Sure 70

Sûreya Mearic

Mekke44 ayetRêyên Hilkişînê

المعارج
Der barê Sûreyê de

Sûreya Mearic, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û çil û çar (44) ayet e. Di Qur’anê de sûreya heftêyem e. Peyva Mearic, di ayeta sêyemîn de dibore û tê ser maneya derenceya bilindbûnê ya pirjimarî. Di vê sûreyê de bi gelemperî teswîrên roja qiyametê û kesên bi Qur’anê îman neanîne û ezameta Allah (ac) û rewişt û tebîeta muşrîkan û aqûbeta kesên kafir û ehwalê kesên mûmîn ku dikevin cennetên bêdawî bi raveyên kurt tê vegotin.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

سَاَلَ سَٓائِلٌ بِعَذَابٍ وَاقِعٍۙ

Daxwazkarek, ezaba ku wê pêk bê xwest.

لِلْكَافِر۪ينَ لَيْسَ لَهُ دَافِعٌۙ

Kesekî ku wê (ezab) a ji bo kafiran e bide alî tune.

مِنَ اللّٰهِ ذِي الْمَعَارِجِۜ

Ew (ezab), ji Allahê xwedîyê esmanan e.

تَعْرُجُ الْمَلٰٓئِكَةُ وَالرُّوحُ اِلَيْهِ ف۪ي يَوْمٍ كَانَ مِقْدَارُهُ خَمْس۪ينَ اَلْفَ سَنَةٍۚ

Melaîket û Rûh, di rojekê de (bi bal Allah ve) hildikişin/bilind dibin ku mudeta wê pêncî hezar sal e.

فَاصْبِرْ صَبْرًا جَم۪يلًا

(Nexwe) bi sebireke xweşik sebir bike!

اِنَّهُمْ يَرَوْنَهُ بَع۪يدًاۙ

Bêguman ew, wê (ezabê) dûr dibînin.

وَنَرٰيهُ قَر۪يبًاۜ

Lê em wê nêz dibînin.

يَوْمَ تَكُونُ السَّمَٓاءُ كَالْمُهْلِۙ

Ew roja ku asîman dibe wekî madena helandî,

وَتَكُونُ الْجِبَالُ كَالْعِهْنِۙ

Çiya ji dibin wekî hirîya rengûreng (û belavbûyî).

Tefsîrên Sûreya Mearic

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.