﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
Medîne11 ayetMunafiq
Sûreya Munafîqûn Medenî ye (li Medîneyê nazil bûye) û yazdeh (11) ayet e. Di Qur’anê de sûreya şêst û sêyemîn e. Ji ber ku bi gelemperî behsa tevger û helwestên munafiqan vedibêje wek sûreya Munafîqûn hatîye navandin. Di beşa dawî de ji kesên mûmîn re ji bo ku hezkirina mal û minal wan ji rêya Allah (ac) paş de nehêle hişyarî heye.
﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
اِذَا جَٓاءَكَ الْمُنَافِقُونَ قَالُوا نَشْهَدُ اِنَّكَ لَرَسُولُ اللّٰهِۢ وَاللّٰهُ يَعْلَمُ اِنَّكَ لَرَسُولُهُۜ وَاللّٰهُ يَشْهَدُ اِنَّ الْمُنَافِق۪ينَ لَكَاذِبُونَۚ
Gava ew ên munafiq tên cem te dibêjin: “Em şahidî dikin ku tu Rasûlullah î. Allah jî pirbaş dizane ku tu pêxemberê wî yî. Allah şahidî dike ku munafiq derewkar bixwe ne.
اِتَّخَذُٓوا اَيْمَانَهُمْ جُنَّةً فَصَدُّوا عَنْ سَب۪يلِ اللّٰهِۜ اِنَّهُمْ سَٓاءَ مَا كَانُوا يَعْمَلُونَ
Sondên xwe ji xwe re dikin mertal û pêşî ji rêya Allah digirin. Qet tu guman tune ku ev karên wan pir xerab e.
ذٰلِكَ بِاَنَّهُمْ اٰمَنُوا ثُمَّ كَفَرُوا فَطُبِعَ عَلٰى قُلُوبِهِمْ فَهُمْ لَا يَفْقَهُونَ
Ev, bi sedema ku wan îman anîbû û paşê jî bibûn kafir e. Qelbên wan hatîye mohrkirin, êdî ew fêhm nakin.
وَاِذَا رَاَيْتَهُمْ تُعْجِبُكَ اَجْسَامُهُمْۜ وَاِنْ يَقُولُوا تَسْمَعْ لِقَوْلِهِمْۜ كَاَنَّهُمْ خُشُبٌ مُسَنَّدَةٌۜ يَحْسَبُونَ كُلَّ صَيْحَةٍ عَلَيْهِمْۜ هُمُ الْعَدُوُّ فَاحْذَرْهُمْۜ قَاتَلَهُمُ اللّٰهُۘ اَنّٰى يُؤْفَكُونَ
Dema tu wan dibînî girsa/qelafeta wan li xweşê te diçe. Gava ku diaxivin tu guhdarîya wan dikî. Ew, wekî qurmê darê (ku bi serê xwe nikarin li pîya bimînin û bê fêkî ne û) spartîyê dîwarê ne. Her qêrînê di aleyha xwe de zen dikin. (Ew bi xwîyayîya derê xwe wek mêrxas û der û dilê wî yek xuya bibin jî ew di alema xwe ya hundirîn de newêrek û ji her tiştî vecinoq/bizdonek in.) Neyarên esil ew in, xwe ji wan biparêze. Allah, wan bikuje, çawa tên vegerandin?
وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمْ تَعَالَوْا يَسْتَغْفِرْ لَكُمْ رَسُولُ اللّٰهِ لَوَّوْا رُؤُ۫سَهُمْ وَرَاَيْتَهُمْ يَصُدُّونَ وَهُمْ مُسْتَكْبِرُونَ
Dema ji wan re tê gotin: “Werin, bila Rasûlullah ji bo we mexfîret daxwaz bike.” serê xwe dizivirînin (xwe lê nakin xwedî). Û tu dibînî ku ew bi quretî rû vedigerînin.
سَوَٓاءٌ عَلَيْهِمْ اَسْتَغْفَرْتَ لَهُمْ اَمْ لَمْ تَسْتَغْفِرْ لَهُمْۜ لَنْ يَغْفِرَ اللّٰهُ لَهُمْۜ اِنَّ اللّٰهَ لَا يَهْدِي الْقَوْمَ الْفَاسِق۪ينَ
Tu ji bo wan mexfîret bixwazî jî û nexwazî jî ferq nake. Allah, tu carî mexfîretê li wan nake. Bêguman Allah, civaka fasiqan hîdayet nake.
هُمُ الَّذ۪ينَ يَقُولُونَ لَا تُنْفِقُوا عَلٰى مَنْ عِنْدَ رَسُولِ اللّٰهِ حَتّٰى يَنْفَضُّواۜ وَلِلّٰهِ خَزَٓائِنُ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِ وَلٰكِنَّ الْمُنَافِق۪ينَ لَا يَفْقَهُونَ
Ewana, ew in ku wiha dibêjin: “Hûn ji bo wan ên li cem Rasûlullah înfaqê nekin da ku belav bibin û herin.” Xezîneyên erd û esmanan yê Allah in. Lê ew ên munafiq fêm nakin.
يَقُولُونَ لَئِنْ رَجَعْنَٓا اِلَى الْمَد۪ينَةِ لَيُخْرِجَنَّ الْاَعَزُّ مِنْهَا الْاَذَلَّۜ وَلِلّٰهِ الْعِزَّةُ وَلِرَسُولِه۪ وَلِلْمُؤْمِن۪ينَ وَلٰكِنَّ الْمُنَافِق۪ينَ لَا يَعْلَمُونَ۟
Dibêjin ku: “Eger em vegerin Medîneyê, yên bi rûmet/azîz wê wan ên zelil (ji wir) derxîne û nefiy bike.” Îzzet/rûmet aîdê Allah e û pêxemberê wî ye û mûmînan e. Lê ew ên munafiq pê nizanin.
يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا لَا تُلْهِكُمْ اَمْوَالُكُمْ وَلَٓا اَوْلَادُكُمْ عَنْ ذِكْرِ اللّٰهِۚ وَمَنْ يَفْعَلْ ذٰلِكَ فَاُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الْخَاسِرُونَ
Gelî ew ên îman anîne! Bila mal û ewladên we, hûn ji zikra Allah paş ve nexin/men nekin. Kî jî wisan bike ha ew, yên ku bi xusranê ketine bixwe ne.
وَاَنْفِقُوا مِمَّا رَزَقْنَاكُمْ مِنْ قَبْلِ اَنْ يَأْتِيَ اَحَدَكُمُ الْمَوْتُ فَيَقُولَ رَبِّ لَوْلَٓا اَخَّرْتَن۪ٓي اِلٰٓى اَجَلٍ قَر۪يبٍۙ فَاَصَّدَّقَ وَاَكُنْ مِنَ الصَّالِح۪ينَ
Berî ku mirina yekî ji we bê û bibêje: “Rabbê min! Te min heta demekî bidana paş da ku min sedeqe bidana û ez bibûma ji salihan” ji wî rizqê ku me daye we înfaq bikin.
وَلَنْ يُؤَخِّرَ اللّٰهُ نَفْسًا اِذَا جَٓاءَ اَجَلُهَاۜ وَاللّٰهُ خَب۪يرٌ بِمَا تَعْمَلُونَ
Allah, (mirina) kesê ku ecelê wî hatibe tu carî nade paş. Allah ji karûkirinên we agahdar e.