Vegere Sûreya En’am

En’amالأنعام

115. Ayet

115Sûreya En’am
Di Mushefê de Veke

وَتَمَّتْ كَلِمَتُ رَبِّكَ صِدْقًا وَعَدْلًاۜ لَا مُبَدِّلَ لِكَلِمَاتِه۪ۚ وَهُوَ السَّم۪يعُ الْعَل۪يمُ

Kelîmeya Rabbê te (Qur'an), ji hêla rastî û edaletê ve tekûzbûyî/kamilbûyî ye. Kesê ku bikaribe peyvên wî biguherîne nîne. Ew (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.”

Jêrenot
(Her çi qanûn an qaîde be bila bibe ji bo ku di navbera însanan de bibe hakem divê sê sifetan di nava xwe de bihewîne: a. Divê ehkamên wê bi kitekit û mufessel be. b. Rastbûna wan tiştên ku der heqê wan de agahîyê dide. c. Ji hêla hukim û ehkamê ve bûyîna li ser edaletê. Qur'an ku şerîeta Allah (ac) e, evan sifetan bi tevahî dihewîne. Lewre ew ji hêla/alîyê Allah (ac) ve ku ji ilim û edalet hikmeta xwe ve bêkêmasîye nazil bûye. Qanûnên beşerî bitemamî ji van sifetan mehrûm in. Lewre ew qanûnên beşerî jî ji aqil û hewayê însan û bi destê wî hatîye nivîsandin ku insan ji hêla ilim û edalet û dadwerîyê de/hakemtîyê de bi qisûr û bi kêmasî ye. Ji ber vê ye ku qanûnên Allah (ac) di dirêjahîya dîrokê de bi sedsalan bi awayekî neguherbar hatîye tetbîqkirin. Lê qanûnên beşerî her çend salan carekî li gorî hewcetîya gel ji nû de tên guhertin. Qanûnên Allah (ac) çavkanîya aşitî û aramî û edalet û ewlehîyê ye. Lê qanûnên beşerî dibin sedema şer û karesatî û malmîratî û zilim û alozîyê. Wekî din ji bo hikmetên ku Qur'ana Kerîm Kitêbeke mufesselbûyî/kitekitbûyî ye, bnr. 6/En’âm, 55.)

Tefsîr

Fî Zılâli'l-Kur'ân

Ji bo vê ayetê di vê çavkaniyê de tefsîr nehat dîtin.