16Sûreya Hûd
اُو۬لٰٓئِكَ الَّذ۪ينَ لَيْسَ لَهُمْ فِي الْاٰخِرَةِ اِلَّا النَّارُۘ وَحَبِطَ مَا صَنَعُوا ف۪يهَا وَبَاطِلٌ مَا كَانُوا يَعْمَلُونَ
Ji bo vana li axîretê ji agir pê ve nesîbek/tiştek tune. Kar û kirinên wan berhewa bûye. Jixwe tiştê ku kirine jî batil in.
Jêrenot
(Allah (ac) diyar kiriye ku, ew qas nîmetên dinyayê ji bo însan xuliqandîye (7/A’raf, 32) û însan jî ji ber fitreta xwe mubtelayê/dildayîyê van nîmetan e (3/Âl-î Îmran, 14). Li ser vêya, mirov bizanibe ku hezkirina dinyayê û nîmetên hene tevde ji Allah in, daxwaza wan nabe pirsgirêkeke îtîqadî an jî exlaqî. Lê belê bi qasî perestîyê hezkirina dinyayê û xebata bi tenê ji bo wê (weke di ayetê de hatîye diyarkirin) hezkirina dinyayê ji bo kesekî bibe fitne û evdîtîya wî yê ji Allah re bide ji bîr kirin (9/Tewbe, 23-24) û bi tenê ji bo dinyayê kêfxweş an jî hêrs bibe (9/Tewbe, 58-59), ha ev nexweşîneke îtîqadî û merezeke exlaqî ye.