16Sûreya Îsra
وَاِذَٓا اَرَدْنَٓا اَنْ نُهْلِكَ قَرْيَةً اَمَرْنَا مُتْرَف۪يهَا فَفَسَقُوا ف۪يهَا فَحَقَّ عَلَيْهَا الْقَوْلُ فَدَمَّرْنَاهَا تَدْم۪يرًا
Dema em bixwazin warekî helak bikin, em li wan ên di kamranê de/di halxweşîyê de emrê (îtaeta bi Allah) dikin. (Lê ew îtaet nakin û) di wir de fesadîyê dikin. Êdî hukmê (ezabê) li ser wan heq dibe û em wê derê serûbinî hev dikin.