﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
Mekke4 ayetÎxlâs
Sûreya Îxlâs, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û çar (4) ayet e. Di Qur’anê de sûreya sed û dozdehem e. Sûre, navê xwe ji peyva îxlâs sitendîye ku tê ser maneya dilsozîtî û bi dil û can girêdayîbûna îslamê. Ji ber ku bi kurtahî bawerîya wehdanîyeta Allah (ac) radigihîne wek “Sûreya Tewhîd” jî tê zanîn. Peyvên Ehed û Samed ku di her du ayetên pêşî de diborin wehdanîyet û yekanetî û bê menendîtîya Allah (ac) îfade dike. Sûreya Îxlâs, li gorî hedîsa Rasûlullah (ass) di berdêla sêyeka (1/3) Qur’anê ye. ( Tefsîra Ibnî Kesîr, Cild 12, Rûpel 332)
﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
قُلْ هُوَ اللّٰهُ اَحَدٌۚ
Bibêje: “Ew Allah (di zat û sifet û fiêlên xwe de) wahid/yek e.
اَللّٰهُ الصَّمَدُۚ
“Allah (ew ê her tişt hewcedarê wî ne û evdên wî bi dûayê berê xwe didinê) Samed e.”
لَمْ يَلِدْ وَلَمْ يُولَدْۙ
“Ne kes jê welidîye û ne jî ew ji kesekî welidîye.”
وَلَمْ يَكُنْ لَهُ كُفُوًا اَحَدٌ
“Qet tu tişt ne hempayê/ne himkûfê wî ye.”