Sure 36

Sûreya Yâsîn

Mekke83 ayetYâsîn

يس
Der barê Sûreyê de

Sûreya Yâsîn, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û heştê û sê (83) ayet e. Di Qur’anê de sûreya sî û şeşemîn e. Navê xwe ji herdu herfên (Yâ û Sîn) ku ayeta yekemîn ji wan pêkhatî ye sitendîye. Mijarên serata ya di vê sûreyê de ev in; berpirsîyarîyên însanan û wehîy û qewmê Qûreyş ku Muhammed (ass) derewandine û qasidên ku ji qewmê xwe re teblîxa tewhîdê kirine û delîlên eşkere ku wehdanîyet û qûdreta Allah (ac) nişan didin û hişyarkirina li dij şeytan û vejîna piştî mirinê û qiyamet û hesab û ceza.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

يٰسٓۜ

Yâ, Sîn.

وَالْقُرْاٰنِ الْحَك۪يمِۙ

Qesem bi Qur'ana xwedî hukim û hikmet be.

اِنَّكَ لَمِنَ الْمُرْسَل۪ينَۙ

Bêşik tu, ji pêxemberên hatine şandin/mursel î.

عَلٰى صِرَاطٍ مُسْتَق۪يمٍۜ

(Bêguman tu,) li ser rêya rast î.

تَنْز۪يلَ الْعَز۪يزِ الرَّح۪يمِۙ

(Ew Qur'an,) ji alîyê (Allahê) ku (xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (li ser abdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e hatîye daxistin.

لِتُنْذِرَ قَوْمًا مَٓا اُنْذِرَ اٰبَٓاؤُ۬هُمْ فَهُمْ غَافِلُونَ

Ji bo tu qewmekî ku bavên wan nehatîye hişyarkirin û di nava xefletê de ne hişyar bikî (hatî şandin).

Jêrenot
(Bnr. 28/Qasas, 46)

لَقَدْ حَقَّ الْقَوْلُ عَلٰٓى اَكْثَرِهِمْ فَهُمْ لَا يُؤْمِنُونَ

Li ser pirên wan ew soz (a ezabê) heq bûye. Ew îman naynin.

اِنَّا جَعَلْنَا ف۪ٓي اَعْنَاقِهِمْ اَغْلَالًا فَهِيَ اِلَى الْاَذْقَانِ فَهُمْ مُقْمَحُونَ

Me, xelqeyên hesin di stûyên wan de borandinê ku ew gihîştine heta argûşka/erçena wan û ew serrakirî mane.

Jêrenot
(Ev, şibandinek/teşbîhek e. Di stûyên kafiran de xelqeyekî manewî heye ku ev, ji bo wan dibe astengîya xêran û li dij heqîyê dibe sebebê serhişkî û rikdarîya wan. Wekî din bnr. 6/En’am, 25)

وَجَعَلْنَا مِنْ بَيْنِ اَيْد۪يهِمْ سَدًّا وَمِنْ خَلْفِهِمْ سَدًّا فَاَغْشَيْنَاهُمْ فَهُمْ لَا يُبْصِرُونَ

Me li pêşîya wan û li pişt wan seddek danîye. (Bi ve awayê) me ew nixumandin. Êdî (heqîyê) nabînin.

Tefsîrên Sûreya Yâsîn

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.