Sure 35

Sûreya Fatir

Mekke45 ayetAfirîner

فاطر
Der barê Sûreyê de

Sûreya Fatir, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û çil û pênc (45) ayet e. Di Qur’anê de sûreya sî û pêncemîn e. Di ayeta yekemîn de peyva “Fatir” hatîye bikaranîn. Ev kelîme tê ser maneya xaliqê ku bê mîsal û bê model dixuliqîne. Ji ber vê yekê wek sûreya Fatir hatîye binav kirin. Di vê sûreyê de gelek delîlên der heqê heyîn û wehdanîyeta Allah (ac) û qûdret û hikmeta wî hatîye vegotin. Bextewarîya ku lihêvîya kesên guh dane wehîyê û amadekarîya axîretê kirine jî û encama dilsotîner ya ku lihêvîya kafiran e jî tê bibîr xistin. Dîsa tê bibîr xistin digel ku însan bi tevahî nankor in jî Allah (ac) muhlet daye wan û gazî li wan tê kirin ku vê fersendê binirxînin.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

اَلْحَمْدُ لِلّٰهِ فَاطِرِ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِ جَاعِلِ الْمَلٰٓئِكَةِ رُسُلًا اُو۬ل۪ٓي اَجْنِحَةٍ مَثْنٰى وَثُلٰثَ وَرُبَاعَۜ يَز۪يدُ فِي الْخَلْقِ مَا يَشَٓاءُۜ اِنَّ اللّٰهَ عَلٰى كُلِّ شَيْءٍ قَد۪يرٌ

Hamd, jî wî Allahê re ku wî erd û asîman xuliqandîye û melaîketan bi baskên dudo dudo û sisê sisê û çareçar kiriye qasid/ragihîner. Ew, di xuliqandinê de çi bivê zêde dike. Bêguman Allah, qadirê her tiştî ye.

مَا يَفْتَحِ اللّٰهُ لِلنَّاسِ مِنْ رَحْمَةٍ فَلَا مُمْسِكَ لَهَاۚ وَمَا يُمْسِكْۙ فَلَا مُرْسِلَ لَهُ مِنْ بَعْدِه۪ۜ وَهُوَ الْعَز۪يزُ الْحَك۪يمُ

Allah ji rahmeta xwe tiştekî ji bo însanan bexişandibe tu kes tune ku wê ji ber wan bigire û tiştekî ji ber wan bigire jî kes nikare pêşî li ber veke/berde. Ew, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.

يَٓا اَيُّهَا النَّاسُ اذْكُرُوا نِعْمَتَ اللّٰهِ عَلَيْكُمْۜ هَلْ مِنْ خَالِقٍ غَيْرُ اللّٰهِ يَرْزُقُكُمْ مِنَ السَّمَٓاءِ وَالْاَرْضِۜ لَٓا اِلٰهَ اِلَّا هُوَۘ فَاَنّٰى تُؤْفَكُونَ

Gelî însanan! Nîmetên Allah ya li ser xwe bi bîr bînin. Qey ji xeynî Allah xaliqekî ku ji erd û esman we dirizqîne heye? Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh nîne. (Herwiha) çawa dibe ku hûn (ji tewhîdê bi bal şirkê ve) tên vegerandin?

وَاِنْ يُكَذِّبُوكَ فَقَدْ كُذِّبَتْ رُسُلٌ مِنْ قَبْلِكَۜ وَاِلَى اللّٰهِ تُرْجَعُ الْاُمُورُ

Eger ew te biderewînin bêşik, wan pêxemberên berîya te jî derewandibûn. Hemû kar, bi bal Allah ve tên vegerandin.

يَٓا اَيُّهَا النَّاسُ اِنَّ وَعْدَ اللّٰهِ حَقٌّ فَلَا تَغُرَّنَّكُمُ الْحَيٰوةُ الدُّنْيَا۠ وَلَا يَغُرَّنَّكُمْ بِاللّٰهِ الْغَرُورُ

Gelî însanan! Bêguman weada Allah heq e. (Nexwe) bila jiyana dinyayê we nexapîne. Ew ê pir xapînoker (şeytan) jî bila we bi Allah nexapîne.

اِنَّ الشَّيْطَانَ لَكُمْ عَدُوٌّ فَاتَّخِذُوهُ عَدُوًّاۜ اِنَّمَا يَدْعُوا حِزْبَهُ لِيَكُونُوا مِنْ اَصْحَابِ السَّع۪يرِۜ

Qet tu şûbhe tune ku şeytan dijminê we ye. (Di wê rewşê de) hûn jî bibin dijminê wî. Ew, koma/firqeya xwe bi bal agirê ku alavên bi erjeng direşîne ve divexwîne/dawet dike.

اَلَّذ۪ينَ كَفَرُوا لَهُمْ عَذَابٌ شَد۪يدٌۜ وَالَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ لَهُمْ مَغْفِرَةٌ وَاَجْرٌ كَب۪يرٌ۟

Ji wan ên ku xwe noqî kufrê kirine re ezabekî dijwar heye. Ji bo ew ên îman anîne re jî bexişandin û mikafatekî mezin heye.

اَفَمَنْ زُيِّنَ لَهُ سُٓوءُ عَمَلِه۪ فَرَاٰهُ حَسَنًاۜ فَاِنَّ اللّٰهَ يُضِلُّ مَنْ يَشَٓاءُ وَيَهْد۪ي مَنْ يَشَٓاءُۘ فَلَا تَذْهَبْ نَفْسُكَ عَلَيْهِمْ حَسَرَاتٍۜ اِنَّ اللّٰهَ عَل۪يمٌ بِمَا يَصْنَعُونَ

Ma ew kesê ku amelê wî yê xerab jê re xemilandî xuya bibe û ew jî xweşik dibîne (qet dibe wekî wî kesê ku Allah ew hîdayet kiriye)? Bêşik Allah, kî bixwaze dixerifîne û kî jî bixwaze hîdayet dike. (Nexwe ji ber ku îman naynin) tu ji bo wan xwe xemgîn neke. Bêguman Allah bi karûkirinên wan dizane.

Jêrenot
(Ji bo ku Allah (ac) teselî dide Rasûlê xwe bnr. 20/Taha, 2)

وَاللّٰهُ الَّذ۪ٓي اَرْسَلَ الرِّيَاحَ فَتُث۪يرُ سَحَابًا فَسُقْنَاهُ اِلٰى بَلَدٍ مَيِّتٍ فَاَحْيَيْنَا بِهِ الْاَرْضَ بَعْدَ مَوْتِهَاۜ كَذٰلِكَ النُّشُورُ

Allah, bayê dişine û (ew ba jî) ewran dilevîne. Em (ewran) bi ser herêmekî mirî/hişkbûyî ve dişînin û pê piştî mirina wê axê vedijînin. Ha vejîna ji nû ve jî wisan e.

Tefsîrên Sûreya Fatir

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.