Sure 62

Sûreya Cûmûa

Medîne11 ayetÎne

الجمعة
Der barê Sûreyê de

Sûreya Cûmûa, Medenî ye (li Medîneyê nazil bûye) û yazdeh (11) ayet e. Di Qur’anê de sûreya şêst û yekemîn e. Sûreya Cûmûa, navê xwe ji peyva “Cûmûa” sitendîye ku ev peyv di ayeta 9. de dibore. Sûre, hikmetên şandina pêxemberan û ji karên neyînî yên ku ji wan re Tewrat hatîye şandin û giringîya nimêja înê ya di nav Muslîman de vedibêje.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

يُسَبِّحُ لِلّٰهِ مَا فِي السَّمٰوَاتِ وَمَا فِي الْاَرْضِ الْمَلِكِ الْقُدُّوسِ الْعَز۪يزِ الْحَك۪يمِ

Her çi tiştên li erd û esmanan hene, wî Allahê (hakimîyetê/serwerîyê û yê ku di milkê xwe de wekî daxwaza xwe teserûfê dike) Melîk û (ew ê muqeddes û ji her kêmasîyan munezzeh/berî) Quddûs û (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e, tesbîh dikin.

هُوَ الَّذ۪ي بَعَثَ فِي الْاُمِّيّ۪نَ رَسُولًا مِنْهُمْ يَتْلُوا عَلَيْهِمْ اٰيَاتِه۪ وَيُزَكّ۪يهِمْ وَيُعَلِّمُهُمُ الْكِتَابَ وَالْحِكْمَةَۗ وَاِنْ كَانُوا مِنْ قَبْلُ لَف۪ي ضَلَالٍ مُب۪ينٍۙ

Ew ê ku ji nav ummîyan Rasûlekî ji wan re şand û (ew pêxember) ji wan re ayetên (Allah) dixwîne û wan paqij dike û Kitêb û hikmet hînî wan dike, ew e. Ew, berîya vê di rêşaşîyeke vikîvekirî de bûn.

وَاٰخَر۪ينَ مِنْهُمْ لَمَّا يَلْحَقُوا بِهِمْۜ وَهُوَ الْعَز۪يزُ الْحَك۪يمُ

Û ji ew ên ku ji wan in lê ew hêj negihîştine wan re jî… Ew, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.

ذٰلِكَ فَضْلُ اللّٰهِ يُؤْت۪يهِ مَنْ يَشَٓاءُۜ وَاللّٰهُ ذُو الْفَضْلِ الْعَظ۪يمِ

Ev, lutfa Allah e. (Allah, lutfa xwe) ji kî re bixwaze dide wî. Ew Allah, xwedî lutfeke mezin e.

مَثَلُ الَّذ۪ينَ حُمِّلُوا التَّوْرٰيةَ ثُمَّ لَمْ يَحْمِلُوهَا كَمَثَلِ الْحِمَارِ يَحْمِلُ اَسْفَارًاۜ بِئْسَ مَثَلُ الْقَوْمِ الَّذ۪ينَ كَذَّبُوا بِاٰيَاتِ اللّٰهِۜ وَاللّٰهُ لَا يَهْدِي الْقَوْمَ الظَّالِم۪ينَ

Mîsal a wan ên ku Tewrat li wan hatîye barkirin û digel vê pêwistîyên wê pêk neanîne, wekî mînaka wî kerê ku barê kitêbên kubkube hildigire ye. Mîsala civaka ku bi ayetên Allah îman neanîne çiqas xerab e. Allah, qewmê zaliman hîdayet nake.

Jêrenot
(Der heqê wezîfe û mesûlîyeta aliman bnr. 2/Baqara, 159; 3/Âl-î Îmran, 187)

قُلْ يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ هَادُٓوا اِنْ زَعَمْتُمْ اَنَّكُمْ اَوْلِيَٓاءُ لِلّٰهِ مِنْ دُونِ النَّاسِ فَتَمَنَّوُا الْمَوْتَ اِنْ كُنْتُمْ صَادِق۪ينَ

Bibêje: “Gelî Cihûyan! Eger hûn pêbawer in ku ji hemû însanan hûn bitenê dostên Allah in û hûn di vê (îdîaya xwe) de rastbêj in, de heydê mirinê daxwaz bikin (em bibînin).”

وَلَا يَتَمَنَّوْنَهُٓ اَبَدًا بِمَا قَدَّمَتْ اَيْد۪يهِمْۜ وَاللّٰهُ عَل۪يمٌ بِالظَّالِم۪ينَ

Lê belê ji ber karûkirinên xwe yên ku teqdîm kirine (ji ber amelên xwe yên xerab) ew tu carî/ebedîyen mirinê naxwazin. Allah, bi zaliman dizane.

قُلْ اِنَّ الْمَوْتَ الَّذ۪ي تَفِرُّونَ مِنْهُ فَاِنَّهُ مُلَاق۪يكُمْ ثُمَّ تُرَدُّونَ اِلٰى عَالِمِ الْغَيْبِ وَالشَّهَادَةِ فَيُنَبِّئُكُمْ بِمَا كُنْتُمْ تَعْمَلُونَ۟

Bibêje: “Ew, mirina ku hûn jê direvin, qet tu guman tune ku wê bigihîje we. Paşê hûn ê bi bal (Allah) ê xwedî agahîya (alema) xeybê (ya nexuya) û (alema) şehadetê (ya eşkere) dizane ve bên vegerandin û wê ji karûkirinên we hûn agahdar bike.”

يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُٓوا اِذَا نُودِيَ لِلصَّلٰوةِ مِنْ يَوْمِ الْجُمُعَةِ فَاسْعَوْا اِلٰى ذِكْرِ اللّٰهِ وَذَرُوا الْبَيْعَۜ ذٰلِكُمْ خَيْرٌ لَكُمْ اِنْ كُنْتُمْ تَعْلَمُونَ

Gelî ew ên îman anîne! Dema ku roja înê ji bo nimêjê hate (bang dayîn) vexwendin, bi bal zikra Allah (bi nimêjê) ve bibezin û dev ji danûsitendinê berdin. Eger hûn bizanibin ev, ji bo we ya herî bixertir e.

Tefsîrên Sûreya Cûmûa

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.