Vegere Sûreya En’am

En’amالأنعام

14. Ayet

14Sûreya En’am
Di Mushefê de Veke

قُلْ اَغَيْرَ اللّٰهِ اَتَّخِذُ وَلِيًّا فَاطِرِ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِ وَهُوَ يُطْعِمُ وَلَا يُطْعَمُۜ قُلْ اِنّ۪ٓي اُمِرْتُ اَنْ اَكُونَ اَوَّلَ مَنْ اَسْلَمَ وَلَا تَكُونَنَّ مِنَ الْمُشْرِك۪ينَ

Bibêje: “Digel ku xaliqê erd û esmanan Allah e û ew riziq dide û (ji hêla tu kesî ve) nayê xwedîkirin, ma ez ji Allah pê ve çawa yekî din ji xwe re dost bigirim?” Bibêje: “Bêguman li min hate fermankirin ku ez bibim ji ewilê muslîman/ew evdên ku şirkê terk kirine û li ser tewhîdê berê xwe dane Allah.” Û (ji min re wiha hat gotin:) “Nebe ku tu bibî ji muşrîkan.”

Jêrenot
(Muşrîkan, hin heyînên ji xeynî Allah ji xwe re wek dost/welî digirtin û çawa ku ji dostekî/ji welîyekî bendewarê tiştek bûn, weke vê ji wan heyînan jî daxwaz û hêvîyan dikirin. Ewana li gorî dilê xwe wiha dihesibandin ku heyînên ji xeynî Allah ji xwe re kiribûn ewlîya ev bûn; melâiketên ku nêzî Allah in (ac) û li îndallah/li cem Allah xatirê wan heye (34/Sebe’, 40) û rûhanîyeta kesên salih in. (53/Necm, 20; 71/Nûh, 23) Qur'ana Kerîm, sebebên welî girtin û pûtçêkirina van heyînan wiha îzah dike: - Ji bo nêzîkbûna Allah (39/Zûmer, 3) - Ji bo li îndallah/li cem Allah bi şefaeta wan naîl bibin (10/Yûnus, 18; 39/Zûmer, 43-44) - Dema hewcedarîyê de ki bo alîkarî li wan bê kirin (36/Yâsîn, 74-75) - Ji bo bibin xwedî îzzet (19/Meryem, 81-82) - Ji bo pevkelandina civakê û bibe rûmeteke neteweyî/millî (29/Ankebût, 25) Wekî din bnr. 29/Ankebût, 41.)

Tefsîr

Tefhîmü'l-Kur'ân

14- De ki: "O, gökleri ve yeri yaratırken ve O, (hep) besleyip (hiç) beslenmezken, ben Allah'tan başkasını mı veli edineceğim?"(10) De ki: "Bana gerçekten müslüman olanların ilki olmam emredildi ve: Sakın müşriklerden olma." (denildi.)