Sure 69

Sûreya Haqqa

Mekke52 ayetYa Pêk Tê

الحاقة
Der barê Sûreyê de

Sûreya Haqqa, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û pêncî û du (52) ayet e. Di Qur’anê de sûreya şêst û nehemîn e. Navê sûreyê ji peyva Haqqa tê ku di herdu ayetên pêşî de dibore. Ev peyv tê ser maneya heqîqet/rast. Sûreya Haqqa, ji hêla fesahat û belaxata Qur’anê ve mînakekî ji asta herî bilind e. Helakbûna qewmên Ad û Semûd û Firewn û qewmê Lût (as) ku heqîqet derewandine tê vegotin. Wekî din behsa der heqê axîretê de hişyarîya însanan û beralîkirina bal bi îman anînê ve tê kirin.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

اَلْحَٓاقَّةُۙ

Haqqa! (Qiyamet; dawîya her însanî ya ku heq kiriye tîne û pêkanîna wê heq û qethî ye.)

مَا الْحَٓاقَّةُۚ

Çi ye ew Haqqa?

وَمَٓا اَدْرٰيكَ مَا الْحَٓاقَّةُۜ

Tu yê ji ku bizanibî Haqqa çi ye?

كَذَّبَتْ ثَمُودُ وَعَادٌ بِالْقَارِعَةِ

Semûd û Ad, (ew qiyameta hejîner) Qarîa derewandin.

فَاَمَّا ثَمُودُ فَاُهْلِكُوا بِالطَّاغِيَةِ

(Qewmê) Semûd, ji ber harîtîya/bitirtîya xwe hatin helakkirin.

وَاَمَّا عَادٌ فَاُهْلِكُوا بِر۪يحٍ صَرْصَرٍ عَاتِيَةٍۙ

Qewmê Ad jî bi firtoneyeke bivîzevîz ku her tiştî bi erdê re yeksan dike hate helakkirin.

سَخَّرَهَا عَلَيْهِمْ سَبْعَ لَيَالٍ وَثَمَانِيَةَ اَيَّامٍۙ حُسُومًا فَتَرَى الْقَوْمَ ف۪يهَا صَرْعٰىۙ كَاَنَّهُمْ اَعْجَازُ نَخْلٍ خَاوِيَةٍۚ

(Allah, wê firtoneyê) heşt roj û heft şev bênavber muselletê ser wan kir. (Eger tu li wê derê bûna) te yê bidîta ku ew qewm, wekî qurmê dara xurmeya pûç û rizîyayî ketî ne.

فَهَلْ تَرٰى لَهُمْ مِنْ بَاقِيَةٍ

Niha binêre ma tu şûnmayîneke ji wan dibînî?

وَجَٓاءَ فِرْعَوْنُ وَمَنْ قَبْلَهُ وَالْمُؤْتَفِكَاتُ بِالْخَاطِئَةِۚ

Fîrewn û (qewmên) berîya wî û (qewmê Lût) ku hatibûn serûbinkirin, hemû xeta kirin.

Tefsîrên Sûreya Haqqa

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.