Vegere Sûreya En’am

En’amالأنعام

55. Ayet

55Sûreya En’am
Di Mushefê de Veke

وَكَذٰلِكَ نُفَصِّلُ الْاٰيَاتِ وَلِتَسْتَب۪ينَ سَب۪يلُ الْمُجْرِم۪ينَ۟

Ji bo ku rêyên gunehkarên mucrîm bi eşkerehî diyar bibe, em ayetên xwe ji we re ha wisan tefsîl/bikitekit dikin.

Jêrenot
(Allah (ac) ayetên Qur'anê muhkem kiriye û piştre bi navê xwe yê El-Hakîm û El-Xabîr bi hûrgilî tafsîl û eşkere kiriye. Hikmeta ku Qur'an Kitêbeke bi teferûet û mufessel e bi vê awayê hatîye îzahkirin: - Ji bo pêkanîna evdîtîya li ser tewhîdê ji Allah re. (11/Hûd, 1-2) - Li ser îxtîlafên dinyewî an jî dînî a di navbera mirovan an jî civakan de ji bo hakemtîya Qur'anê. (6/En’âm, 114-115) - Ji bo ku însan bi axîretê li ser yeqînê îmân bînin. (13/Rad, 2) - Li ser tewhîdê soz û mîsaqa ku ji Allah re hatîye dayîn (7/A’râf, 172-173) û ji bo bibîrxistina kesên ku vê ehdê ji bîr kirine û carekî din vegerin bal bi Rabbê xwe ve. (7/A’râf, 174) - Ji bo fêmkirina kelâmullah (30/Rûm, 28) û tefekkuha wê/têgihîştina wê (6/ En’âm, 98) û ramîna li ser wê (10/Yûnus, 24) û şîretgirtina jê (6/En’âm, 126) û kesên dixwazin bi vê awayê îlmê xwe zêde bikin. (10/Yûnus, 5) - Ji bo ku rêyên gunehkarên sûcdar bi eşkerehî derkeve holê (6/En’âm, 55) Sûreya En’am ku ev ayet jî tê de ye, ji bo ku cahiltîyê bi tevahî binasîne (bide naskirin) nazil bûye. Ew kesê vê sûreyê têr baş tefekkuh bike, êdî wî cahilîyê wek zihnîyet naskiriye. Ew kes êdî rêya muşrîkên gunehkarên sûcdar û rêya mumînên salih ji hevdu vediqetîne.)

Tefsîr

Tefhîmü'l-Kur'ân

55- Suçlu-günahkârların yolu apaçık ortaya çıksın diye, ayetlerimizi işte böyle birer birer açıklamaktayız.(38)