25Sûreya Enbîya
وَمَٓا اَرْسَلْنَا مِنْ قَبْلِكَ مِنْ رَسُولٍ اِلَّا نُوح۪ٓي اِلَيْهِ اَنَّهُ لَٓا اِلٰهَ اِلَّٓا اَنَا۬ فَاعْبُدُونِ
Me berîya te tu pêxemberek ne şandîye ku me wiha lê wehîy nekiribe: “Bêguman ji min pê ve qet tu îlâh tune. Herwiha bi tenê îbadetê min/evdîtîya min bikin.”
Jêrenot
(Kelîmeya Tewhîdê ji du hevokên ku naveroka wan nefy (red) û îsbat (peyt) e pêk tê. Bi gotina “La îlâhe” hemû ulûhîyet tên red kirin û bi gotina “illallah” jî bi tenê ulûhîyeta Allah (ac) tê pejirandin/îsbatkirin. Îlâh çi ye? Îlâh, di îstilaha Qur'anê de tê/dihê vê maneyê ku “Ew ê îbadet lê tê kirin” e. Ji xeynî vê ayeta 25. ya sûreya Enbîya; ayetên 19/Meryem 81-82. û 43/Zuxrûf 45. jî îşaretê vê maneyê kirine. Yanê dema ku em dibêjin Lâilâheillallah, em vêya jî dipejirînin û dibêjin: “Ji Allah pê ve yê ku îbadetê heq dike qet tu heyîn tune û ez ê bi tenê îbadetê Allah bikim.”
“Îlâh” wekî ku tê zenkirin bitenê nayê ser maneya yê dixuliqîne û yê riziq dide û yê vedijîne û yê dimirîne. Eger wisan bûna qet tu maneya dawetkirina muşrîkan li Kelîmeya Tewhîdê ne dima. Lewre li gorî van ayetan (Bnr.10/Yûnus, 31-32) wan digotin em bi van hemûyan bawer in. Lê wan îbadetên wekî dûa û nezir û tewafê ji xeynî Allah ji hin heyînên din re dikirin û didane pey wan rêveberên ku ji xeynî qanûnên Allah (ac) qanûnên beşerî çêdikirin/datanîn û gelên xwe bi van qanûnan bi rê ve dibirin. Bi vê awayî ji xeynî Allah (ac) îbadetê hin tiştên din dikin û ji Allah (ac) pê ji bo xwe wek îlâh digirtin/dipejirandin. (Bnr.9/Tewbe, 31; 10/Yûnus, 18; 12/Yûsuf, 37-40))