Vegere Sûreya En’am

En’amالأنعام

158. Ayet

158Sûreya En’am
Di Mushefê de Veke

هَلْ يَنْظُرُونَ اِلَّٓا اَنْ تَأْتِيَهُمُ الْمَلٰٓئِكَةُ اَوْ يَأْتِيَ رَبُّكَ اَوْ يَأْتِيَ بَعْضُ اٰيَاتِ رَبِّكَۜ يَوْمَ يَأْت۪ي بَعْضُ اٰيَاتِ رَبِّكَ لَا يَنْفَعُ نَفْسًا ا۪يمَانُهَا لَمْ تَكُنْ اٰمَنَتْ مِنْ قَبْلُ اَوْ كَسَبَتْ ف۪ٓي ا۪يمَانِهَا خَيْرًاۜ قُلِ انْتَظِرُٓوا اِنَّا مُنْتَظِرُونَ

Ma ew (ên ayetên Allah tekzîb dikin/diderewînin û berê însanan jê vedigerînin) qey (ji van pê ve) li hêvîya tiştekî din in ku melâiket an Rabbê te an jî hinek ayetên Rabbê te werin? Roja ku hinek ayetên Rabbê te hatin ew kesê berê de îmân neanîbe an jî bi îmana xwe xêrek bi dest nexistibe, êdî îmana wî feyde nadê. Bibêje: “(De ka) li bendê bisekinin/li hêvîyê bimînin. Bêguman em jî li hêvîyê ne/li bendê ne.”

Jêrenot
(Rasûlullah (ass) wiha ferman kiriye: “Hetanî roj ji rojhilat dernekeve qiyamet ranabe. Ji însanan hin kes dema wê rewşê dibînin di heman demê de dixwazin ku îmân bînin. Ew kesên berê de îmân neanîbin û di îmana xwe de tu xêr bi dest nexistibin (amelên salih nekiribin) îmana wan a piştî wê lehzê feyde nade wan.” (Buxarî, 4635; Mûslîm, 157) Ev ayet û hadîsê Rasûlullah (ass) bi me dide zanîn ku: Kesê îmân anîbe lê di îmananîna xwe de tu xêr bi dest nexistibe, yanê îmana xwe bi amelên salih ne dabe tesdîq kirin, îmana wî kesî qet tu feyde nade wî. Lewre îman; bawerî û amelkirina tiştên bawerî bi wan hatîye kirin e. Îmanekî bê amel wekî ku “tune” be û weke lodekî ji qebûl û tesdîqan pêkhatî be qet tu hukmê wî tune. Di dîroka îslâmê de xerabîya herî mezin ku bi îslâmê hatîye kirin ji wan yek jî ev raman e: “Îmana bê amel jî mimkûn e û hetanî îmanekî wiha bi îmana nebîyan û melâîketan û eshabîyan wekhev e.”

Tefsîr

Tefhîmü'l-Kur'ân

158- Onlar, kendilerine meleklerin gelmesini mi, ya da Rabbinin gelmesini mi veya Rabbinin bazı ayetlerinin gelmesini mi gözlüyorlar? Rabbinin ayetlerinden(139) bazılarının geleceği gün, daha önce iman etmemişse, veya imanıyla bir hayır kazanmamışsa hiç kimseye imanı yarar sağlamaz.(140) De ki: "Bekleyin, biz de şüphesiz beklemekteyiz."