153Sûreya En’am
وَاَنَّ هٰذَا صِرَاط۪ي مُسْتَق۪يمًا فَاتَّبِعُوهُۚ وَلَا تَتَّبِعُوا السُّبُلَ فَتَفَرَّقَ بِكُمْ عَنْ سَب۪يلِه۪ۜ ذٰلِكُمْ وَصّٰيكُمْ بِه۪ لَعَلَّكُمْ تَتَّقُونَ
Ha ev, rêya min a rasterast e. Bidin pey wê (rê yê). Nedin pey rêyên ku (we) ji rêya wî (ji rêya Allah a rasterast) vedigerînin. Bi vêya şîret li we kir, hêvî heye ku hûn xwe biparêzin.
Jêrenot
(Ibnî Mesûd (ra) wiha qotîye: “Rasûlullah (ass) rojekî bi destê xwe xêzekî kişand û wiha got: ‘Ev rêya Allah (ac) e ku rêya rasterast e.’ Piştre li rast û çepê wê xêzê de hin xêzên din kişand û wiha got: ‘Ev (xêzên hanê), her yek ji wan rêyek e ku li serê her rêyekî de şeytanek heye û gazî wê rêyê dike.’ Rasûlullah (ass) paşê ev ayet xwend.” (Darimî, 202; Ahmed, 4437)
Qur'an û sunneta sehîh dide zanîn ku rêya heq her yek e û ew jî bi wehîyê eşkerebûyî ye (2/Baqara, 38) û rêyên ji xeynî vê bi tevahî rêşaşîtî ne (10/Yûnus, 32) û ew kesên bi dûv rêyên din ketine di heqîqetê de jirêketine û tabiê hewayên xwe bûne (45/Câsîye,18).)