Sure 94

Sûreya Înşîrâh

Mekke8 ayetFirehbûn

الشرح
Der barê Sûreyê de

Sûreya Înşîrâh, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û heşt (8) ayet e. Di Qur’anê de sûreya not û çaremîn e. Di sûreya Înşîrâh de li ser teblîxa îslamê li dij tengezarîyên ku Rasûlullah (ass) rû bi rû mabû de bi alîkarî û firehîyên hatine dayîn û teselîya Rabbanî hatîye vegotin.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

اَلَمْ نَشْرَحْ لَكَ صَدْرَكَۙ

Ma qey me singa te (ji bo hîdayet û xêrê musexer û) fireh nekir?

Jêrenot
(Bnr. 6/En’âm, 125)

وَوَضَعْنَا عَنْكَ وِزْرَكَۙ

Me (xetayên berîya nûbûwetê û barê nûbûwetê ya) giran ji ser te ranekir?

اَلَّذ۪ٓي اَنْقَضَ ظَهْرَكَۙ

Heta ku ew bar, pişta te xistibû ber te.

وَرَفَعْنَا لَكَ ذِكْرَكَۜ

Me navûdengê te berz/bilind nekir?

فَاِنَّ مَعَ الْعُسْرِ يُسْرًاۙ

Qet guman tune, ligel zorahîyê hêsanî heye.

اِنَّ مَعَ الْعُسْرِ يُسْرًاۜ

(Belê,) ligel zorahîyê hêsanî heye.

فَاِذَا فَرَغْتَ فَانْصَبْۙ

(Herwiha) dema ku tu vala mayî, (bi îbadet û taatê) bibetile/biweste.

وَاِلٰى رَبِّكَ فَارْغَبْ

Û bitenê ji Rabbê xwe re rexbet bike/berê xwe bidê.

Tefsîrên Sûreya Înşîrâh

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.