Sure 105

Sûreya Fîl

Mekke5 ayetFîl

الفيل
Der barê Sûreyê de

Sûreya Fîl, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û pênc (5) ayet e. Di Qur’anê de sûreya sed û pêncemîn e. Navê xwe ji ayeta ewil distîne ku tê de peyva “Fîl” dibore. Mijara sûreya Fîl, bûyera êrîşkarîya Ka’bê ye ku di dîrokê de wek “Weqaya Fîl” hatîye qeyd kirin. Rasûlullah (ass) jî ew sal hatîye dinyayê.

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

1
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اَلَمْ تَرَ كَيْفَ فَعَلَ رَبُّكَ بِاَصْحَابِ الْف۪يلِۜ

Ma te nedît ku Rabbê te çi bi serê Eshabê Fîl anî?

2
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اَلَمْ يَجْعَلْ كَيْدَهُمْ ف۪ي تَضْل۪يلٍۙ

Ma wî dek û dolavên wan (ên ji bo xerakirina Ka’beyê) pûç û betal nekir?

3
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَاَرْسَلَ عَلَيْهِمْ طَيْرًا اَبَاب۪يلَۙ

Teyrên Ebabîl bi ser wan de şand.

4
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

تَرْم۪يهِمْ بِحِجَارَةٍ مِنْ سِجّ۪يلٍۖۙ

Kevirên ji herîya pehtî diavêtin ser wan.

5
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

فَجَعَلَهُمْ كَعَصْفٍ مَأْكُولٍ

Wekî gîyayê hatîye cûtin wan (belawela) kir.