هَلْ يَنْظُرُونَ اِلَّٓا اَنْ تَأْتِيَهُمُ الْمَلٰٓئِكَةُ اَوْ يَأْتِيَ رَبُّكَ اَوْ يَأْتِيَ بَعْضُ اٰيَاتِ رَبِّكَۜ يَوْمَ يَأْت۪ي بَعْضُ اٰيَاتِ رَبِّكَ لَا يَنْفَعُ نَفْسًا ا۪يمَانُهَا لَمْ تَكُنْ اٰمَنَتْ مِنْ قَبْلُ اَوْ كَسَبَتْ ف۪ٓي ا۪يمَانِهَا خَيْرًاۜ قُلِ انْتَظِرُٓوا اِنَّا مُنْتَظِرُونَ
Ma ew (ên ayetên Allah tekzîb dikin/diderewînin û berê însanan jê vedigerînin) qey (ji van pê ve) li hêvîya tiştekî din in ku melâiket an Rabbê te an jî hinek ayetên Rabbê te werin? Roja ku hinek ayetên Rabbê te hatin ew kesê berê de îmân neanîbe an jî bi îmana xwe xêrek bi dest nexistibe, êdî îmana wî feyde nadê. Bibêje: “(De ka) li bendê bisekinin/li hêvîyê bimînin. Bêguman em jî li hêvîyê ne/li bendê ne.”
Jêrenot
(Rasûlullah (ass) wiha ferman kiriye: “Hetanî roj ji rojhilat dernekeve qiyamet ranabe. Ji însanan hin kes dema wê rewşê dibînin di heman demê de dixwazin ku îmân bînin. Ew kesên berê de îmân neanîbin û di îmana xwe de tu xêr bi dest nexistibin (amelên salih nekiribin) îmana wan a piştî wê lehzê feyde nade wan.” (Buxarî, 4635; Mûslîm, 157)
Ev ayet û hadîsê Rasûlullah (ass) bi me dide zanîn ku: Kesê îmân anîbe lê di îmananîna xwe de tu xêr bi dest nexistibe, yanê îmana xwe bi amelên salih ne dabe tesdîq kirin, îmana wî kesî qet tu feyde nade wî. Lewre îman; bawerî û amelkirina tiştên bawerî bi wan hatîye kirin e. Îmanekî bê amel wekî ku “tune” be û weke lodekî ji qebûl û tesdîqan pêkhatî be qet tu hukmê wî tune. Di dîroka îslâmê de xerabîya herî mezin ku bi îslâmê hatîye kirin ji wan yek jî ev raman e: “Îmana bê amel jî mimkûn e û hetanî îmanekî wiha bi îmana nebîyan û melâîketan û eshabîyan wekhev e.”