﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
Mekke52 ayetQelem
Sûreya Qelem, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û pêncî û du (52) ayet e. Di Qur’anê de sûreya şêst û heştemîn e. Sûreya Qelem, navê xwe ji peyva qelem sitendîye. Ev peyv di ayeta yekemîn de dibore û tê ser maneya pênûs/qelem. Sûre bi herfê Nûn ku ew ji hurûfên muqattaa ye û bi qesema bi pênûs û nivîsê dest pê dike. Ji bo kêmxistina Rasûlullah (ass) li dij îdîayên muşrîkan de wesfên wî yên xweşik û exlaqê berz ku Rasûlullah (ass) li ser e tê vegotin û îdîayên wan ji kokê tên betalkirin. Bi balrakêşîya nankorîtîya kesên ku nîmet ji wan re hatîye dayîn û hin zeafîyetên exlaqî yên di nava însanan de û bi teswîrên erjeng aqûbeta ku roja qiyametê lihêvîya wan e re, hişyarî li kafiran tê kirin.
﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
نٓ وَالْقَلَمِ وَمَا يَسْطُرُونَۙ
Nûn. Bi qelemê û bi ya ku nivîsîye sond be,
مَٓا اَنْتَ بِنِعْمَةِ رَبِّكَ بِمَجْنُونٍۚ
Tu, bi saya nîmetê Rabbê xwe qethîyen ne mecnun/dîn î.
وَاِنَّ لَكَ لَاَجْرًا غَيْرَ مَمْنُونٍۚ
Bêguman (ji ber ku tu li dij tehdehîyên wan sebir dikî) ji bo te ecireke bênavber heye.
وَاِنَّكَ لَعَلٰى خُلُقٍ عَظ۪يمٍ
Û bêguman, tu li ser exlaqekî mezin/berz î.
فَسَتُبْصِرُ وَيُبْصِرُونَۙ
Tu yê jî bibînî û ew ê jî bibînin,
بِاَيِّكُمُ الْمَفْتُونُ
Ka kîjan (rêşaş) e ji we ku li ber fitnê ketîye.
اِنَّ رَبَّكَ هُوَ اَعْلَمُ بِمَنْ ضَلَّ عَنْ سَب۪يلِه۪ۖ وَهُوَ اَعْلَمُ بِالْمُهْتَد۪ينَ
Bêguman Rabbê te, yên ji rêya wî averê bûne û yên li ser hîdayetê ne jî herî çêtir dizane.
فَلَا تُطِعِ الْمُكَذِّب۪ينَ
(Nexwe) îtaetî derewkeran neke.
وَدُّوا لَوْ تُدْهِنُ فَيُدْهِنُونَ
Ew, dixwazin ku tu bi wan re bi hevahengî tevbigerî (û li dij xerifîtîya wan de helwesteke nerm nîşan bidî). (Di muqabilê vê de) ew ê jî wê hevahengdarîyê bikin (û helwesta xwe ya li dij te nerm bikin).
وَلَا تُطِعْ كُلَّ حَلَّافٍ مَه۪ينٍۙ
Tu îtaetî wî yê bêrûmet ku pirzêde sond dixwe neke.
هَمَّازٍ مَشَّٓاءٍ بِنَم۪يمٍۙ
Ew ê ku herûdaîm şermezarî (û xiybet) dikin û gotin (ên însanan) hildigirin,
مَنَّاعٍ لِلْخَيْرِ مُعْتَدٍ اَث۪يمٍۙ
Ew ê ji xêran re dibe manî û ji hedê xwe dibore û pir gunehan dike,
عُتُلٍّ بَعْدَ ذٰلِكَ زَن۪يمٍۙ
Ew ê tantiros-zirteboz/zordar û paşê jî nesebê wî ne diyar e,
اَنْ كَانَ ذَا مَالٍ وَبَن۪ينَۜ
Ji ber ku bûye xwedî mal û zarok,
اِذَا تُتْلٰى عَلَيْهِ اٰيَاتُنَا قَالَ اَسَاط۪يرُ الْاَوَّل۪ينَ
Ew ê ku dema ayetên me jê re tên xwendin, dibêje, “çîrokên berê”.
سَنَسِمُهُ عَلَى الْخُرْطُومِ
Em ê wî ji pozê/ji bêvila wî demxe/mohr bikin.
اِنَّا بَلَوْنَاهُمْ كَمَا بَلَوْنَٓا اَصْحَابَ الْجَنَّةِۚ اِذْ اَقْسَمُوا لَيَصْرِمُنَّهَا مُصْبِح۪ينَۙ
Bêguman çawa ku me xwedîyên bexçe ceribandibû me van (Mekkîyan) jî îmtîhan kir. Bi bîr bîne ku wan, dema sibehê ji bo (fêkîyan) biçinin sond xwaribûn.
وَلَا يَسْتَثْنُونَ
Nedigotin “Înşaallah” (li ser veqetandina heqê xîzanan îstisnayek jî nedikirin.)
فَطَافَ عَلَيْهَا طَٓائِفٌ مِنْ رَبِّكَ وَهُمْ نَٓائِمُونَ
Dema ku ew radizan, ji Rabbê wan afatek (bexçeyê wan) dorpêç kir.
فَاَصْبَحَتْ كَالصَّر۪يمِ
(Ew bexçe) wekî tarîtîya şevê ripîreş bibû.
فَتَنَادَوْا مُصْبِح۪ينَۙ
Serê sibehê gazî hevdu kirin.
اَنِ اغْدُوا عَلٰى حَرْثِكُمْ اِنْ كُنْتُمْ صَارِم۪ينَ
“Eger hûn ê (bi qethî) mehsûlên xwe/berhemên xwe biçinin/berhev bikin, zûtirî bi rê bikevin.”
فَانْطَلَقُوا وَهُمْ يَتَخَافَتُونَۙ
Di navbera xwe de bi dizîka diaxivîn û derketin.
اَنْ لَا يَدْخُلَنَّهَا الْيَوْمَ عَلَيْكُمْ مِسْك۪ينٌ
“Nebe ku îro xîzanek/feqîrek were cem we!”
وَغَدَوْا عَلٰى حَرْدٍ قَادِر۪ينَ
Her (wekî ku) wê bikaribin xîzanan men bikin, zûtirî bi rê ketin.
فَلَمَّا رَاَوْهَا قَالُٓوا اِنَّا لَضَٓالُّونَۙ
Dema ku wê (şewitî û reş qelîyayî) dîtin, gotin: “Qet guman tune ku me rêya xwe şaş kiriye.”
بَلْ نَحْنُ مَحْرُومُونَ
“(Na!) Ya rast, em bêpar hatin hiştin.”
قَالَ اَوْسَطُهُمْ اَلَمْ اَقُلْ لَكُمْ لَوْلَا تُسَبِّحُونَ
Ji wan yê navîn/têgihiştî got: “Qey min ji we re negot ku ‘divê hûn Allah tesbîh bikin?’ ”
قَالُوا سُبْحَانَ رَبِّنَٓا اِنَّا كُنَّا ظَالِم۪ينَ
Gotin: “Rabbê me! Tu ji hemû kêmasîyan munezzeh î. Bi rastî em, zalim in.”
فَاَقْبَلَ بَعْضُهُمْ عَلٰى بَعْضٍ يَتَلَاوَمُونَ
Berê xwe dane hevdu û dest bi lomekarîya hevdu kirin.
قَالُوا يَا وَيْلَنَٓا اِنَّا كُنَّا طَاغ۪ينَ
Gotin: “Weyl li me be! Bi rastî em har/bitir bûn.”
عَسٰى رَبُّنَٓا اَنْ يُبْدِلَنَا خَيْرًا مِنْهَٓا اِنَّٓا اِلٰى رَبِّنَا رَاغِبُونَ
“Hêvî heye ku Rabbê me di şûna wî de yekî bixêrtir bide me. Bêguman em, li razîbûna Rabbê xwe digerin.”
كَذٰلِكَ الْعَذَابُۜ وَلَعَذَابُ الْاٰخِرَةِ اَكْبَرُۢ لَوْ كَانُوا يَعْلَمُونَ۟
Ha ezab wisan e. Lê ezabê axîretê helbet hê mezintir e. Xwezî zanîbûna.
اِنَّ لِلْمُتَّق۪ينَ عِنْدَ رَبِّهِمْ جَنَّاتِ النَّع۪يمِ
Qet guman tune, ji bo mutteqîyan li cem Rabbê wan cennetên Naîm hene.
اَفَنَجْعَلُ الْمُسْلِم۪ينَ كَالْمُجْرِم۪ينَۜ
Ma qet em wan ên (ji Allah re) teslîmbûyî ne bi mucrîmên/sûcdarên gunehkar re wekhev digirin?
مَا لَكُمْ۠ كَيْفَ تَحْكُمُونَۚ
Çi dibe ji we, hûn çawa hukim didin?
اَمْ لَكُمْ كِتَابٌ ف۪يهِ تَدْرُسُونَۙ
Nexwe qey kitêbeke we heye ku (hûn van agahîyên xwe) ji wê derê dixwînin?
اِنَّ لَكُمْ ف۪يهِ لَمَا تَخَيَّرُونَۚ
(Ma qey di Kitêbê de) “Her tiştê ku hûn diecibînin yê we ye.” (nivîsî ye?)
اَمْ لَكُمْ اَيْمَانٌ عَلَيْنَا بَالِغَةٌ اِلٰى يَوْمِ الْقِيٰمَةِۙ اِنَّ لَكُمْ لَمَا تَحْكُمُونَۚ
An jî qey ji bo we li ser me heta roja qiyametê sond hatine dayîn ku: “Hûn çi hukim bidin ew dê yê we be?”
سَلْهُمْ اَيُّهُمْ بِذٰلِكَ زَع۪يمٌۚۛ
Ka ji wan bipirse (em binêrin), kî ji wan kefîlê van (îdîayan) e?
اَمْ لَهُمْ شُرَكَٓاءُۚۛ فَلْيَأْتُوا بِشُرَكَٓائِهِمْ اِنْ كَانُوا صَادِق۪ينَ
Nexwe şirîkên wan hene (ku van îdîayan pêk bînin)? Eger ew rast dibêjin, de bila şirîkên xwe bînin (em binêrin).
يَوْمَ يُكْشَفُ عَنْ سَاقٍ وَيُدْعَوْنَ اِلَى السُّجُودِ فَلَا يَسْتَط۪يعُونَۙ
Di wê roja ku saq/çîm/paq vedibe ji bo secdê tên gazîkirin, (lê) nikarin (secde bikin).
خَاشِعَةً اَبْصَارُهُمْ تَرْهَقُهُمْ ذِلَّةٌۜ وَقَدْ كَانُوا يُدْعَوْنَ اِلَى السُّجُودِ وَهُمْ سَالِمُونَ
Çavên wan (ji tirsê di rewşeke) bêhiş/xayîs de ye. Zillet ew nuxamtîye. (Hal ev e ku) ew dema bisihhet bûn ji secdê re hatin gazîkirin.
فَذَرْن۪ي وَمَنْ يُكَذِّبُ بِهٰذَا الْحَد۪يثِۜ سَنَسْتَدْرِجُهُمْ مِنْ حَيْثُ لَا يَعْلَمُونَۙ
Tu, min û wî yê ku vê peyvê diderewîne bi tenê serê xwe bihêle. Em ê wan ji cihekî ku qet pê nizanin gav bi gav ber bi (ezabê ve) nêz bikin.
وَاُمْل۪ي لَهُمْۜ اِنَّ كَيْد۪ي مَت۪ينٌ
Ez muhlet didim wan. Bêguman kemîna min, pir qewîn e.
اَمْ تَسْـَٔلُهُمْ اَجْرًا فَهُمْ مِنْ مَغْرَمٍ مُثْقَلُونَۚ
An jî qey tu heqekî ji wan dixwazî û heta ku ew jî ji ber wê deynê ketine bin barekî giran? (Qey ew ji ber tirsa destheqê nakevin îslâmê?)
اَمْ عِنْدَهُمُ الْغَيْبُ فَهُمْ يَكْتُبُونَ
Nexwe xeyb li cem wan e û ew bixwe dinivîsin?
فَاصْبِرْ لِحُكْمِ رَبِّكَ وَلَا تَكُنْ كَصَاحِبِ الْحُوتِۢ اِذْ نَادٰى وَهُوَ مَكْظُومٌۜ
Tu li ser hukmê Rabbê xwe sebir bike û nebe wekî (Yûnus pêxemberê) xwedî masî! Wî bi derd û tengezarî (ji Rabbê xwe re) dûa kiribû.
لَوْلَٓا اَنْ تَدَارَكَهُ نِعْمَةٌ مِنْ رَبِّه۪ لَنُبِذَ بِالْعَرَٓاءِ وَهُوَ مَذْمُومٌ
Eger ji Rabbê xwe nîmetek negihîştibûna wî, di rewşeke şermezarkirî de wê bi valahîyê ve bihata avêtin.
فَاجْتَبٰيهُ رَبُّهُ فَجَعَلَهُ مِنَ الصَّالِح۪ينَ
Rabbê wî ew hilbijart û kir ji salihan.
وَاِنْ يَكَادُ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا لَيُزْلِقُونَكَ بِاَبْصَارِهِمْ لَمَّا سَمِعُوا الذِّكْرَ وَيَقُولُونَ اِنَّهُ لَمَجْنُونٌۢ
Ew kafir dema ku Zikir/Qur'an dibihîzin, hema mabû ku bi çavên xwe lingên te bişemitînin (û te biqulibînin). Û dibêjin: “Bêguman ew, dînek e.”
وَمَا هُوَ اِلَّا ذِكْرٌ لِلْعَالَم۪ينَ
Lê ew, bitenê ji aleman re şîretek/bibîrxistinek e.