﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
Medîne29 ayetFeth
Sûreya Fetih, Medenî ye (li Medîneyê nazil bûye) û bîst û neh (29) ayet e. Di Qur’anê de sûreya çil û heştemîn e. Di çend ayetan de peyva “Feth” dibore. Ji ber vê yekê sûre jî wek sûreya Fetih binav bûye. Sûreya Fetih, di şeşemîn sala hîcretê dema ku Rasûlullah (ass) ji Hudeybiye vedigerîya nazil bûye. Muşrîkên Mekkeyê ew sal ji bo hecca muslîman bûn asteng. Paşê bi şertê ku wê salê vegerin û saleke din ji bo heccê werin li Hudeybiye peymana çekdanîn û sulhê danîn. Ji bo Rasûlullah (ass) û mûmînan nuzûla vê sûreyê bû wekî mizgîna fetha Mekkeyê. Di sûreyê de mijarên aqîda tewhîdê û emn û sekînet dayîna mûmînan û ji bo wan hebûna xelata cennetê û qewî kirina îmanê û razîbûna Allah (ac) ya li ser eshabîyên li Hudeybiye û rastandina wê xewna Rasûlullah (ass) dîtibû ku dikeve Mescîdu’l Heramê tên bi dest girtin.
﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
اِنَّا فَتَحْنَا لَكَ فَتْحًا مُب۪ينًاۙ
Bêguman me fetheke mubîn/vikîvekirî daye te.
لِيَغْفِرَ لَكَ اللّٰهُ مَا تَقَدَّمَ مِنْ ذَنْبِكَ وَمَا تَاَخَّرَ وَيُتِمَّ نِعْمَتَهُ عَلَيْكَ وَيَهْدِيَكَ صِرَاطًا مُسْتَق۪يمًاۙ
Ji bo ku Allah, gunehên te yên borîne û yên heta îro hatine mexfîret bike û nîmetên xwe yên li ser te temam bike û te rabigihîne ser rêya rasterast.
وَيَنْصُرَكَ اللّٰهُ نَصْرًا عَز۪يزًا
Û ji bo ku Allah, bi serkeftineke birûmet alîkarîya te bike.
هُوَ الَّذ۪ٓي اَنْزَلَ السَّك۪ينَةَ ف۪ي قُلُوبِ الْمُؤْمِن۪ينَ لِيَزْدَادُٓوا ا۪يمَانًا مَعَ ا۪يمَانِهِمْۜ وَلِلّٰهِ جُنُودُ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِۜ وَكَانَ اللّٰهُ عَل۪يمًا حَك۪يمًاۙ
Ew ê ji bo ku îman tevlê îmana xwe bikin, sekînetê daxistîye qelbên mûmînan, ew e. Artêşên/Ordîyên erd û esmanan aîdê Allah in. Allah, (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
لِيُدْخِلَ الْمُؤْمِن۪ينَ وَالْمُؤْمِنَاتِ جَنَّاتٍ تَجْر۪ي مِنْ تَحْتِهَا الْاَنْهَارُ خَالِد۪ينَ ف۪يهَا وَيُكَفِّرَ عَنْهُمْ سَيِّـَٔاتِهِمْۜ وَكَانَ ذٰلِكَ عِنْدَ اللّٰهِ فَوْزًا عَظ۪يمًاۙ
(Ev hemû) ji bo ku mêr û jinên mûmîn bixe cennetên ku di binê wan de çem diherikin û ew ê li wir bêdawî bimînin û xerabîyên wan binixumîne. Ev, li îndallah/li cem Allah qezenceke/xelasîyeke herî mezin e.
وَيُعَذِّبَ الْمُنَافِق۪ينَ وَالْمُنَافِقَاتِ وَالْمُشْرِك۪ينَ وَالْمُشْرِكَاتِ الظَّٓانّ۪ينَ بِاللّٰهِ ظَنَّ السَّوْءِۜ عَلَيْهِمْ دَٓائِرَةُ السَّوْءِۚ وَغَضِبَ اللّٰهُ عَلَيْهِمْ وَلَعَنَهُمْ وَاَعَدَّ لَهُمْ جَهَنَّمَۜ وَسَٓاءَتْ مَص۪يرًا
(Wekî din) ji bo ku (Allah) mêr û jinên munafiq û mêr û jinên muşrîk bide ber ezabê. (Ew in ku,) der heqê Allah de zena xerab dikin. Çerxa xerabîyê bi ser wan de bê/xerabî ji ser wan kêm nebe. Allah li wan hatîye xezebê û lanet li wan kiriye û ji bo wan cehennem amade kiriye. Ew, çi cihlêvegereke xerab e.
وَلِلّٰهِ جُنُودُ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِۜ وَكَانَ اللّٰهُ عَز۪يزًا حَك۪يمًا
Artêşên/Ordîyên erd û esmanan aîdê Allah in. Allah, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
اِنَّٓا اَرْسَلْنَاكَ شَاهِدًا وَمُبَشِّرًا وَنَذ۪يرًاۙ
Bêguman me tu wek şahid û mizgînder û hişyarker şand.
لِتُؤْمِنُوا بِاللّٰهِ وَرَسُولِه۪ وَتُعَزِّرُوهُ وَتُوَقِّرُوهُۜ وَتُسَبِّحُوهُ بُكْرَةً وَاَص۪يلًا
Ji bo ku îman bi Allah û bi pêxemberê wî bînin û piştgirîya wî bikin û rêzdarî/hurmet nîşanî wî bidin û hûn sibeh û êvar (Allah) tesbîh bikin.
اِنَّ الَّذ۪ينَ يُبَايِعُونَكَ اِنَّمَا يُبَايِعُونَ اللّٰهَۜ يَدُ اللّٰهِ فَوْقَ اَيْد۪يهِمْۚ فَمَنْ نَكَثَ فَاِنَّمَا يَنْكُثُ عَلٰى نَفْسِه۪ۚ وَمَنْ اَوْفٰى بِمَا عَاهَدَ عَلَيْهُ اللّٰهَ فَسَيُؤْت۪يهِ اَجْرًا عَظ۪يمًا۟
Ew ên beyata te kirine, ya rast ji Allah re beyat kirine. Destê Allah li ser destên wan e. Kî (beyata xwe) xera bike, di aleyha xwe de xera dike. Kî jî xwedîyê wê soza xwe ya ku daye Allah be (û pêwistên wê pêk bîne, wê Allah) xelateke herî mezin bidê.
سَيَقُولُ لَكَ الْمُخَلَّفُونَ مِنَ الْاَعْرَابِ شَغَلَتْنَٓا اَمْوَالُنَا وَاَهْلُونَا فَاسْتَغْفِرْ لَنَاۚ يَقُولُونَ بِاَلْسِنَتِهِمْ مَا لَيْسَ ف۪ي قُلُوبِهِمْۜ قُلْ فَمَنْ يَمْلِكُ لَكُمْ مِنَ اللّٰهِ شَيْـًٔا اِنْ اَرَادَ بِكُمْ ضَرًّا اَوْ اَرَادَ بِكُمْ نَفْعًاۜ بَلْ كَانَ اللّٰهُ بِمَا تَعْمَلُونَ خَب۪يرًا
Ji wan bedewîyên ku di paş de hatine hiştin wê ji te re bibêjin: “Mal û ehlên me em mijul kirin. (Ji derketina şer re bûne asteng). Ji bo me daxwaza mexfîretê bike.” Tiştê ku di qelbên wan de tune ye bi zimanên xwe dibêjin. Bibêje: “Eger Allah ji bo we zerarek an jî feydeyek teqdîr bike, li dij Allah kî dikare we biparêze? (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, Allah ji karên we agahdar e.
بَلْ ظَنَنْتُمْ اَنْ لَنْ يَنْقَلِبَ الرَّسُولُ وَالْمُؤْمِنُونَ اِلٰٓى اَهْل۪يهِمْ اَبَدًا وَزُيِّنَ ذٰلِكَ ف۪ي قُلُوبِكُمْ وَظَنَنْتُمْ ظَنَّ السَّوْءِۚ وَكُنْتُمْ قَوْمًا بُورًا
(Nexêr!) Bi rastî we guman dikir ku pêxember û mûmînan, wê tu carî bi bal ehlê xwe ve nevegerin. Ev (raman), di qelbên we de hat xemilandin û we bi zena xerab zen kir û axir hûn bûne qewmekî mehkûmê tunebûnê û helak bûyî.
وَمَنْ لَمْ يُؤْمِنْ بِاللّٰهِ وَرَسُولِه۪ فَاِنَّٓا اَعْتَدْنَا لِلْكَافِر۪ينَ سَع۪يرًا
Her kî îman bi Allah û bi Rasûlê wî neyne (bila bizanibe ku,) bêguman me ji bo kafiran agirekî ku alavên bi erjeng direşîne amade kiriye.
وَلِلّٰهِ مُلْكُ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِۜ يَغْفِرُ لِمَنْ يَشَٓاءُ وَيُعَذِّبُ مَنْ يَشَٓاءُۜ وَكَانَ اللّٰهُ غَفُورًا رَح۪يمًا
Hukimdarîya/Serwerîya erd û esmanan aîdê Allah e. Kî bixwaze dibexşîne û kî jî bixwaze ezab lê dike. Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
سَيَقُولُ الْمُخَلَّفُونَ اِذَا انْطَلَقْتُمْ اِلٰى مَغَانِمَ لِتَأْخُذُوهَا ذَرُونَا نَتَّبِعْكُمْۚ يُر۪يدُونَ اَنْ يُبَدِّلُوا كَلَامَ اللّٰهِۜ قُلْ لَنْ تَتَّبِعُونَا كَذٰلِكُمْ قَالَ اللّٰهُ مِنْ قَبْلُۚ فَسَيَقُولُونَ بَلْ تَحْسُدُونَنَاۜ بَلْ كَانُوا لَا يَفْقَهُونَ اِلَّا قَل۪يلًا
Dema hûn ji bo girtina xenîmetan diçin, ew ên (ji şer) di paş de mane wê bibêjin: “Bihêlin em jî di pey we de werin.” Dixwazin ku soza Allah biguherînin. Bibêje: “Hûn ê di pey me de newin/neyên. Lewre Allah, berê de jî wiha gotibû: “(Ew) wê bibêjin: “Ya rastî hûn hesûdî û çavnebarîya me dikin.” (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, ew pir hindik fêm dikin.
قُلْ لِلْمُخَلَّف۪ينَ مِنَ الْاَعْرَابِ سَتُدْعَوْنَ اِلٰى قَوْمٍ اُو۬ل۪ي بَأْسٍ شَد۪يدٍ تُقَاتِلُونَهُمْ اَوْ يُسْلِمُونَۚ فَاِنْ تُط۪يعُوا يُؤْتِكُمُ اللّٰهُ اَجْرًا حَسَنًاۚ وَاِنْ تَتَوَلَّوْا كَمَا تَوَلَّيْتُمْ مِنْ قَبْلُ يُعَذِّبْكُمْ عَذَابًا اَل۪يمًا
Ji bedewîyên ku di paş de hatine hiştin re bibêje: “Hûn ê di nêz de bi bal qewmekî şervan ve (ji bo şer) bêne gazîkirin. Hûn ê an bi wan re şer bikin an jî wê (ew) teslîm (îslâm) bibin. Eger hûn îtaet bikin wê Allah, xelateke xweşik bide we. Na, eger wekî ku we berê de jî vegerandibû hûn dîsa pişta xwe vegerînin, wê (bi ezabekî) biêş û jan we bide ber ezabê.”
لَيْسَ عَلَى الْاَعْمٰى حَرَجٌ وَلَا عَلَى الْاَعْرَجِ حَرَجٌ وَلَا عَلَى الْمَر۪يضِ حَرَجٌۜ وَمَنْ يُطِعِ اللّٰهَ وَرَسُولَهُ يُدْخِلْهُ جَنَّاتٍ تَجْر۪ي مِنْ تَحْتِهَا الْاَنْهَارُۚ وَمَنْ يَتَوَلَّ يُعَذِّبْهُ عَذَابًا اَل۪يمًا۟
Ji yê kor re guneh tune û ji yê qop/seqet re guneh tune û ji yê nexweş re jî guneh tune (ku ji şer paş ve dimînin/beşdarî şer nabin). Kî îtaetî Allah û Rasûlê wî bike, dê wî bixe cennetên di binî de çêm diherikin. Kî jî (ji îtaetê) rû vegerîne wê (bi ezabekî) biêş û jan wî bide ber ezabê.
لَقَدْ رَضِيَ اللّٰهُ عَنِ الْمُؤْمِن۪ينَ اِذْ يُبَايِعُونَكَ تَحْتَ الشَّجَرَةِ فَعَلِمَ مَا ف۪ي قُلُوبِهِمْ فَاَنْزَلَ السَّك۪ينَةَ عَلَيْهِمْ وَاَثَابَهُمْ فَتْحًا قَر۪يبًاۙ
Sond be, dema ku di binê wê darê de beyat dane te, Allah ji mûmînan qayîl/razî bûye. Bi (dilsozîya) di qelbên wan de zanîbû û bi ser wan de sekînet daxist û wan bi fetheke nêz xelat kiriye.
وَمَغَانِمَ كَث۪يرَةً يَأْخُذُونَهَاۜ وَكَانَ اللّٰهُ عَز۪يزًا حَك۪يمًا
Û pir xenîmetên ku bi dest bixin jî (wek xelat da wan). Allah, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
وَعَدَكُمُ اللّٰهُ مَغَانِمَ كَث۪يرَةً تَأْخُذُونَهَا فَعَجَّلَ لَكُمْ هٰذِه۪ وَكَفَّ اَيْدِيَ النَّاسِ عَنْكُمْۚ وَلِتَكُونَ اٰيَةً لِلْمُؤْمِن۪ينَ وَيَهْدِيَكُمْ صِرَاطًا مُسْتَق۪يمًاۙ
Allah, weada gelek xenîmetên ku hûn ê bi dest xwe bixin daye we. (Ev a we niha bi dest xistîye, nîmeteke) ku bi lez daye we. Destên însanan (ya ji bo zerar dayînê) ji we kişandîye. (Ev hemû,) ji bo ku ji mûmînan re bibe delîlek (ku Allah weada xwe anîye cih) û ji bo we rabigihîne ser rêya rasterast e.
وَاُخْرٰى لَمْ تَقْدِرُوا عَلَيْهَا قَدْ اَحَاطَ اللّٰهُ بِهَاۜ وَكَانَ اللّٰهُ عَلٰى كُلِّ شَيْءٍ قَد۪يرًا
Hin (nîmet) ên din ku we hêj bi dest nexistine jî (wead kiriye). Muheqeq Allah, (bi ilmê xwe tiştên ku wead kiriye) dor li wan girtîye. Allah, ew ê li ser her tiştî qadir e.
وَلَوْ قَاتَلَكُمُ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا لَوَلَّوُا الْاَدْبَارَ ثُمَّ لَا يَجِدُونَ وَلِيًّا وَلَا نَص۪يرًا
Eger ew kafir bi we re şer bikin wê bi paş xwe ve (birevin). Paşê jî (ji bo xwe) ne dostekî û ne jî alîkarekî dibînin.
سُنَّةَ اللّٰهِ الَّت۪ي قَدْ خَلَتْ مِنْ قَبْلُۚ وَلَنْ تَجِدَ لِسُنَّةِ اللّٰهِ تَبْد۪يلًا
(Ev,) sunnetullah e/qanûna neguhêrbar e ku (der heqê kafiran de) berdewam e. Tu, di sunnetullah/di
وَهُوَ الَّذ۪ي كَفَّ اَيْدِيَهُمْ عَنْكُمْ وَاَيْدِيَكُمْ عَنْهُمْ بِبَطْنِ مَكَّةَ مِنْ بَعْدِ اَنْ اَظْفَرَكُمْ عَلَيْهِمْۜ وَكَانَ اللّٰهُ بِمَا تَعْمَلُونَ بَص۪يرًا
Yê ku piştî hûn li dij wan bi ser xistin, li navenda Mekkeyê destên wan ji we û destên we jî ji wan kişand (ji şera we re bû asteng) ew e. Allah, karên we dibîne.
هُمُ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا وَصَدُّوكُمْ عَنِ الْمَسْجِدِ الْحَرَامِ وَالْهَدْيَ مَعْكُوفًا اَنْ يَبْلُغَ مَحِلَّهُۜ وَلَوْلَا رِجَالٌ مُؤْمِنُونَ وَنِسَٓاءٌ مُؤْمِنَاتٌ لَمْ تَعْلَمُوهُمْ اَنْ تَطَؤُ۫هُمْ فَتُص۪يبَكُمْ مِنْهُمْ مَعَرَّةٌ بِغَيْرِ عِلْمٍۚ لِيُدْخِلَ اللّٰهُ ف۪ي رَحْمَتِه۪ مَنْ يَشَٓاءُۚ لَوْ تَزَيَّلُوا لَعَذَّبْنَا الَّذ۪ينَ كَفَرُوا مِنْهُمْ عَذَابًا اَل۪يمًا
Ew in ku; bûne kafir û we ji Mescîdu'l Haram men kirine û qurbanan digirin û nahêlin ew bigihîjin cihê xwe. Eger ne ji ber binpêkirin (zerar dayîn) a mûmînên li wê derê ku hûn wan nas nakin û ji ber lome kirina wan (propogandaya ‘hemdînên xwe dikujin’) nebûna (wê Allah hûn bixista Mekkeyê û di şûna sulha Hudeybîye de wê fetih îhsanî we bikira). Heta ku Allah, kî daxwaz bike daxilê rahmeta xwe (dînê xwe) bike. Eger (mûmînên di nava wan de) ji hev veqetîyana, me yê (bi ezabekî) biêş û jan ew ên kafir bidana ber ezabê.
اِذْ جَعَلَ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا ف۪ي قُلُوبِهِمُ الْحَمِيَّةَ حَمِيَّةَ الْجَاهِلِيَّةِ فَاَنْزَلَ اللّٰهُ سَك۪ينَتَهُ عَلٰى رَسُولِه۪ وَعَلَى الْمُؤْمِن۪ينَ وَاَلْزَمَهُمْ كَلِمَةَ التَّقْوٰى وَكَانُٓوا اَحَقَّ بِهَا وَاَهْلَهَاۜ وَكَانَ اللّٰهُ بِكُلِّ شَيْءٍ عَل۪يمًا۟
Wê demê ew ên kafir esabîyeta/rika dewra cahilîyê di qelbên xwe de pêxistin, Allah ji pêxemberê xwe û ji mûmînan re hizûr/sekînet daxist û wan li ser kelîmeya teqwayê (li ser kelîmeya Laîlâheîllallahê) ve girêdayî hişt. (Jixwe) ew jî ji vê re layiq û ehîl bûn. Allah zanayê her tiştî ye.
لَقَدْ صَدَقَ اللّٰهُ رَسُولَهُ الرُّءْيَا بِالْحَقِّۚ لَتَدْخُلُنَّ الْمَسْجِدَ الْحَرَامَ اِنْ شَٓاءَ اللّٰهُ اٰمِن۪ينَۙ مُحَلِّق۪ينَ رُؤُ۫سَكُمْ وَمُقَصِّر۪ينَۙ لَا تَخَافُونَۜ فَعَلِمَ مَا لَمْ تَعْلَمُوا فَجَعَلَ مِنْ دُونِ ذٰلِكَ فَتْحًا قَر۪يبًا
Qesem be, Allah xewna ku nîşanî pêxemberê xwe dabû rast deranî. Biîznillah muheqeq hin ji we por tiraşkirî an jî hin ji we por qusandî û di nava ewlehîyê de hûn ê bikevin Mescîdu'l Haramê. Tiştê ku we pê nizanîbû (Allah) dizane û berîya vê fetheke nêz (peymana Hudeybîye) teqdîr kir.
هُوَ الَّذ۪ٓي اَرْسَلَ رَسُولَهُ بِالْهُدٰى وَد۪ينِ الْحَقِّ لِيُظْهِرَهُ عَلَى الدّ۪ينِ كُلِّه۪ۜ وَكَفٰى بِاللّٰهِ شَه۪يدًاۜ
Ji bo ku li ser hemû dînan serdest bigire, yê ku pêxemberê xwe bi hîdayet û bi dînê heq şandîye ew e. Wek şahid Allah bes e.
مُحَمَّدٌ رَسُولُ اللّٰهِۜ وَالَّذ۪ينَ مَعَهُٓ اَشِدَّٓاءُ عَلَى الْكُفَّارِ رُحَمَٓاءُ بَيْنَهُمْ تَرٰيهُمْ رُكَّعًا سُجَّدًا يَبْتَغُونَ فَضْلًا مِنَ اللّٰهِ وَرِضْوَانًاۘ س۪يمَاهُمْ ف۪ي وُجُوهِهِمْ مِنْ اَثَرِ السُّجُودِۜ ذٰلِكَ مَثَلُهُمْ فِي التَّوْرٰيةِۚۛ وَمَثَلُهُمْ فِي الْاِنْج۪يلِ۠ۛ كَزَرْعٍ اَخْرَجَ شَطْـَٔهُ۫ فَاٰزَرَهُ فَاسْتَغْلَظَ فَاسْتَوٰى عَلٰى سُوقِه۪ يُعْجِبُ الزُّرَّاعَ لِيَغ۪يظَ بِهِمُ الْكُفَّارَۜ وَعَدَ اللّٰهُ الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ مِنْهُمْ مَغْفِرَةً وَاَجْرًا عَظ۪يمًا
Muhammed, Rasûlê Allah e. Ew ên pê re ne li dij kafiran dijwar in û di navbera xwe de dilbirehim in. Tu wan; di nav rukûvanan û secdebiran de û di daxwazîya bi dest xistina ji lutf û razîbûna Allah de dibînî. Elameta wan ev e ku, di rûyên wan de dewsa secdê heye. Ev wesfê wan a di Tewratê de ye. Wesfên wan ên di Încîlê de jî wiha ne ku; ew, weke çandek in ku zîl daye û xurt û sitûr bûye û xwe li ser koka xwe girtîye ku ev jî li xweşa cotkaran diçe. (Mîsala xurt bûn û belav bûna wan a wekî çandekî) ji bo ku kafir pê hêrs bibin hatîye dayîn. Allah, ji nav wan ew ên ku îman anîne û amelên salih kirine re mexfîret û xelateke herî mezin wead kiriye.