Sure 83

Sûreya Mutaffifîn

Mekke36 ayetYên Dixapînin

المطففين
Der barê Sûreyê de

Sûreya Mutaffifîn, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û sî û şeş (36) ayet e. Di Qur’anê de sûreya heştê û sêyemîn e. Peyva “Mutaffifîn” wek pirjimarî tê ser maneya kesên hîlekar. Sûre, bi weyl anîna kesên wisan dest pê dike. Di sûreya Mutaffifîn de mijarên xerabîya hîlekarîya wezn û pîvanê û cezakirina kesên derewker û gunehkar û kafiran û ketina cennetê ya kesên qenc û nîmetên cennetê tê vegotin.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

وَيْلٌ لِلْمُطَفِّف۪ينَۙ

Weyl li wan ên kêm dipîvin û kêm diwezinînin be.

اَلَّذ۪ينَ اِذَا اكْتَالُوا عَلَى النَّاسِ يَسْتَوْفُونَۘ

Dema ku ew ji însanan tiştekî dipîvin û distînin bitemamî/bêkêmasî distînin.

وَاِذَا كَالُوهُمْ اَوْ وَزَنُوهُمْ يُخْسِرُونَۜ

Lê dema dipîvin an dikişînin kêm dikin (didin ber zerarê).

اَلَا يَظُنُّ اُو۬لٰٓئِكَ اَنَّهُمْ مَبْعُوثُونَۙ

Ma ev ên ha nafikirin ku wê bên vejandin?

لِيَوْمٍ عَظ۪يمٍۙ

Ji bo rojeke mezin.

يَوْمَ يَقُومُ النَّاسُ لِرَبِّ الْعَالَم۪ينَۜ

Ew roj hemû însan, wê li ber Rabbê aleman li pîya bisekinin.

كَلَّٓا اِنَّ كِتَابَ الْفُجَّارِ لَف۪ي سِجّ۪ينٍۜ

Qet/Tu car (ne wekî zen dikin e)! Qet tu guman tune ku kitêba faciran di “Siccîn” de ye.

وَمَٓا اَدْرٰيكَ مَا سِجّ۪ينٌۜ

Ma tu yê ji ku bizanibî “Siccîn” çi ye?

كِتَابٌ مَرْقُومٌۜ

Kitêbeke nivîsandî ye.

Tefsîrên Sûreya Mutaffifîn

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.