Vegere Sûreya En’am

En’amالأنعام

153. Ayet

153Sûreya En’am
Di Mushefê de Veke

وَاَنَّ هٰذَا صِرَاط۪ي مُسْتَق۪يمًا فَاتَّبِعُوهُۚ وَلَا تَتَّبِعُوا السُّبُلَ فَتَفَرَّقَ بِكُمْ عَنْ سَب۪يلِه۪ۜ ذٰلِكُمْ وَصّٰيكُمْ بِه۪ لَعَلَّكُمْ تَتَّقُونَ

Ha ev, rêya min a rasterast e. Bidin pey wê (rê yê). Nedin pey rêyên ku (we) ji rêya wî (ji rêya Allah a rasterast) vedigerînin. Bi vêya şîret li we kir, hêvî heye ku hûn xwe biparêzin.

Jêrenot
(Ibnî Mesûd (ra) wiha qotîye: “Rasûlullah (ass) rojekî bi destê xwe xêzekî kişand û wiha got: ‘Ev rêya Allah (ac) e ku rêya rasterast e.’ Piştre li rast û çepê wê xêzê de hin xêzên din kişand û wiha got: ‘Ev (xêzên hanê), her yek ji wan rêyek e ku li serê her rêyekî de şeytanek heye û gazî wê rêyê dike.’ Rasûlullah (ass) paşê ev ayet xwend.” (Darimî, 202; Ahmed, 4437) Qur'an û sunneta sehîh dide zanîn ku rêya heq her yek e û ew jî bi wehîyê eşkerebûyî ye (2/Baqara, 38) û rêyên ji xeynî vê bi tevahî rêşaşîtî ne (10/Yûnus, 32) û ew kesên bi dûv rêyên din ketine di heqîqetê de jirêketine û tabiê hewayên xwe bûne (45/Câsîye,18).)

Tefsîr

Tefhîmü'l-Kur'ân

153- Bu benim dosdoğru olan yolumdur, şu halde ona uyun. Sizi O'nun yolundan ayıracak (başka) yollara uymayın.(135) Bununla size tavsiye etti, umulur ki korkup-sakınırsınız.