Sure 92

Sûreya Leyl

Mekke21 ayetŞev

الليل
Der barê Sûreyê de

Sûreya Leyl, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û bist û yek (21) ayet e. Di Qur’anê de sûreya not û duyemîn e. Navê xwe ji peyva “Leyl” sitendîye ku di ayeta yekemîn de dibore û tê ser maneya şev. Di sûreya Leyl de comerdî tê pesinandin û qesîsî tê zemkirin û şîreta xerckirina mal û serwetên xwe ya di rêya Allah (ac) de tê kirin.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

وَالَّيْلِ اِذَا يَغْشٰىۙ

Dema ku dipêçe û dinuximîne bi şevê.

وَالنَّهَارِ اِذَا تَجَلّٰىۙ

Dema ku ronahî dibe bi rojê,

وَمَا خَلَقَ الذَّكَرَ وَالْاُنْثٰىۙ

Bi xaliqê nêr û mê.

اِنَّ سَعْيَكُمْ لَشَتّٰىۜ

Bêguman xebatên we cûr bi cûr in. (Hinek ji bo cennetê hinek jî ji bo dojehê dixebitin.)

فَاَمَّا مَنْ اَعْطٰى وَاتَّقٰىۙ

Kî jî bide û (ji Allah) bitirse û xwe biparêze,

وَصَدَّقَ بِالْحُسْنٰىۙ

Û ya herî xweşik (Laîlâheîllallah) tesdîq bike,

فَسَنُيَسِّرُهُ لِلْيُسْرٰىۜ

Em jî jê re ya herî hêsan e (amelê salih û cennetê) hêsan dikin.

وَاَمَّا مَنْ بَخِلَ وَاسْتَغْنٰىۙ

Kî jî qesîsî bike û wekî ku ne hewcedar (ê Allah) be tevbigere,

وَكَذَّبَ بِالْحُسْنٰىۙ

Û ya herî xweşik (Laîlâheîllallah) biderewîne,

Tefsîrên Sûreya Leyl

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.