Sure 106

Sûreya Qureyş

Mekke4 ayetQureyş

قريش
Der barê Sûreyê de

Sûreya Qureyş, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û çar (4) ayet e. Di Qur’anê de sûreya sed û şeşemîn e. Sûreya Qureyş navê xwe ji ayeta yekemîn distîne ku tê de behsa qebîla Qureyş tê kirin. Di vê sûreyê de lutf û kerema Allah (ac) ya li ser wan hatîye bibîr xistin.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

لِا۪يلَافِ قُرَيْشٍۙ

Ji ber ku ew ên Qureyşî di navbera xwe de bi hogirî/bi ulfet dijîn,

ا۪يلَافِهِمْ رِحْلَةَ الشِّتَٓاءِ وَالصَّيْفِۚ

(Ji bo) hêsanîya rêwingîya (bazirganîya di mehên) havîn û zivistanê de,

فَلْيَعْبُدُوا رَبَّ هٰذَا الْبَيْتِۙ

Bila bi îbadetkirina Rabbê vê beytê (şikur li vê nîmeta wî bikin û ew tewhîd bikin).

اَلَّذ۪ٓي اَطْعَمَهُمْ مِنْ جُوعٍ وَاٰمَنَهُمْ مِنْ خَوْفٍ

Ew (Rabbê ku), wan ji birçîbûnê têr kir û ew ji tirsê gihande ewlehîyê.

Tefsîrên Sûreya Qureyş

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.