِئَةَ الَّيْلِ هِيَ اَشَدُّ وَطْـًٔا وَاَقْوَمُ ق۪يلًاۜ

Qet guman tune îbadeta şevê (di alema te ya hestê de) herî bandortir û ji hêla peyvê ve jî bihêztir e.

اِنَّ لَكَ فِي النَّهَارِ سَبْحًا طَو۪يلًاۜ

(Şeva xwe bi îbadet biborîne.) Bêşik bi rojê ji bo te (ku tu tê de biarimî û rakevî) demeke dirêj heye.

Jêrenot
(Ayet dibe ku bi vê awayê jî bê manekirin: “Bi rojê pir meşxulîyetên te heye.”)

وَاذْكُرِ اسْمَ رَبِّكَ وَتَبَتَّلْ اِلَيْهِ تَبْت۪يلًاۜ

Navê Rabbê xwe zikir bike (dev ji her tiştî berde) û bi awayekî kâmil berê xwe bide wî.

رَبُّ الْمَشْرِقِ وَالْمَغْرِبِ لَٓا اِلٰهَ اِلَّا هُوَ فَاتَّخِذْهُ وَك۪يلًا

(Ew) Rabbê rojhilat û rojava ye. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh tune. (Herwiha tu) wî wekîl bigire.

Tefsîrên Sûreya Muzzemmil

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.