Sure 93

Sûreya Dûhâ

Mekke11 ayetDema Taştê

الضحى
Der barê Sûreyê de

Sûreya Dûhâ, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û yazdeh (11) ayet e. Di Qur’anê de sûreya not û sêyemîn e. Dûhâ, tê ser maneya berbang/danê sibehê. Sûre, navê xwe ji ayeta yekemîn û ji vê peyvê sitendîye û bi sonda bi dûhâyê/bi danê sibehê dest pê dike. Ji sûreyê fêm dibe ku nîmetên Allah (ac) yên piştî nubûwetê ya li ser Rasûlullah (ass) ji yên berîya nubûwetê herî zêdetir in ku qethîyen nayên qiyas kirin.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

وَالضُّحٰىۙ

Sond be bi dûhâyê/danê sibehê,

وَالَّيْلِ اِذَا سَجٰىۙ

Û dema dinuximîne şevê.

مَا وَدَّعَكَ رَبُّكَ وَمَا قَلٰىۜ

Rabbê te terka te nekiriye û ji te nexeyîdîye.

وَلَلْاٰخِرَةُ خَيْرٌ لَكَ مِنَ الْاُو۫لٰىۜ

Bêguman ji bo te axîret ji dinyayê herî bixêrtir e.

وَلَسَوْفَ يُعْط۪يكَ رَبُّكَ فَتَرْضٰىۜ

Helbet Rabbê te wê bide te û tu yê jî razî bibî.

اَلَمْ يَجِدْكَ يَت۪يمًا فَاٰوٰىۖ

Ma dema ku tu sêwî bûyî, wî tu nedît û nehewand?

وَوَجَدَكَ ضَٓالًّا فَهَدٰىۖ

Ma dema te (bi Kitêb û îmanê) nizanîbû wî rêya rast nîşanî te neda?

وَوَجَدَكَ عَٓائِلًا فَاَغْنٰىۜ

Ma dema ku tu feqîr bûyî, wî tu dewlemend nekir?

فَاَمَّا الْيَت۪يمَ فَلَا تَقْهَرْۜ

Di wê rewşê de, tu kesê sêwî neqehirîne/kêm nebîne!

Tefsîrên Sûreya Dûhâ

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.