Sure 76

Sûreya Însan

Medîne31 ayetÎnsan

الانسان
Der barê Sûreyê de

Sûreya Însan, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û sî û yek (31) ayet e. Di Qur’anê de sûreya heftê û şeşemîn e. Ji ber ku behsa xuliqandina însan dike bi navê sûreya Însan hatîye navandin. Sûre, însanan bal bi têgihiştina hikmetên xuliqandina xwe bixwe û mezharîyeta nîmetan û naskirina Allah (ac) û şikirandina dayînên wî û xweparastina ji ezaba wî û şertên bi dest xistina nîmetên bi rûmet yên li axîretê vedixwîne.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

هَلْ اَتٰى عَلَى الْاِنْسَانِ ح۪ينٌ مِنَ الدَّهْرِ لَمْ يَكُنْ شَيْـًٔا مَذْكُورًا

Di ser însan re, demekî wisan dirêj derbas bû ku; ew (di vê demê de) ne tiştekî hêjayê bibîrxistinê/zikirkirinê bû.

Jêrenot
(Ayet, bi însan dide bibîrxistin ku ew di eslê xwe de çi bû û ji ku hatîye. Tiştekî ku di wextekî de tu kes ew bi bîr nedixist û tune bû, bi xuliqandina Allah (ac) ew însanê ku hebûn dît û heyî bû, çawa dibe ku ji Rabbê xwe re şirîk çêdike û vê heqîqetê înkar dike ku ew (Allah) mirîyan divejîne!)

اِنَّا خَلَقْنَا الْاِنْسَانَ مِنْ نُطْفَةٍ اَمْشَاجٍۗ نَبْتَل۪يهِ فَجَعَلْنَاهُ سَم۪يعًا بَص۪يرًا

Bêguman me însan, ji aveke tevlîhevbûyî (ya jin û mêr) xuliqand. Em wî diceribînin/îmtîhan dikin. (Ji ber vê jî) me ew kir heyînekî bihîstkar û bînende.

اِنَّا هَدَيْنَاهُ السَّب۪يلَ اِمَّا شَاكِرًا وَاِمَّا كَفُورًا

Qet guman tune, me rê nîşanî wî da. An dibe (mûmînekî) şukirdar an jî dibe (kafirekî) nankor.

اِنَّٓا اَعْتَدْنَا لِلْكَافِر۪ينَ سَلَاسِلَا۬ وَاَغْلَالًا وَسَع۪يرًا

Qet guman tune me, ji bo kafiran zincîr (ên ku di stûyê wan de borandî ne) û destbendên/kelepçeyên (li destên wan tên girêdan) û agirekî ku alavên bi erjeng direşîne amade kiriye.

اِنَّ الْاَبْرَارَ يَشْرَبُونَ مِنْ كَأْسٍ كَانَ مِزَاجُهَا كَافُورًاۚ

Bi rastî ew ên Ebrar (pirzêde qencî dikin,) ji qedehekî (bêhnxweş û hênikker) ku têkelê wê kafûr e vedixwin.

عَيْنًا يَشْرَبُ بِهَا عِبَادُ اللّٰهِ يُفَجِّرُونَهَا تَفْج۪يرًا

Çavkanîyeke wisan e ku evdên Allah jê vedixwin û (bi devera dixwazin ve) bi xurexur diherikînin.

يُوفُونَ بِالنَّذْرِ وَيَخَافُونَ يَوْمًا كَانَ شَرُّهُ مُسْتَط۪يرًا

Nezrên xwe bicih tînin û ji rojeke ku xerabîya/şerra wê belavbûyîye ditirsin.

وَيُطْعِمُونَ الطَّعَامَ عَلٰى حُبِّه۪ مِسْك۪ينًا وَيَت۪يمًا وَاَس۪يرًا

Digel ku jê hez dikin/dilê wan diçê jî xwarin bi kesê miskîn/feqîrê hewcedar û bi sêwî û bi dîl/êsîr didin xwarin.

اِنَّمَا نُطْعِمُكُمْ لِوَجْهِ اللّٰهِ لَا نُر۪يدُ مِنْكُمْ جَزَٓاءً وَلَا شُكُورًا

“Em bitenê ji bo razîbûna Allah bi we didin xwarin. Em ji we ne xelatek û ne jî spasîyek dixwazin.”

Tefsîrên Sûreya Însan

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.