26Sûreya Fussîlet
وَقَالَ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا لَا تَسْمَعُوا لِهٰذَا الْقُرْاٰنِ وَالْغَوْا ف۪يهِ لَعَلَّكُمْ تَغْلِبُونَ
Kafiran gotin: “Qur'anê guhdarî nekin û dema ew tê xwendin (ji bo fêm nebe) dengan derêxin. Hêvî heye ku hûn bi ser bikevin.”
Jêrenot
(Qîreqîrkirina/deng deranîna dema xwendina Qur'anê, ji xusûsîyetên hevpar ên muşrîkan e. Ev teqereq û xirecirên li dij wehîyê, li gor dema û dera cudahî nîşan bide jî meqsed naguhere: Astengkirina însanan ji fêmkirina wehîyê û jîyîna pê. Ev, carinan bi êrîşkirina vexwîner û qutandina dengê wî pêk tê (41/Fussîlet, 26; 72/Cinn, 19), carinan bi bêbextîya li ser Qur'an (8/Enfâl, 31;16/Nahl, 103), carinan bi xwendina çîrok û çîvanokan dûr girtina gel ji Qur'anê (31/Luqman, 6), carinan ewarekirina gel bi wesîleyên wekî sêhr ku çavê însanan pê tê girêdan tê kirin. (7/A’râf, 113-116). Îro; muzîk û ekranên dîjîtal ên çavgirêdar û hunera ji dîn durketî û kevneşopa îdîa dike ku Qur'an nefêmbar e û rêbazên ku Qur'an wek tesdîqkarê serdema modern dipejirînin û desthilatên daxwaz dikin ku dengê vexwînerên wehîyê qut bikin, ev hemû, îro mînakên ji bo astengîya fêmkirina Qur'anê re xirecir û teqereqa ku tên kirin in.