﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
Medîne78 ayetHecc
Ekserîyeta ayetên sûreya Hecc li Mekkeyê, çend ayetên wê jî li Medîneyê nazil bûye. Bi vê taybetîya xwe sûreya Hecc hem Mekkî hem jî Medenî ye. Heftê û heşt (78) ayet e. Di Qur’anê de sûreya bîst û duyemîn e. Sûre behsa heccê dike û wek sûreya Hecc hatîye binav kirin. Di dirêjahîya sûreya Hecc de erjengîya roja qiyametê û sehneyên ku di roja qiyametê de tên/dihên jîyîn û cîhad û pêxemberên wekî Îbrahîm û Lût (asm) û qûrban û qewmên Ad û Semûd tên vegotin.
﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
يَٓا اَيُّهَا النَّاسُ اتَّقُوا رَبَّكُمْۚ اِنَّ زَلْزَلَةَ السَّاعَةِ شَيْءٌ عَظ۪يمٌ
Gelî însanan! Ji Rabbê xwe bitirsin û xwe biparêzin. Bêguman zelzela/erdhêja qiyametê tiştekî pir mezin e.
يَوْمَ تَرَوْنَهَا تَذْهَلُ كُلُّ مُرْضِعَةٍ عَمَّٓا اَرْضَعَتْ وَتَضَعُ كُلُّ ذَاتِ حَمْلٍ حَمْلَهَا وَتَرَى النَّاسَ سُكَارٰى وَمَا هُمْ بِسُكَارٰى وَلٰكِنَّ عَذَابَ اللّٰهِ شَد۪يدٌ
Roja ku hûn wê bibînin; her dayîka şîrdar, ya ku dimêjîne ji bîr dike û hemla her jina biheml ji ber diçe û tu însanan di rewşa sexweş de dibînî; hal ev e ku ew, ne serxweş in. Lê belê ezabê Allah pir dijwar e.
وَمِنَ النَّاسِ مَنْ يُجَادِلُ فِي اللّٰهِ بِغَيْرِ عِلْمٍ وَيَتَّبِعُ كُلَّ شَيْطَانٍ مَر۪يدٍۙ
Ji însanan hin kes hene ku der heqê Allah de bi nezanî nîqaş dikin û didin pey her şeytanên rikdar.
كُتِبَ عَلَيْهِ اَنَّهُ مَنْ تَوَلَّاهُ فَاَنَّهُ يُضِلُّهُ وَيَهْد۪يهِ اِلٰى عَذَابِ السَّع۪يرِ
Der heqê wî de ev (hukim) hatîye dayîn/nivîsandin: “Kî wî ji xwe re dost bigire ew (şeytan) wî dixerifîne û berê wî dide ber bi agirê har ve.”
يَٓا اَيُّهَا النَّاسُ اِنْ كُنْتُمْ ف۪ي رَيْبٍ مِنَ الْبَعْثِ فَاِنَّا خَلَقْنَاكُمْ مِنْ تُرَابٍ ثُمَّ مِنْ نُطْفَةٍ ثُمَّ مِنْ عَلَقَةٍ ثُمَّ مِنْ مُضْغَةٍ مُخَلَّقَةٍ وَغَيْرِ مُخَلَّقَةٍ لِنُبَيِّنَ لَكُمْۜ وَنُقِرُّ فِي الْاَرْحَامِ مَا نَشَٓاءُ اِلٰٓى اَجَلٍ مُسَمًّى ثُمَّ نُخْرِجُكُمْ طِفْلًا ثُمَّ لِتَبْلُغُٓوا اَشُدَّكُمْۚ وَمِنْكُمْ مَنْ يُتَوَفّٰى وَمِنْكُمْ مَنْ يُرَدُّ اِلٰٓى اَرْذَلِ الْعُمُرِ لِكَيْلَا يَعْلَمَ مِنْ بَعْدِ عِلْمٍ شَيْـًٔاۜ وَتَرَى الْاَرْضَ هَامِدَةً فَاِذَٓا اَنْزَلْنَا عَلَيْهَا الْمَٓاءَ اهْتَزَّتْ وَرَبَتْ وَاَنْبَتَتْ مِنْ كُلِّ زَوْجٍ بَه۪يجٍ
Gelî însanan! Eger hûn ji vejandinê (ya piştî mirinê) di gumanê de ne; (bizanibin ku) bêşik me hûn ji axê xuliqandîye. Ji bo em ji we re beyan bikin (da ku ew ê van kiriye, qadirê vejandina ji nû ve ye jî) piştre ji dilopek av û paşê ji xwîna meyandî (ji elaq/ji embriyo) û paşê ji parçeyek goşt ku xuliqandina wê diyar nediyar e... Em ya daxwaz bikin di malzarokan/di rahîman de digirin. Paşê em we wek dergûş/şîrmij (bebek) ji wir derdixin û paşê jî ji bo ku hûn bibin gihaştî/gihîyayî (em umir didin we). Ji we hinek dimirin û hinek jî di piştî zanîn (û hîn bûnê) bi tiştekî nizanibe û vegere, em wî digihînin dema ketinê. Tu erdê hişk û hola dibînî lê dema em avê di ser de dibarînin (pêşî) dilerize û (paşê) hildipeke û ji her hêşînahîyan cotên dilkêş derdixe.
ذٰلِكَ بِاَنَّ اللّٰهَ هُوَ الْحَقُّ وَاَنَّهُ يُحْيِ الْمَوْتٰى وَاَنَّهُ عَلٰى كُلِّ شَيْءٍ قَد۪يرٌۙ
Allah (van tiştan kir) lewre ew, (çavkanîya/menbaa heq û heqîqetê) Heq û yê ku mirîyan divejîne û qadirê her tiştî ye.
وَاَنَّ السَّاعَةَ اٰتِيَةٌ لَا رَيْبَ ف۪يهَاۙ وَاَنَّ اللّٰهَ يَبْعَثُ مَنْ فِي الْقُبُورِ
Bi rastî wê qiyamet rabe, di wê de qet tu şubhe tune. Bêguman Allah, wan ên di goran de wê bivejîne.
وَمِنَ النَّاسِ مَنْ يُجَادِلُ فِي اللّٰهِ بِغَيْرِ عِلْمٍ وَلَا هُدًى وَلَا كِتَابٍ مُن۪يرٍۙ
Ji însanan hin kes hene ku der heqê Allah de bê zanîn û bê hîdayet/bê rehber û bê Kitêbeke ronahîker nîqaş dikin.
ثَانِيَ عِطْفِه۪ لِيُضِلَّ عَنْ سَب۪يلِ اللّٰهِۜ لَهُ فِي الدُّنْيَا خِزْيٌ وَنُذ۪يقُهُ يَوْمَ الْقِيٰمَةِ عَذَابَ الْحَر۪يقِ
Ji bo (însanan) ji rêya Allah vegerîne di rewşeke bi quretî û ji xwe razî vêya dike. Jî wî re li dinyayê riswatî heye. Li axîretê jî em ezabekî şewate pê ditamînin.
ذٰلِكَ بِمَا قَدَّمَتْ يَدَاكَ وَاَنَّ اللّٰهَ لَيْسَ بِظَلَّامٍ لِلْعَب۪يدِ۟
Tiştên ku destên te (pêk anîye) teqdîm kiriye, ev in. Bêguman Allah ji evdên xwe re ne zilimkar e.
وَمِنَ النَّاسِ مَنْ يَعْبُدُ اللّٰهَ عَلٰى حَرْفٍۚ فَاِنْ اَصَابَهُ خَيْرٌۨ اطْمَاَنَّ بِه۪ۚ وَاِنْ اَصَابَتْهُ فِتْنَةٌۨ انْقَلَبَ عَلٰى وَجْهِه۪۠ خَسِرَ الدُّنْيَا وَالْاٰخِرَةَۜ ذٰلِكَ هُوَ الْخُسْرَانُ الْمُب۪ينُ
Ji însanan hin kes hene ku îbadetekî ne ji dil (bi gumanbarî û pîyê wî erd negirtî) ji Allah re dikin. Eger xêrek bigihîje wî, bi wê mutmeîn dibe. Lê eger fitneyek/îmtîhanek bigihîje wî, ew ser rû tê vegerandin (dizivire ser rewşa xwe ya berê). Ew dinyayê jî û axîretê jî winda dike. Ha ev, xesareta eşkere bixwe ye.
يَدْعُوا مِنْ دُونِ اللّٰهِ مَا لَا يَضُرُّهُ وَمَا لَا يَنْفَعُهُۜ ذٰلِكَ هُوَ الضَّلَالُ الْبَع۪يدُ
Ew dev ji Allah berdide û ji wî yê ku ne dikare zerarekî an jî feydeyekî bide wî re dûa/lavahî dike. Xerifîya kûr ev bixwe ye.
يَدْعُوا لَمَنْ ضَرُّهُٓ اَقْرَبُ مِنْ نَفْعِه۪ۜ لَبِئْسَ الْمَوْلٰى وَلَبِئْسَ الْعَش۪يرُ
Ew, lavahîya wî (tiştê) dike ku zerara wî ji feydeya wî nêzîktir e. Ew, çi dostekî xerab û çi hevalekî nebaş e.
اِنَّ اللّٰهَ يُدْخِلُ الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ جَنَّاتٍ تَجْر۪ي مِنْ تَحْتِهَا الْاَنْهَارُۜ اِنَّ اللّٰهَ يَفْعَلُ مَا يُر۪يدُ
Bêguman Allah ew ên îman anîne û amelên salih kirine dixe cennetên ku di binî de çem diherikin. Bêşik Allah, her çi bivê wê dike.
مَنْ كَانَ يَظُنُّ اَنْ لَنْ يَنْصُرَهُ اللّٰهُ فِي الدُّنْيَا وَالْاٰخِرَةِ فَلْيَمْدُدْ بِسَبَبٍ اِلَى السَّمَٓاءِ ثُمَّ لْيَقْطَعْ فَلْيَنْظُرْ هَلْ يُذْهِبَنَّ كَيْدُهُ مَا يَغ۪يظُ
Çi kesê guman bike ku Allah li dinya û li axîretê wê alîkarîya wî (pêxember) neke bila bi amrazekê/bi navgînekê bigire û bi bal asîman ve hilkişe, paşê bila (alîkarîya ku ji asîman ve tê) bibire. (Piştre) bila binêre, gelo ev çareserîya ku dîtîye hêrsa wî ya (ji îslâm û pêxember re) ji holê radike?
وَكَذٰلِكَ اَنْزَلْنَاهُ اٰيَاتٍ بَيِّنَاتٍۙ وَاَنَّ اللّٰهَ يَهْد۪ي مَنْ يُر۪يدُ
Herwiha me ev Qur'an bi ayetên eşkere nazil kiriye. Bêguman Allah kî bixwaze wî hîdayet dike.
اِنَّ الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَالَّذ۪ينَ هَادُوا وَالصَّابِـ۪ٔينَ وَالنَّصَارٰى وَالْمَجُوسَ وَالَّذ۪ينَ اَشْرَكُواۗ اِنَّ اللّٰهَ يَفْصِلُ بَيْنَهُمْ يَوْمَ الْقِيٰمَةِۜ اِنَّ اللّٰهَ عَلٰى كُلِّ شَيْءٍ شَه۪يدٌ
Bi rastî Allah roja qiyametê di navbera mumînan û cihûyan û sabiîyan û filleyan û muşrîkan de wê hukmê xwe bide. Bêşik Allah li ser her tiştî şahid e.
اَلَمْ تَرَ اَنَّ اللّٰهَ يَسْجُدُ لَهُ مَنْ فِي السَّمٰوَاتِ وَمَنْ فِي الْاَرْضِ وَالشَّمْسُ وَالْقَمَرُ وَالنُّجُومُ وَالْجِبَالُ وَالشَّجَرُ وَالدَّوَٓابُّ وَكَث۪يرٌ مِنَ النَّاسِۜ وَكَث۪يرٌ حَقَّ عَلَيْهِ الْعَذَابُۜ وَمَنْ يُهِنِ اللّٰهُ فَمَا لَهُ مِنْ مُكْرِمٍۜ اِنَّ اللّٰهَ يَفْعَلُ مَا يَشَٓاءُ
Ma qey te nedît? Hemû tiştên li erd û esmanan; roj û hîv û stêrk û çiyan û dar û heywan û pirên însanan ji Allah re secde dikin. Li ser gelekan jî ezab heq bûye. Allah her kî bêrûmet bike û kêm bixîne, êdî tu kes tune ku wî rêzdar bike. Bêguman Allah, ya ku divê dike.
هٰذَانِ خَصْمَانِ اخْتَصَمُوا ف۪ي رَبِّهِمْۘ فَالَّذ۪ينَ كَفَرُوا قُطِّعَتْ لَهُمْ ثِيَابٌ مِنْ نَارٍۜ يُصَبُّ مِنْ فَوْقِ رُؤُ۫سِهِمُ الْحَم۪يمُۚ
Evana du dijmin in ku der heqê Rabbê xwe de nîqaş dikin. (Ji van herduyan) ji bo ew ên kafir re cilên ji agir hatine dirûtin. Di ser serê wan de jî ava kelandî tê rijandin.
يُصْهَرُ بِه۪ مَا ف۪ي بُطُونِهِمْ وَالْجُلُودُۜ
Bi vê (ava kelandî) tiştên di nava zikê wan de û çermê wan tên helandin.
وَلَهُمْ مَقَامِعُ مِنْ حَد۪يدٍ
Ji wan re şivên hesinî (yên amadekirî) hene.
كُلَّمَٓا اَرَادُٓوا اَنْ يَخْرُجُوا مِنْهَا مِنْ غَمٍّ اُع۪يدُوا ف۪يهَا وَذُوقُوا عَذَابَ الْحَر۪يقِ۟
Ji bo ku ji derda/xema wê derê (xelas bibin) her cara ku dixwazin ji wir derkevin, ber bi wê de têne vegerandin û (ji wan re tê gotin): “Dê ezaba şewatok bitamînin.”
اِنَّ اللّٰهَ يُدْخِلُ الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ جَنَّاتٍ تَجْر۪ي مِنْ تَحْتِهَا الْاَنْهَارُ يُحَلَّوْنَ ف۪يهَا مِنْ اَسَاوِرَ مِنْ ذَهَبٍ وَلُؤْلُؤً۬اۜ وَلِبَاسُهُمْ ف۪يهَا حَر۪يرٌ
Bêguman Allah, wan ên îmân anîne û amelên salih kirine jî dixe cennetên di binî de çem diherikin. Li wir bi bazinên ji zêr û ji durr/ji lûlû dixemilin û libasên wan jî ji hevrîşim e.
وَهُدُٓوا اِلَى الطَّيِّبِ مِنَ الْقَوْلِۗ وَهُدُٓوا اِلٰى صِرَاطِ الْحَم۪يدِ
Ew bal bi gotinên herî xweşik û bal bi wî yê hamîd/pesinandî ve hatine rasterêkirin.
اِنَّ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا وَيَصُدُّونَ عَنْ سَب۪يلِ اللّٰهِ وَالْمَسْجِدِ الْحَرَامِ الَّذ۪ي جَعَلْنَاهُ لِلنَّاسِ سَوَٓاءًۨ الْعَاكِفُ ف۪يهِ وَالْبَادِۜ وَمَنْ يُرِدْ ف۪يهِ بِاِلْحَادٍ بِظُلْمٍ نُذِقْهُ مِنْ عَذَابٍ اَل۪يمٍ۟
Bêguman ew ên bûne kafir û ji rêya Allah û ji Mescîdu'l Heram a ku me ji hemû mirovên binkî/niştecih û yên ji derve tên re wekhev (pîroz) kiriye, xelkê men dikin (helak bûne). Kî jî averêkirinê û zilimkarîyê daxwaz bike em ê ezabekî biêş û jan pê bitamînin.
وَاِذْ بَوَّأْنَا لِاِبْرٰه۪يمَ مَكَانَ الْبَيْتِ اَنْ لَا تُشْرِكْ ب۪ي شَيْـًٔا وَطَهِّرْ بَيْتِيَ لِلطَّٓائِف۪ينَ وَالْقَٓائِم۪ينَ وَالرُّكَّعِ السُّجُودِ
Bi bîr bîne! Dema ku me cihê Beytê/Kâ'beyê nîşanî Îbrahîm dabû û (me wiha wehîy kiribû): “Qet tu tiştekî ji min re neke şirîk. Mala min/Beyta min ji bo tewafkeran û qaîman (yên qiyam dikin) û rukûvanan û secdebiran re paqij bike. “
وَاَذِّنْ فِي النَّاسِ بِالْحَجِّ يَأْتُوكَ رِجَالًا وَعَلٰى كُلِّ ضَامِرٍ يَأْت۪ينَ مِنْ كُلِّ فَجٍّ عَم۪يقٍۙ
“Di nava însanan de îlana heccê bike. Peyatî/bi meş û (ji ber rêwingîya dirêj) li ser siwarên betilandî, bila ji rêyên dûr werin cem te.”
لِيَشْهَدُوا مَنَافِعَ لَهُمْ وَيَذْكُرُوا اسْمَ اللّٰهِ ف۪ٓي اَيَّامٍ مَعْلُومَاتٍ عَلٰى مَا رَزَقَهُمْ مِنْ بَه۪يمَةِ الْاَنْعَامِۚ فَكُلُوا مِنْهَا وَاَطْعِمُوا الْبَٓائِسَ الْفَق۪يرَۘ
(Bila bi gazîya te werin heccê da ku;) li ser berjewendîya/menfaeta ji bo xwe bibin şahid. (Wekî din) bila li ser heywanên (ji bo qurbanê) ku wan riziqandîye/daye wan di rojên diyarkirî de navê Allah zikir bikin. Ji wan bixwin bi feqîrên di tengezarîyê de mane jî bidin xwarin.
ثُمَّ لْيَقْضُوا تَفَثَهُمْ وَلْيُوفُوا نُذُورَهُمْ وَلْيَطَّوَّفُوا بِالْبَيْتِ الْعَت۪يقِ
Paşê (bi qusandina por û neynûk û simbêlên xwe) qirêjên xwe paqij bikin û nezrên xwe bi cih bînin û Beyti’l Atîk/Mala Azad tewaf bikin.
ذٰلِكَۗ وَمَنْ يُعَظِّمْ حُرُمَاتِ اللّٰهِ فَهُوَ خَيْرٌ لَهُ عِنْدَ رَبِّه۪ۜ وَاُحِلَّتْ لَكُمُ الْاَنْعَامُ اِلَّا مَا يُتْلٰى عَلَيْكُمْ فَاجْتَنِبُوا الرِّجْسَ مِنَ الْاَوْثَانِ وَاجْتَنِبُوا قَوْلَ الزُّورِۙ
Ha wisan… Her kî şîarên/hurûmatên Allah (tiştên ku Allah parastin û çavnêrîya wan daxwaz kiriye) berz/rûmetdar bike ev, jê re li cem Rabbê wî ya herî bixêrtir e. Ew ên ku (herambûna wan) ji we re hatîye xwendin ne tê de, heywanên din ji we re hatîye helal kirin. Xwe ji wan pûtên necis biparêzin! Ji peyva derew jî dûr bimînin.
حُنَفَٓاءَ لِلّٰهِ غَيْرَ مُشْرِك۪ينَ بِه۪ۜ وَمَنْ يُشْرِكْ بِاللّٰهِ فَكَاَنَّمَا خَرَّ مِنَ السَّمَٓاءِ فَتَخْطَفُهُ الطَّيْرُ اَوْ تَهْو۪ي بِهِ الرّ۪يحُ ف۪ي مَكَانٍ سَح۪يقٍ
Ji wî re qet tu şirîk çênekin û (bi terikandina her cureyên wê) bi henîftî (evana bikin). Kî jî ji Allah re şirîk çêke her wekî wî kesê ye ku ew ji asîman ketîye xwarê û ew hêj li hewayê teyr xwe lê bidin (û parçe parçe bikin) an jî ba wî bi cihekî xewle û dûr ve berhewa bike.
ذٰلِكَۗ وَمَنْ يُعَظِّمْ شَعَٓائِرَ اللّٰهِ فَاِنَّهَا مِنْ تَقْوَى الْقُلُوبِ
Ha wisan... Kî jî şîarên Allah (tiştên ku wî bi bîr tînin û daxwaza rûmetgirîya wî dike) berz/bilind bike bêşik ev, ji teqwadarîya qelban e.
لَكُمْ ف۪يهَا مَنَافِعُ اِلٰٓى اَجَلٍ مُسَمًّى ثُمَّ مَحِلُّهَٓا اِلَى الْبَيْتِ الْعَت۪يقِ۟
Wî (di heywanan de hetanî bên qurbankirin) heta demeke diyarkirî ji bo we feyde hene. Paşê cihê wan (ya ku bên qurbankirin) Beyti’l Atîk e.
وَلِكُلِّ اُمَّةٍ جَعَلْنَا مَنْسَكًا لِيَذْكُرُوا اسْمَ اللّٰهِ عَلٰى مَا رَزَقَهُمْ مِنْ بَه۪يمَةِ الْاَنْعَامِۜ فَاِلٰهُكُمْ اِلٰهٌ وَاحِدٌ فَلَهُٓ اَسْلِمُواۜ وَبَشِّرِ الْمُخْبِت۪ينَۙ
Me ji her ummetê re mensekek/rêya îbadetê (serjêkirina qurbanê) meşrû kiriye; ji bo ku li ser heywanên ku Allah wan riziqandîye navê wî hildin/zikir bikin. Îlâhê we yek îlâhek tenê ye. Her wiha teslîmê wî bibin. Mizgînê bide wan (ên wek nefsbiçûk û dilhedinî teslîmê Allah bûne) muhbîtan.
اَلَّذ۪ينَ اِذَا ذُكِرَ اللّٰهُ وَجِلَتْ قُلُوبُهُمْ وَالصَّابِر۪ينَ عَلٰى مَٓا اَصَابَهُمْ وَالْمُق۪يمِي الصَّلٰوةِۙ وَمِمَّا رَزَقْنَاهُمْ يُنْفِقُونَ
Ew in ku; dema navê Allah tê zikirkirin, qelbê wan dilerize û ji ber tiştên tê serê wan sebir dikin û nimêja xwe rasterast dikin û ji rizqên ku me daye wan înfaq dikin.
وَالْبُدْنَ جَعَلْنَاهَا لَكُمْ مِنْ شَعَٓائِرِ اللّٰهِ لَكُمْ ف۪يهَا خَيْرٌۗ فَاذْكُرُوا اسْمَ اللّٰهِ عَلَيْهَا صَوَٓافَّۚ فَاِذَا وَجَبَتْ جُنُوبُهَا فَكُلُوا مِنْهَا وَاَطْعِمُوا الْقَانِعَ وَالْمُعْتَرَّۜ كَذٰلِكَ سَخَّرْنَاهَا لَكُمْ لَعَلَّكُمْ تَشْكُرُونَ
Me heywanên qurbanê jî ji we re kiriye nîşanên/şîarên Allah. Ji bo we di wan de xêr heye. Nexwe (ji bo qurbankirinê re) dema li ser pîyan in navê Allah zikir bikin. Dema ku bi ser kêleka xwe ve ketin (serjê bûn) ji wan bixwin û bi yên ku dixwazin û yên qenaetkar in (naxwazin) jî bidin xwarin. Me ew (heywan) ji we re bikêr/berdest kirine da ku hûn şikur bikin
لَنْ يَنَالَ اللّٰهَ لُحُومُهَا وَلَا دِمَٓاؤُ۬هَا وَلٰكِنْ يَنَالُهُ التَّقْوٰى مِنْكُمْۜ كَذٰلِكَ سَخَّرَهَا لَكُمْ لِتُكَبِّرُوا اللّٰهَ عَلٰى مَا هَدٰيكُمْۜ وَبَشِّرِ الْمُحْسِن۪ينَ
Ne goşt û ne jî xwîna wan (qurbanan) digihîje Allah. Lê teqwa we digihîje Allah. Herwiha ji ber ku wan (heywanan ji bo hûn bi rihetî serjê bikin) ji we re sernerm kiriye û we hîdayet kiriye da ku hûn jî di muqabilê vê de Allah tekbîr/berz bikin. Mizgînê bide muhsînan/qencîkaran (ew ên ku evdîtîya xwe herî xweşik teqdîm dikin)!
اِنَّ اللّٰهَ يُدَافِعُ عَنِ الَّذ۪ينَ اٰمَنُواۜ اِنَّ اللّٰهَ لَا يُحِبُّ كُلَّ خَوَّانٍ كَفُورٍ۟
Bizanibin ku Allah mumînan diparêze/mudafea dike. Bêşik Allah ji tu kesên xayîn û nankor hez nake.
اُذِنَ لِلَّذ۪ينَ يُقَاتَلُونَ بِاَنَّهُمْ ظُلِمُواۜ وَاِنَّ اللّٰهَ عَلٰى نَصْرِهِمْ لَقَد۪يرٌۙ
Ji bo wan ên ku bi wan re şer tê kirin, ji ber zilma li wan hatîye kirin destûr (a şer) ji wan re hatîye dayîn. Bêguman Allah li ser alîkarîya wan qadir e.
اَلَّذ۪ينَ اُخْرِجُوا مِنْ دِيَارِهِمْ بِغَيْرِ حَقٍّ اِلَّٓا اَنْ يَقُولُوا رَبُّنَا اللّٰهُۜ وَلَوْلَا دَفْعُ اللّٰهِ النَّاسَ بَعْضَهُمْ بِبَعْضٍ لَهُدِّمَتْ صَوَامِعُ وَبِيَعٌ وَصَلَوَاتٌ وَمَسَاجِدُ يُذْكَرُ ف۪يهَا اسْمُ اللّٰهِ كَث۪يرًاۜ وَلَيَنْصُرَنَّ اللّٰهُ مَنْ يَنْصُرُهُۜ اِنَّ اللّٰهَ لَقَوِيٌّ عَز۪يزٌ
Ew ên ji bo ku digotin: “Rabbê me Allah e.” bi neheqî ji warên xwe hatine derxistin. Eger Allah hinek însanan bi hinekên din neda qewirandin/neda alî (li ser rûyê erdê nebûna maniê fesada wan) bêşik wê manastir û dêr û hewra û mizgeftên ku navê Allah di wan de pirzêde tên zikirkirin, dê xerabibûna. Helbet Allah wê alîkarîya wî kesî bike ku ew jî alîkarê wî ye. Bêguman Allah (yê xwedî hêz û quwwet) Qawîy û (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz e.
اَلَّذ۪ينَ اِنْ مَكَّنَّاهُمْ فِي الْاَرْضِ اَقَامُوا الصَّلٰوةَ وَاٰتَوُا الزَّكٰوةَ وَاَمَرُوا بِالْمَعْرُوفِ وَنَهَوْا عَنِ الْمُنْكَرِۜ وَلِلّٰهِ عَاقِبَةُ الْاُمُورِ
Ew ên (Allah alîkarîya wan kiriye) dema ku li ser rûyê erdê îqtîdar bikeve destê wan; nimêja xwe îqame (rasterast) dikin û zekâta xwe didin û marûfê (qencîyê) emir dikin û ji munkeratê jî men dikin. Aqûbeta her tiştî (qerara dawî ya der heqê wan de) aîdê Allah e.
وَاِنْ يُكَذِّبُوكَ فَقَدْ كَذَّبَتْ قَبْلَهُمْ قَوْمُ نُوحٍ وَعَادٌ وَثَمُودُۙ
Eger te biderewînin bêşik berîya wan qewmê Nûh û Âdem û Semûd jî derewandibûn.
وَقَوْمُ اِبْرٰه۪يمَ وَقَوْمُ لُوطٍۙ
Qewmê Îbrahîm û qewmê Lût jî...
وَاَصْحَابُ مَدْيَنَۚ وَكُذِّبَ مُوسٰى فَاَمْلَيْتُ لِلْكَافِر۪ينَ ثُمَّ اَخَذْتُهُمْۚ فَكَيْفَ كَانَ نَك۪يرِ
Xelkê Medyenê jî... Mûsa jî hatibû derewandin. Min jî muhletekî dabû ber kafiran û paşê wan (bi ezab) girtibû. Gelo çawa bû (li dij derewandina wan) înkara/neqayîlîya min?
فَكَاَيِّنْ مِنْ قَرْيَةٍ اَهْلَكْنَاهَا وَهِيَ ظَالِمَةٌ فَهِيَ خَاوِيَةٌ عَلٰى عُرُوشِهَا وَبِئْرٍ مُعَطَّلَةٍ وَقَصْرٍ مَش۪يدٍ
Gelek bajarên ku xelkê wî zalim bûn me ew helak kirin; êdî ew serûbinê hev bûne û gelek bîr (ên avê) çikîyayî/bêxwedî mane û qesrên dîwarbilind jî terikandî û xerabe mane.
اَفَلَمْ يَس۪يرُوا فِي الْاَرْضِ فَتَكُونَ لَهُمْ قُلُوبٌ يَعْقِلُونَ بِهَٓا اَوْ اٰذَانٌ يَسْمَعُونَ بِهَاۚ فَاِنَّهَا لَا تَعْمَى الْاَبْصَارُ وَلٰكِنْ تَعْمَى الْقُلُوبُ الَّت۪ي فِي الصُّدُورِ
Erê ma qey ew li ser rûyê erdê nagerin da ku bila ji wan re qelbekî ku pê bifikirin û guhekî ku pê bibihîzin çêbibin? Lewre çav kor nabin. Qelbên di singan de kor dibin.
وَيَسْتَعْجِلُونَكَ بِالْعَذَابِ وَلَنْ يُخْلِفَ اللّٰهُ وَعْدَهُۜ وَاِنَّ يَوْمًا عِنْدَ رَبِّكَ كَاَلْفِ سَنَةٍ مِمَّا تَعُدُّونَ
Ew ji te bi lez ezab dixwazin. (Lê belê) Allah ji weada xwe qethîyen nazivire/venagere. Bi rastî rojeke li cem Rabbê te bi qasî hezar salên hûn dijmêrin e.
وَكَاَيِّنْ مِنْ قَرْيَةٍ اَمْلَيْتُ لَهَا وَهِيَ ظَالِمَةٌ ثُمَّ اَخَذْتُهَاۚ وَاِلَيَّ الْمَص۪يرُ۟
Gelek bajarên digel ku xelkê wan zilim dikirin min muhlet da wan û paşê min ew (bi ezab) helak kirin. Veger her bi bal min ve ye.
قُلْ يَٓا اَيُّهَا النَّاسُ اِنَّمَٓا اَنَا۬ لَكُمْ نَذ۪يرٌ مُب۪ينٌۚ
Bibêje: “Gelî însanan! Bi rastî ez ji we re tenê hişyarkarek im.”
فَالَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ لَهُمْ مَغْفِرَةٌ وَرِزْقٌ كَر۪يمٌ
Heçî ew ên îmân anîne û amelên salih kirine, ji wan re mexfîret û rizqekî hêja heye.
وَالَّذ۪ينَ سَعَوْا ف۪ٓي اٰيَاتِنَا مُعَاجِز۪ينَ اُو۬لٰٓئِكَ اَصْحَابُ الْجَح۪يمِ
Ew ên ji bo aciztîya/nemutebertîya ayetên me di nav xebatê de ne (belê), evana ehlê cehennemê ne.
وَمَٓا اَرْسَلْنَا مِنْ قَبْلِكَ مِنْ رَسُولٍ وَلَا نَبِيٍّ اِلَّٓا اِذَا تَمَنّٰٓى اَلْقَى الشَّيْطَانُ ف۪ٓي اُمْنِيَّتِه۪ۚ فَيَنْسَخُ اللّٰهُ مَا يُلْقِي الشَّيْطَانُ ثُمَّ يُحْكِمُ اللّٰهُ اٰيَاتِه۪ۜ وَاللّٰهُ عَل۪يمٌ حَك۪يمٌۙ
Me berîya te her çiqas rasûl û nebîyên şandine dema dest bi xwendina (Kitabullah) kiriye muheqeq şeytan her hewl daye/daxwaz kiriye ku hin tiştan tevlî xwendina wî bike. Lê Allah, tişt (weswese û guman) ên wî (şeytan) daxwaz kiriye ku tevlî wê bike, pûç dike/diborîne û piştre ayetên xwe muhkem/zexm dike. Allah, (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
لِيَجْعَلَ مَا يُلْقِي الشَّيْطَانُ فِتْنَةً لِلَّذ۪ينَ ف۪ي قُلُوبِهِمْ مَرَضٌ وَالْقَاسِيَةِ قُلُوبُهُمْۜ وَاِنَّ الظَّالِم۪ينَ لَف۪ي شِقَاقٍ بَع۪يدٍۙ
Allah (wiha dike da ku) bi wan tiştên şeytan dixwaze tevlî wê bike, ew ên di qelbê wan de nexweşî hene û ew ên qelbê wan hişk bûne re bike fitne/îmtîhan. Bêguman ew ên zilimkar di cudahîyeke kûr de ne (ku civandina wan a li cem hev û vegera wan a bal bi heqîyê ve pir zor e).
وَلِيَعْلَمَ الَّذ۪ينَ اُو۫تُوا الْعِلْمَ اَنَّهُ الْحَقُّ مِنْ رَبِّكَ فَيُؤْمِنُوا بِه۪ فَتُخْبِتَ لَهُ قُلُوبُهُمْۜ وَاِنَّ اللّٰهَ لَهَادِ الَّذ۪ينَ اٰمَنُٓوا اِلٰى صِرَاطٍ مُسْتَق۪يمٍ
(Wekî din) ji bo ku ew ên ilim ji wan re hatîye dayîn bizanibin ku ev (Qur'an) ji Allah e û bi wê îmân bînin û qelbê wan bi dilnizmî teslîmî (hukmên wê) bibe (wiha dike). Bêşik Allah, mumînan li ser hîdayetê rasterê dike.
وَلَا يَزَالُ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا ف۪ي مِرْيَةٍ مِنْهُ حَتّٰى تَأْتِيَهُمُ السَّاعَةُ بَغْتَةً اَوْ يَأْتِيَهُمْ عَذَابُ يَوْمٍ عَق۪يمٍ
Ew ên kafir jî hetanî ku ji nîşka ve qiyamet bi ser wan ve neyê an jî ezaba rojeke eqîm (rojeke bêkêr/kêmber ku qet tu feyda wê ji wan re tune) neyê ew ê der heqê wê (Qur'anê de) di gumanê de bimînin.
اَلْمُلْكُ يَوْمَئِذٍ لِلّٰهِۜ يَحْكُمُ بَيْنَهُمْۜ فَالَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ ف۪ي جَنَّاتِ النَّع۪يمِ
Wê rojê serwerî/hakimîyet aîdê Allah e. Ew di navbera wan de hukim dide. Ew ên îmân anîne û amelên salih kirine di nava cennetên Naîm de ne.
وَالَّذ۪ينَ كَفَرُوا وَكَذَّبُوا بِاٰيَاتِنَا فَاُو۬لٰٓئِكَ لَهُمْ عَذَابٌ مُه۪ينٌ
Heçî ew ên înkar kirine û ayetên me derewandine, ha ji wan re ezabekî riswaker heye.
وَالَّذ۪ينَ هَاجَرُوا ف۪ي سَب۪يلِ اللّٰهِ ثُمَّ قُتِلُٓوا اَوْ مَاتُوا لَيَرْزُقَنَّهُمُ اللّٰهُ رِزْقًا حَسَنًاۜ وَاِنَّ اللّٰهَ لَهُوَ خَيْرُ الرَّازِق۪ينَ
Ew ên di rêya Allah de hîcret kirine û piştre hatibe kuştin an jî miribe, wê Allah helbet rizqekî xweşik bide wî. Allah, muheqeq herî bixêrtirê raziqan e.
لَيُدْخِلَنَّهُمْ مُدْخَلًا يَرْضَوْنَهُۜ وَاِنَّ اللّٰهَ لَعَل۪يمٌ حَل۪يمٌ
Wê wan têxe cihekî wisan ku pê qayîl bibin. Bêguman Allah (zanayê her tiştî) Alîm û (ew cezayên ku heq dikin jî ji ser evdên xwe bi paş ve davêje/texîr dike) Halîm e.
ذٰلِكَۚ وَمَنْ عَاقَبَ بِمِثْلِ مَا عُوقِبَ بِه۪ ثُمَّ بُغِيَ عَلَيْهِ لَيَنْصُرَنَّهُ اللّٰهُۜ اِنَّ اللّٰهَ لَعَفُوٌّ غَفُورٌ
Ha wisan... Kî bi qasî zilima ku lê hatîye kirin û bi misla neheqîya ku lê hatîye kirin muqabele bike û paşê dîsa piroletî/êrîş lê bê kirin muheqeq wê Allah alîkarîya wî bike. Bêguman Allah (yê ku gunehan efû dike) Afûw û (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr e.
ذٰلِكَ بِاَنَّ اللّٰهَ يُولِجُ الَّيْلَ فِي النَّهَارِ وَيُولِجُ النَّهَارَ فِي الَّيْلِ وَاَنَّ اللّٰهَ سَم۪يعٌ بَص۪يرٌ
Ha wisan... Bi rastî Allah şevê tevlî rojê dike û rojê jî tevlî şevê dike. Bêguman Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e.
ذٰلِكَ بِاَنَّ اللّٰهَ هُوَ الْحَقُّ وَاَنَّ مَا يَدْعُونَ مِنْ دُونِه۪ هُوَ الْبَاطِلُ وَاَنَّ اللّٰهَ هُوَ الْعَلِيُّ الْكَب۪يرُ
Ev wiha ye... Lewre Allah (çavkanîya/menbaa heq û heqîqetê) Heq bixwe ye. Tiştê ku ji xeynî wî lavayî/dûayê li wan dikin jî batil in. Bêguman Allah (bi zat û sifetên xwe herî bilind) Alîy û (yê herî mezin) Kebîr e.
اَلَمْ تَرَ اَنَّ اللّٰهَ اَنْزَلَ مِنَ السَّمَٓاءِ مَٓاءًۘ فَتُصْبِحُ الْاَرْضُ مُخْضَرَّةًۜ اِنَّ اللّٰهَ لَط۪يفٌ خَب۪يرٌۚ
Ma te nedît? Allah ji asîman av daxist. Erd pê hêşîn bû. Bêguman Allah (yê ku bi ilmê xwe nifûzê her tiştî dike û xwedî lutuf û îhsan) Latîf û (agahdarê her tiştî) Xabîr e.
لَهُ مَا فِي السَّمٰوَاتِ وَمَا فِي الْاَرْضِۜ وَاِنَّ اللّٰهَ لَهُوَ الْغَنِيُّ الْحَم۪يدُ۟
Hemû tiştên li erd û esmanan aîdê wî ne. Bêguman Allah (ew ê her tişt muhtacê wî ye lê ew ne hewcedarê tu kesî) Xenîy û (yê ku herî zêde hemd û pesinandinê heq dike û ji alîyê heyînan ve tê pesinandin) Hamîd e.
اَلَمْ تَرَ اَنَّ اللّٰهَ سَخَّرَ لَكُمْ مَا فِي الْاَرْضِ وَالْفُلْكَ تَجْر۪ي فِي الْبَحْرِ بِاَمْرِه۪ۜ وَيُمْسِكُ السَّمَٓاءَ اَنْ تَقَعَ عَلَى الْاَرْضِ اِلَّا بِاِذْنِه۪ۜ اِنَّ اللّٰهَ بِالنَّاسِ لَرَؤُ۫فٌ رَح۪يمٌ
Ma te nedît? Allah hemû tiştên li ser rûyê erdê xist bin emrê we. Keştî jî li ser behrê bi emrê wî diherikin/dikişin û esman digire da ku heta bê îzna wî nekeve ser erdê. Bêguman Allah, li ser evdên xwe (pir bi şefqet) Raûf û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
وَهُوَ الَّذ۪ٓي اَحْيَاكُمْۘ ثُمَّ يُم۪يتُكُمْ ثُمَّ يُحْي۪يكُمْۜ اِنَّ الْاِنْسَانَ لَكَفُورٌ
Ew ê ku we (bi heyîkirina ji tunebûnê) vejandîye û paşê bimirîne û (roja qiyametê) ji nû de bivejîne ew e. Bêşik însan pir nankor e.
لِكُلِّ اُمَّةٍ جَعَلْنَا مَنْسَكًا هُمْ نَاسِكُوهُ فَلَا يُنَازِعُنَّكَ فِي الْاَمْرِ وَادْعُ اِلٰى رَبِّكَۜ اِنَّكَ لَعَلٰى هُدًى مُسْتَق۪يمٍ
Me ji her ummetê re mensekek/rêyeke îbadetê diyar kiriye û ew li ser wê amel dikin. Nexwe bila tu kes li ser vê mijarê bi te re nîqaş neke/destûra nîqaşê nede. Tu dawetî Rabbê xwe bike! Bêguman tu, li ser hîdayetekî rasterast î.
وَاِنْ جَادَلُوكَ فَقُلِ اللّٰهُ اَعْلَمُ بِمَا تَعْمَلُونَ
Eger ew bi te re nîqaş bikin/têbikoşin, bibêje: “Allah, bi ya ku hûn dikin herî çêtir dizane.”
اَللّٰهُ يَحْكُمُ بَيْنَكُمْ يَوْمَ الْقِيٰمَةِ ف۪يمَا كُنْتُمْ ف۪يهِ تَخْتَلِفُونَ
Allah, li ser mijarên ku we tê de îxtîlaf dikir de wê roja qiyametê hukim bide.
اَلَمْ تَعْلَمْ اَنَّ اللّٰهَ يَعْلَمُ مَا فِي السَّمَٓاءِ وَالْاَرْضِۜ اِنَّ ذٰلِكَ ف۪ي كِتَابٍۜ اِنَّ ذٰلِكَ عَلَى اللّٰهِ يَس۪يرٌ
Ma qey tu nizanî ku Allah, bi hemû tiştên li erd esmanan hene dizane. Bêşik evana di Kitêbekî de ne. Bêguman ev, ji bo Allah pir hêsan e.
وَيَعْبُدُونَ مِنْ دُونِ اللّٰهِ مَا لَمْ يُنَزِّلْ بِه۪ سُلْطَانًا وَمَا لَيْسَ لَهُمْ بِه۪ عِلْمٌۜ وَمَا لِلظَّالِم۪ينَ مِنْ نَص۪يرٍ
Ew ji xeynî Allah îbadetê tiştên din dikin ku der heqê wan de qet tu delîl danexistîye û qet tu zanîna wan jî tune. Ji zaliman re qet tu alîkar tune.
وَاِذَا تُتْلٰى عَلَيْهِمْ اٰيَاتُنَا بَيِّنَاتٍ تَعْرِفُ ف۪ي وُجُوهِ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا الْمُنْكَرَۜ يَكَادُونَ يَسْطُونَ بِالَّذ۪ينَ يَتْلُونَ عَلَيْهِمْ اٰيَاتِنَاۜ قُلْ اَفَاُنَبِّئُكُمْ بِشَرٍّ مِنْ ذٰلِكُمْۜ اَلنَّارُۜ وَعَدَهَا اللّٰهُ الَّذ۪ينَ كَفَرُواۜ وَبِئْسَ الْمَص۪يرُ۟
Dema ku ayetên me yên eşkere ji wan re tên xwendin tu di rûyê kafiran de nerazîtî/nexoşnûdîtî dibînî. Hema hema dikin ku êrîşî wan ên ayetên me ji wan re dixwînin bikin. Bibêje: “Ez saloxa tiştekî ji vê bi şertir/xerabtir bidim we? Agir! Allah ew ji kafiran re wead kiriye. Ew çi cihlêvegerekî xerab e.”
يَٓا اَيُّهَا النَّاسُ ضُرِبَ مَثَلٌ فَاسْتَمِعُوا لَهُۜ اِنَّ الَّذ۪ينَ تَدْعُونَ مِنْ دُونِ اللّٰهِ لَنْ يَخْلُقُوا ذُبَابًا وَلَوِ اجْتَمَعُوا لَهُۜ وَاِنْ يَسْلُبْهُمُ الذُّبَابُ شَيْـًٔا لَا يَسْتَنْقِذُوهُ مِنْهُۜ ضَعُفَ الطَّالِبُ وَالْمَطْلُوبُ
Gelî însanan! Ji we re mîsalek hatîye dayîn (bi dîqat) guhdar bin. Ew ên hûn ji xeynî Allah ji wan re îbadet dikin hemû werin cem hev nikarin mêşekî jî bixuliqînin. Eger mêş tiştekî ji wan bikişîne û bigire, nikarin wê (ji destê mêşê) xelas bikin. Yê ku dixwaze jî aciz e û yê jê tê xwestin jî...
مَا قَدَرُوا اللّٰهَ حَقَّ قَدْرِه۪ۜ اِنَّ اللّٰهَ لَقَوِيٌّ عَز۪يزٌ
Wan bi awayê lêhatî/layiqê wî, qedrê Allah negirtine. (Tênegihîştine qudret û ezameta Allah û fêm nekirin.) Bêguman Allah (yê xwedî hêz û quwwet) Qawîy û (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz e.
اَللّٰهُ يَصْطَف۪ي مِنَ الْمَلٰٓئِكَةِ رُسُلًا وَمِنَ النَّاسِۜ اِنَّ اللّٰهَ سَم۪يعٌ بَص۪يرٌۚ
Allah, ji melâîketan û ji însanan kî bivê wek qasid hildibijêre. Bêguman Allah, (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e.
يَعْلَمُ مَا بَيْنَ اَيْد۪يهِمْ وَمَا خَلْفَهُمْۜ وَاِلَى اللّٰهِ تُرْجَعُ الْاُمُورُ
(Ew) ya bi pêşîya wan de jî û ya bi dawîya wan de jî dizane. Hemû kar bi bal Allah ve tên vegerandin.
يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا ارْكَعُوا وَاسْجُدُوا وَاعْبُدُوا رَبَّكُمْ وَافْعَلُوا الْخَيْرَ لَعَلَّكُمْ تُفْلِحُونَۚ
Gelî ew ên îmân anîne! Herin rûkuê û secde bikin û ji Rabbê xwe re îbadetê/evdîtîyê bikin û amelên qenc bikin; hêvî heye ku hûn bigihîjin xelasîyê.
وَجَاهِدُوا فِي اللّٰهِ حَقَّ جِهَادِه۪ۜ هُوَ اجْتَبٰيكُمْ وَمَا جَعَلَ عَلَيْكُمْ فِي الدّ۪ينِ مِنْ حَرَجٍۜ مِلَّةَ اَب۪يكُمْ اِبْرٰه۪يمَۜ هُوَ سَمّٰيكُمُ الْمُسْلِم۪ينَ مِنْ قَبْلُ وَف۪ي هٰذَا لِيَكُونَ الرَّسُولُ شَه۪يدًا عَلَيْكُمْ وَتَكُونُوا شُهَدَٓاءَ عَلَى النَّاسِۚ فَاَق۪يمُوا الصَّلٰوةَ وَاٰتُوا الزَّكٰوةَ وَاعْتَصِمُوا بِاللّٰهِۜ هُوَ مَوْلٰيكُمْۚ فَنِعْمَ الْمَوْلٰى وَنِعْمَ النَّص۪يرُ
Di rêya Allah de bi heqî/bi awayê lêhatî cîhad bikin. Wî hûn hilbijartîye. Di dîn de tengasîyek/zorahîyek li we bar nekirîye. (Bidin pey) milletê ceddê/bavûkalê xwe Îbrahîm! Wî (Allah) hem di berê de û hem di vê de we bi navê muslîm (ew evdên ku şirkê terk kirine û bi tewhîdê berê xwe dane Allah) navandîye ku, pêxember li ser we û hûn jî li ser însanan şahidî bikin. Nimêja xwe îqame/rasterast bikin û zekâtê bidin û xwe bi Allah ve bigirin. Ew, mewlayê we ye. Çi mewlayekî rind û çi dostekî xweşik!