﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
Mekke40 ayetQiyamet
Sûreya Qiyamet, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û çil (40) ayet e. Di Qur’anê de sûreya heftê û pêncemîn e. Navê sûreyê ji peyva Qiyamet tê ku ev peyv tê ser maneya vejîna piştî mirinê. Di sûreyê de bi gelemperî behsa roja qiyametê û piştî mirinê ji nû ve vejîna însanan û mirov li jiyana dinyayê de ne serberdayî ne û aqûbeta gunehkaran ya li qiyametê tê kirin.
﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
لَٓا اُقْسِمُ بِيَوْمِ الْقِيٰمَةِۙ
Bi roja qiyametê sond dixwim.
وَلَٓا اُقْسِمُ بِالنَّفْسِ اللَّوَّامَةِ
Bi wê nefsa pirzêde lomekar jî sond dixwim.
اَيَحْسَبُ الْاِنْسَانُ اَلَّنْ نَجْمَعَ عِظَامَهُۜ
Nexwe însan, zen dike ku em ê nikaribin hestîyên wî li hevdu bicivînin?
بَلٰى قَادِر۪ينَ عَلٰٓى اَنْ نُسَوِّيَ بَنَانَهُ
Erê! Em li ser sererastkirina serê tilîyên wî jî qadir in.
بَلْ يُر۪يدُ الْاِنْسَانُ لِيَفْجُرَ اَمَامَهُۚ
(Nexêr, ne wisan e!) Ya rast însan, di (wan rojên) pêşîya xwe de dixwaze ku (noqî gunehan bibe û bi paşdayîna tobeyê) fucûrê/sefîhtîyê bike.
يَسْـَٔلُ اَيَّانَ يَوْمُ الْقِيٰمَةِۜ
Dipirsin, dibêjin: “Qiyamet kengê ye?”
فَاِذَا بَرِقَ الْبَصَرُۙ
Dema ku çav diqemişe,
وَخَسَفَ الْقَمَرُۙ
Û dema hîv tarî dibe,
وَجُمِعَ الشَّمْسُ وَالْقَمَرُۙ
Û dema ku roj û hîv li cem hev tên civandin.
يَقُولُ الْاِنْسَانُ يَوْمَئِذٍ اَيْنَ الْمَفَرُّۚ
Wê rojê însan wiha dibêje: “Rev bi ku ve ye?”
كَلَّا لَا وَزَرَۚ
Qet/Tu car! Cihekî (revê û) sitargehê tune.
اِلٰى رَبِّكَ يَوْمَئِذٍۨ الْمُسْتَقَرُّۜ
Wê rojê cihê seknê/warê vegerê hizûra Rabbê te ye.
يُنَبَّؤُا الْاِنْسَانُ يَوْمَئِذٍ بِمَا قَدَّمَ وَاَخَّرَۜ
Ew roj însan ji ya ku teqdîm kiriye û ji ya ku bi paş ve xistîye (nekiriye) tê agahdar kirin.
بَلِ الْاِنْسَانُ عَلٰى نَفْسِه۪ بَص۪يرَةٌۙ
(Nexêr!) Berevajî însan, li ser nefsa xwe xwedî besîret e. (Ew, xwe herî çêtir nas dike.)
وَلَوْ اَلْقٰى مَعَاذ۪يرَهُۜ
Ew hincetên xwe bîne jî/çi hebe bêje jî.
لَا تُحَرِّكْ بِه۪ لِسَانَكَ لِتَعْجَلَ بِه۪ۜ
Ji bo lezandina (fêmkirin û ji ber kirina) wê, zimanê xwe pê nelevîne.
اِنَّ عَلَيْنَا جَمْعَهُ وَقُرْاٰنَهُۚ
Bêguman civandina wê (ya di qelbê te de) û xwendina wê li ser me ye.
فَاِذَا قَرَأْنَاهُ فَاتَّبِعْ قُرْاٰنَهُۚ
Dema ku em wê dixwînin tu li xwendina wê bişopîne/guhdarî bike.
ثُمَّ اِنَّ عَلَيْنَا بَيَانَهُۜ
Paşê bêguman, beyana wê jî li ser me.
كَلَّا بَلْ تُحِبُّونَ الْعَاجِلَةَۙ
Qet/Tu car! Berevajî hûn, hez ya pêşîn (jiyana dinyayê) dikin.
وَتَذَرُونَ الْاٰخِرَةَۜ
Hûn dev ji axîretê berdidin.
وُجُوهٌ يَوْمَئِذٍ نَاضِرَةٌۙ
Ew roj (hinek) rû hene ku diberiqin.
اِلٰى رَبِّهَا نَاظِرَةٌۚ
Li Rabbê xwe dinêrin.
وَوُجُوهٌ يَوْمَئِذٍ بَاسِرَةٌۙ
(Hinek) rû jî mirûzî ne.
تَظُنُّ اَنْ يُفْعَلَ بِهَا فَاقِرَةٌۜ
Ew dizane ku wê (ezabekî) pişta wî bişkîne dê lê bê kirin.
كَلَّٓا اِذَا بَلَغَتِ التَّرَاقِيَۙ
Qet/Tu car! (Êdî dev ji kufr û inyadê berdin!) Gava rûh bigihîje hestîya gewrîyê.
وَق۪يلَ مَنْ۔ رَاقٍۙ
Dema tê gotin: “Kes heye ku (nexweşîna mirinê) tedawî/sax bike?”
وَظَنَّ اَنَّهُ الْفِرَاقُۙ
Êdî dizane ku ev veqetaneke (qethî) ye.
وَالْتَفَّتِ السَّاقُ بِالسَّاقِۙ
Dema ku (ji tirsan) pîyên wî li hev difetilin/li hev digerin.
اِلٰى رَبِّكَ يَوْمَئِذٍۨ الْمَسَاقُۜ۟
Ew roj wê (însan) bi bal Rabbê te ve bêne ajotin.
فَلَا صَدَّقَ وَلَا صَلّٰىۙ
Ne rastand û ne jî nimêj kir.
وَلٰكِنْ كَذَّبَ وَتَوَلّٰىۙ
Lê belê derewand û pişta xwe lê vegerand.
ثُمَّ ذَهَبَ اِلٰٓى اَهْلِه۪ يَتَمَطّٰىۜ
Paşê bi quretî çû cem malbata xwe.
اَوْلٰى لَكَ فَاَوْلٰىۙ
Xerabîya ku tu lê mustehaq î.
ثُمَّ اَوْلٰى لَكَ فَاَوْلٰىۜ
Tu ya hêj ji vê jî xerabtir heq dikî.
اَيَحْسَبُ الْاِنْسَانُ اَنْ يُتْرَكَ سُدًىۜ
Nexwe însan zen kir ku wê (bê emirkirî û bê nehiykirî û bê tabîbûna şerîetekî) serberdayî bimîne?
اَلَمْ يَكُ نُطْفَةً مِنْ مَنِيٍّ يُمْنٰىۙ
Ma ew, ne dilopek ji ava menîyê ya ku dihat rêtin/rijandin bû?
ثُمَّ كَانَ عَلَقَةً فَخَلَقَ فَسَوّٰىۙ
Paşê (ma qey ew nebû) alaq (embriyo/goştpare? Allah) ew xuliqand û kir xwedî sûret.
فَجَعَلَ مِنْهُ الزَّوْجَيْنِ الذَّكَرَ وَالْاُنْثٰىۜ
Ji wî du sinifên ku nêr û mê ne xuliqand.
اَلَيْسَ ذٰلِكَ بِقَادِرٍ عَلٰٓى اَنْ يُحْيِيَ الْمَوْتٰى
Ma hêza wî (yê van hemûyan dike) nagihîje ku mirîyan bivejîne?